Pêşangeha ‘Diyaloga bi avê re’ girîngiya avê di jiyanê de pênase dike
Hunermendên Mexribî Naciye El-Murabit û Fetîha Bolman bi silogana ‘Diyaloga bi avê re’ li Marakeşê pêşangeha wêneyan vekirin. Her du hunermend di vê pêşangeha xwe de balê dikşînin ser girîngiya parastina avê û bikarîana wê. Ji ber ku ew hêmana bingehîn a

RECA XEYRET
Mexrib- Li Mexribê av bûye navenda gelek atoleyên hunerî, konferans û civînan. Pisporên hawirdor û avê diyar dikin ku ji bo balê bikşînin ser tunebûna avê divê tedbîrên cidî werin girtin. Di vê çarçoveyê de hikumet, plandina ava deryayê û ji bo herêmên di bin gefa heşkesaliyê de stratejiyên anîna ava şîrîn bi pêş dixe. Li aliyê din ji ber tunebûna avê jinan li gelek herêman xwepêşandanan li dar xistin.
Muzexaneya Şaristaniya Avê ya li Marakeşê jî, deriyên xwe ji pêşangeha her du hunermedên jin Naciya El-Murbit û Fetîha Bolman re vedike ku pêşangeha xwe ya wêneyan bi navê 'Diyaloga bi avê re 'ji 1'ê Adarê heya 30'ê Adarê vekir. Pêşangeh armanc dike ku hişmendiya parastina hawirdorê zêde bike.
'Huner hêza guherîna nêzkatiyên mirovan e'
Hunermend Naciye El-Murabit, armanca vekirina pêşangeh li Muzexaneya Şaristaniya Avê bi van gotinan anî ziman: “Ev muzeya li Marakeşê, nûnertiya dîroka Mexribê ya av û şaristaniyê dike. Bê av jiyan ne gengaz e. Ez û Fatîha Bulman, me destdayîna xwe ya hunerî bi kar anî, ji bo balkişandina ser girîngiya avê ya jiyanê û pêkanîna berdewamiyê. Me ev pêşangeh vekir. Divê hunermend, bi hestiyar nêzî pirsgirêkên civakê bibin, huner xwedî hêza guherîna nêzikatiyên mirovan e. Îro em li vê derê berhemên ku wêneyên avê di xweza û dinyaya ruhî de vedibêjin pêşan didin.”
Têkiliyên hunerî û hawirdorê
Hunermand Fatîha Bolman cihê avê di dinyaya hunerê de bi van gotinan anî ziman:“Ez weke şêwekarek bi avê dixebitim, dizanim av çiqas girîng e. Mexrib, bi salan e bi hişkesaliyê re têdikoşe. Ji ber vê bi Naciye El-Murabit re me biryar da balê bikşînin ser mijara ‘avê.’ Fatîha Bolman da zanîn ku di berhemên xwe yên pêşangehê de masî weke metafor bi kar aniye û got: “Masî semboleke ku temsîla mirovan dike. Mirov jî weke masiyan di nava jiyanê de dizivirin. Di heman demê de qirêjiya avê ne tenê li mirovan, bandor li hemû zindiyan dike. Masî jî di ava qirêj de ji bo jiyanê zoriyê dikşînin. Çawa ku pêwîstiya mirovan bi derdora paqij heye, hemû hebûnên di xwezayê de pêwîstî bi qadeke jiyana bi tendurist heye.”
Bi riya hunerê avakirina hişyariya ji bo hawirdorê
Fatîha Bolman diyar kir ku armanca pêşangehê girîngiya avê û watebûna wê di nava çandan de bide nasîn û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hunera dîtbarî amûrek bi hêze ji bo îfadekirina pirsgiêkên jîngehê ye. ev pêşangek pêdîviya parastina çavkaniyên avê radixe ber çavan. Ji ber ku av hêmanek bingehîn ji bo domdariya jiyanê ser gerstêrka erdê ye. Pêşangeh bangek ji bo hişiyariya jîngehî û parastian hevsengiya di nava mirov û xwezayê de, pêk tîne.”