Perwerde û zanîna jinan ji bo wekhevî û demokrasiyê dibe piştgirî

Akademiyên fikrî û bîrdozî yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi bernameyên perwerdeya ji bo jinan di warî zihnî de pêşketinê çêdikin.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Akademiya Şehîd Şîlan a li Kobanê di sala 2018’an de hat vekirin, ji bo jinan bernameyên perwerdeyê li dar dixe. Akademî bi dirûşma “Azadiya jinan, azadiya hemû civakê ye” tevdigere. Armanca saziyê ew e ku jinan ji feraseta desthilatdariya mêr û rolên paşverû yên pergala baviksalar li ser wan ferz dike rizgar bike.

Li ser gelek mijaran perwerde tê dayîn

Di serdema nû ya ku 20’ê Nîsanê dest pê kir de, ji bo jinên ciwan bernameya perwerdeyê hat destpêkirin. Di vê bernameya ku 30 jinên ciwan beşdar bûn de, li ser mijarên zayendperestî, neteweya demokratîk, jiyana hevpar-wekhev, felsefeya Abdullah Ocalan, dîroka Kurdistanê, dîroka jinan, Jineolojî û civaka xwezayî perwerde hat dayîn.  Li ser xweparastina leşkerî jî di dawiya bernameyê de perwerde hat dayîn. Ji rêveberên akademiyê, Engîman Elî, bal kişand ku armanca bingehîn a perwerdeyan, avabûna nasnameya jinan e û wiha got: “Divê jin xwe nas bikin, cewherê xwe bizanibin, bi rastiya xwe re têkiliyê daynin. Tenê bi vê yeke dê bikaribin azad bibin û berxwedana xwe bidomînin.”

‘Jin bi saya perwerdeyan dibin xwedî nêrîn îrade û nasname’

Engîman Elî, diyar kir ku jinên ciwan bi daxwaza xwe tevlî bernameyên wiha bûne û yên ku ji ser medyaya dîjîtal herî zêde ji şerê taybet zirarê dîtine jin in. Her wiha bal kişand ku bi saya perwerdeyan di warê xeterên zewaca di temenê biçûk de, xwekuştin û şîdeta zayendî de zanîn çêbûye. Engîman Elî got ku baş tê dîtin ku piştî perwerdeyan guherîn bi şagirdan re çêbûye û gotinên xwe wiha domand: “Jin ji vê derê dibin xwedî nêrîn, îrade û nasname. Perwerdeya ku dibînin bandorê li ser tevahî jiyana wan dike.”

Endama Komîteya Aborî ya Kongra Star Rohan Oso ya 22 salî jî wiha got: “Armanca min ew bû ez xwe baştir nas bikim, di warê ramanî de xwe bi pêş bixim. Ji her dersê em tiştek hîn bûn. Van dersan hemûyan aliyekî me nîşanî me dan. Em têgihîştin ku jin ne tene dayik û hevjîn e, kesayetek polîtîk a ku biryaran digre û difikire ye.”

Rohan Oso diyar kir ku di dawiya kursê de perwerdeya bikaranîna çekan jî dîtine, got ku ev wane ji bo jinan pir girîng e lewre bi vê yekê jin dikarin di warê fizîkî de xwe biparêzin û wiha domand: “Ev perwerde ne tenê me dê civaka me jî biguherîne. Em ê ji malên xwe dest pê bikin, zarokên xwe jî bi van ramanan mezin bikin.”

‘Ez bi daxwaza xwe tevlî perwerdeyê bûm’

Jana Hesen a 18 salî jî got ku ew bi daxwaza xwe tevlî perwerdeyê bûye, tevî ku di tu saziyeke fermî de naxebite jî dixwaze vê derfetê binirxîne û got: “Li dijî nêzikahiya civakê ya ji bo jinan ku tenê bi awayê zayendî ye, em hîn bûn çawa xwe biparêzin. Vê perwerdeyê ji bo min xweparastinê, zanîna ramanî û cihê jinan a rastîn din ava civakê de nîşan da. Bi van perwerdeyan jin digihîjin dîrok, nasname û cewherê xwe. Ji bo ku em bikaribin tiştên bi sedsalan e ji me tên dizîn bigrin, perwerde ji bo me şert e.”