Pêşengên Şoreşa jinê deskeftiyên Şoreşê diparêzin
Yek ji pêşengên Şoreşa Jinê Evîn Paşo di vê qonaxa hestiyar de ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Jinên Kurdistanê çek hilgirtiye û parastina bajarê xwe dike.
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Evîn Paşo yek ji jinên Kurd e ku ji destpêka şoreşê ve di avakirina rêxistina Kongra Star û rêveberiya Saziya Hunera Bilind a Hesekê de roleke girîng lîstiy e.
Di vê qonaxa hestiyar de, Evîn Paşo ji bo parastina destkeftiyên jinan ên ku bi têkoşîna ku zêdetirî 14 salan dom kir, li ser banga seferberiyê a Rêvberiya Xweser çek hilgirt. Niha jî taxa xwe diparêze û bang li hemû jinan dike ku di vê qonaxê de piştgirî bidin Şoreşa Jinê. Evîn têkldarî pêvajoya ku gelê Kurd têre derbas dibe ji ajansa me re nirxandin kir.
‘ji bo jiyanek bi rûmet jinan gavên dîrokî avêtin’
Evîn da zanîn ku jinên Kurd xeyalê bi milyonan ji gelê kurd pêk anîn û wiha anî ziman: “Her kes dizane ku şoreşa Rojava weke şoreşa jinê hat naskirin. Jinan li ser erdnîgariyeke biçûk xeyala bi milyonan kurdên cîhanê pêk anîn. Gavên ku me di nava 14 salan de avêtin, ji bo jinan jiyaneke bi rûmet û azad bijîn gavên dîrokî bûn.”
‘Şoreşa Rojava şoreşa jina kurdistanî ye ‘
Evîn diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinên hemû cîhanê ye. şoreşa hemû jinên ji hemû mezheb û pêkhateyên cîhanê bi pêşengtiya jinên kurd pêk hat, Evînê got: “Piştî têkoşîna jinê ya 14’ salan, îro di vê qonaxê de destkeftiyên jinan di bin êrîşên giran de ne. Ji bo ku şoreş bigihêje vê qonaxê bi hezaran jinên ku xwe feda kirine hene, lê zihniyeta baviksalarî ya cîhadî ku di vê qonaxê de Sûriyeyê birêvedibe, hebûn û fedekariya jinan înkar dike.”
‘pêvajoya tolhildanê’
Evîn balkişand ser pêşengtiya jinên Kurd di tunekirina terora DAIŞ’ê de ku ev pêvajo û kiryarên ku li dijî jinan pêk tînin dixwazin tolê hilînin û wiha axaftina xwe domand : “Jin di şoreşa Rojava de hemû qadên jiyanê kirin qada têkoşîn û berxwedanê, bi taybet di qada leşkerî de bi pêşengiya jinên Kurd. Wan rêxistina terorîst a herî mezin a ku ji bo cîhanê tehdîd e qedand. Êrîşên bi armanca înkarkirina hebûna jinan, biçûkxistina rola wan, talankirina destkeftiyên wan û tawanên ku li dijî laşên şervanên jin û birîna kezyê wan tên kirin, ev kiryarana tolhildana bi dawîkirina DAIŞ’ê ya bi destê jinan e.”
‘Ji bo parastina deskeftiyê jinan, em tevlî serferberiyê dibin ‘
Evîn tekez kir ku parastina deskeftiyê şoreşa jinê erkê her jinek kurd e û wiha got : “Di vê qonaxê de berxwedana ku li Rojava tê meşandin berxwedana gelê Kurd a li hemû cîhanê ye. Em weke jin ku ji roja destpêkê ya şoreşê ve dest bi têkoşîna xwe kirin, îro jî ji bo parastina destkeftiyên jinan tevlî seferberiya giştî dibin.”
‘Şoreşa bi pêşengtiya jinan dest pê kir wê bi berxwedana jinna biserbikeve”
Evîn banga piştgirya parastina deskeftiyên Şoreşa jinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî : “Divê hemû qadên Kurdistanê piştgiriyê bidin berxwedana Rojava , ji ber ev şoreş bi bi xwîna zarokê gelê Kurdistanê û tekoşînek mezin hate avakirin. Em di wê baweriyê de ne ku çawa şoreşê bi pêşengiya jinan, keda gelan û ciwanan dest pê kir, wê wisa jî hebûna xwe biparêze û bighîje misogeriya xwe ya di nava gelê Cîhanê de. Wê ev misogerî bi berxwedana me jinan, ciwan û gelê Kurdistan û herêmê encam bibe.