Parêzer Halîse Dakali: Divê Tirkiye ‘Mafê Hêviyê’ bighîne statuya yasayî

Endama OHD’ê parêzer Halîse Dakali li ser biryara DMME’yê ku ji bo ‘Mafê Hêviyê’ dabû, got ku “Her çend astengiyên li pêşiya nepêkanîna ‘mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê wek ‘Sazûmaniya hundirîn a qanûnî ya Mevzuatê bê dîtin jî.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Di sala 2014’an de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku ‘mafê hêviyê’ yê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Lê belê, tevî ku 12 sal derbas bûne jî, Tirkiyeyê ji bo bicihanîna vê biryarê ti gav neavêtiye.

Di vê pêvajoyê de, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî, partiyên siyasî yên demokratîk û raya giştî ji bo pêkanîna biryara ‘Mafê Hêviyê’ hewldanên cûrbecûr kirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) di 9-11ê Hezîrana 2026’an de li Strasbourgê 1563’yemîn rûniştina Civînên Mafên Mirovan (Droits de l'Homme) li dar xist. Beriya civînê, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî, li gel 10 baroyan, danezanek bi daxwaza bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li dijî Tirkiyeyê û pêkanîna biryara ‘mafê hêviyê’ yê derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî de pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) kirin. Parêzer Halîse Dakali ku Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ku yek ji saziyên ku di danezanê de cih girtî ye, têkildarî astengiyên li pêşiya pêkanîna ‘mafê hêviyê’ û girîngiya naskirina vî mafî nirxandin kir.

‘Nepêkanîna ‘mafê hêviyê’ siyasî ye’

Halîse Dakali da zanîn ku her çend astengiyên li pêşiya nepêkanîna ‘mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê wek ‘Sazûmaniya hundirîn a qanûnî ya Mevzuatê were dîtin jî’, sedema bingehîn a vê pirsgirêkê astengiya siyasî ye. Halîse Dakali wiha got: “Hem Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê û hem jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dema bi hev re bên nirxandin, mirov dikare bêje ku sedema bingehîn a nepêkanîna ‘mafê hêviyê’, siyasî ye. Di xala 90’emîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de ku wek ‘Peymanên navneteweyî yên ku bi awayek rêk û pêk têne bicîhanîn, xwedî hêza qanûnê ne û di rewşa nakokiyekê de di navbera qanûn û sazûmaniya navxweyî û bendên peymanên navneteweyî de, dê esas bên girtin’ hatibû sererastkirin. Di vî warî de, xala 90’an a Destûra Bingehîn peymanên navneteweyî û biryarên mekanîzmayên dadwerî yên ku ew pêk tînin nas dike, hem jî wek norma herî bilind di hiyerarşiya normal a qada hiqûqî de nas dike. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî tê de ye û biryarên DMME’yê, mekanîzmaya wê ya dadwerî, tam di çarçoveya xala 90’an a Destûra Bingehîn de, ji bo Tirkiyeyê girêdayî ne.”

’12 sal in binpêkirinek eşkere ya hiqûqa navneteweyî tê kirin’

Halîse Dakali anî ziman ku tevî nêzî 12 sal bi ser biryara ‘binpêkirinê’ ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 2014’an de di şexsê Abdullah Ocalan de dane derbas bûne jî, ne mekanîzmayên dadwerî û ne jî aliyê qanûndanînê ve gavên berbiçav neavêtine û got: “Ev rewş pir eşkere nîşan dide ku astengkirin, ji ber astengiyên siyasî ne.”

Halîse Dakali wiha domand: “Ji aliyê raya giştî ve bi berfirehî tê qebûlkirin ku bêdengiya dewleta Tirkiyeyê ku wek dewletek îmzekar, di vê pêvajoya 12 salan de mecbûr e ku biryarên DMME’yê tavilê bicîh bîne, binpêkirinek eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye. Di vê çarçoveyê de, tiştê ku Tirkiye divê bi lezgîn bike ew e ku di aliyê serkeftina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dayî destpêkirin, ‘mafê hêviyê’ bighînin statuya yasayî, divê di demek zûtir de guherînên qanûnî yên pêwîst li Meclîsê bên kirin.”

Halîse Dakali diyar kir ku biryara betalkirina DMME'yê ya di şexsê Abdullah Ocalan de girîng e û wiha got. “Ev biryar diyar dike ku rejîma înfazê ya cezayên girankirî yê heta hetayê bi temamî li dijî rûmeta mirovî û nirxên mirovahiyê ye. Înfaza cezayên girankirî yê heta hetayê di qanûna bi hejmar 527'an tê sererastkirin. Cezayê ku birêz Abdullah Ocalan di encama darizandinek neqanûnî û qaşo dozê de ku ew jî tê de hatibû darizandin girtiye, cezayê heta heta yê girankirî ye. Li Tirkiyeyê, rejîma înfazê ya vî cezayî. wiha hatiye sazkirin:  ‘Cezayê kes, heta mirinê berdewam dike û di dema înfaza vê cezayê de, ne mekanîzmayek çavdêriyê, ne jî mekanîzmayeke çavdêriya hiqûqî ku hêviya rojekê tehliye bibe bigre nava xwe bide kes nîne.

‘Pêkanînek li dijî rûmeta mirovan’

DMME’yê tam di vê xalê de nebûna her mekanîzmayek çavdêriyê ku di dema cezayê înfazê yê kes de hêviya rojekê dê tehliye bibe digre nava xwe, li gorî xala 3’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tê garantîkirin, bi awayek rast wek ‘binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab’ hate dîtin. Biryar da ku ev pêkanîn ‘li dijî rûmeta mirovan e û divê Tirkiye tavilê guhertinên qanûnî yên pêwîst bike da ku binpêkirinan çareser bike.’ Dema sedema biryara binpêkirinê tê nirxandin, hem di aliyê çêkerên qanûnê de bal kişandina ser esasgirtina rûmeta mirovatiyê, hem jî di şexsê birêz Abdullah Ocalan de azadiya bi hezaran girtiyan satutaya hiqûqî were grantîkirin, di aliyê vekirina li ber vê de biryara DMME’yê gelek bi qîmet e.”

Bêdengiya KWKE tê çi wateyê?

Halîse Dakali bêdengiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser çavdêriya biryara binpêkirinê ya heta niha hatiye dayîn nirxand û got: “Rastiyek eşkere ku di sala 2014’an de biryara binpêkirinê hatiye dayîn û divê Tirkiye tavilê ji bo sererastkirina vê binpêkirinê tedbîran bigire li holê ye. Mekanîzmaya şopandinê ya vê yekê jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Lê belê, li beramberî rastiya Tirkiyeyê ev 12 sal in, avêtina gavek şênber li dera hanê, derbarê vêya de nexşerêyek şênber jî xêz nekiriye. Ev jî nîşan dide ku Komîte mekanîzmayên xwe yên şopandinê yên pêwîst bi bandor bikar nayne. Ev yek eşkere dike ku pergalên hiqûqî yên lîberal bi îradeya siyasî ya dewletan ve têne şekildan û hiqûq di mekanîzmayên hiqûqî yên navneteweyî de tê bikaranîn. Em, wek rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûqî û welatiyan, gelek caran me binê vê xalê xêz kiriye û bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirine ku mekanîzmayên xwe yên şopandinê yên pêwîst bi bandor bikar bînin.”

‘Têkoşîna ji bo vî mafî têkoşînek civakî ye’

Halîse Dakali bi bîr xist ku hem Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (OHD) û hem jî rêxistinên din ên demokratîk ji bo ‘mafê hêviyê’ gelek serlêdan kirine û got: “Di salên borî de, nêzî hezar parêzeran bi daxwaza hevdîtina li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Ya dawî jî xebata me ku di 4’ê Hezîrana 2026’an de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re bibîr bixin ka Tirkiyeyê di çarçoveya vê biryara binpêkirinê de çi kiriye an nekiriye û komîteyê bixin tevgerê da ku ev mekanîzmayên çavdêriyê di zûtirîn dem de bên şixulandin hebû.

Me qada têkoşînê tenê di qada saziyên giştî an mekanîzmayên hiqûqî yên navneteweyî de nedît. Ji bo me, têkoşîna ji bo vî mafî têkoşînek civakî ye. Ne tenê di şexsê Abdullah Ocalan de ye, wateya azadiya tevahiya civakê ye. Ji ber vê, hewldanên me di her qadê de hebû, ne tenê di qada hiqûqî de, di heman demê de li kolanan, bi meşan, civînên çapemeniyê û di girtîgehan jî hewldan hatin kirin.”

‘Gavek girîng di derbaskirina astengiyên pergalî de’

Halîse Dakali, diyar kir ku naskirina qanûnî ya ‘mafê hêviyê’ ne tenê mafên kesî an qanûna înfazê ye û wiha got: “Ev nirxandin bi eşkereyî tê wateya ku mirov ji cihek pir teng lê binhêre. Lê belê, pêwîst e ku mijara ‘mafê hêviyê’ ku statuya qanûnî bi dest dixe wekî gaveke girîng di derbaskirina astengiyên pergalî yên li pêşiya aştî û çareseriya demokratîk de bê dîtin.

Li Tirkiyeyê, di serî de pirsgirêka Kurd û hemû pêvajoyên demokratîk, divê ne bi polîtîkayên ewlehiyê, li ser zemînê diyalog, danûstandin û lihevkirina civakî bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, rola Birêz Abdullah Ocalan wek sermuzakerevan û aktorekî siyasî yê bi bandor di bidawîkirina pevçûnên ku nêzîkî nîv sedsalî de rastiyek e ku ji hêla hemû aliyan ve tê qebûlkirin e. Ji ber vê, rêdana fikrên wî ku bighîjin cîhana derve û bi civakê re têkilî deyne, hem dê serkeftina pêvajoyê mîsoger bike û hem jî dê bibe xalek hevdîtinê ku rê li ber siyaseta demokratîk vedike.”

Halîse Dakali axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şertê herî bingehîn ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ew e ku alî bikaribin xalên hevpar bibînin û rêyên ragihandinê yên pêwîst ava bikin. Dayîna statuya yasayî ji bo ‘mafê hêviyê, ji aliyekî ve dê baweriya bi prensîba serdestiya hiqûqê xurt bike. Ev ji bo vekirina rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê û li gel Tirkiyeyê, ji bo demokratîkbûna gelên Rojhilata Navîn pir bi qîmet e.”