‘Pergala hevserokatiyê yek ji destkeftiyên mezin a Şoreşa Jinan e’
Cîgira Hevserokên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zelal Ceger da zanîn ku pergala hevserokatiyê ji bo pêkanîna wekhevî û mafên jinan e û yek ji destkeftiyên herî mezin ên Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

AVRÎN NAVDAR
Reqa – Pergala hevserokatiyê ji destkeftiyên herî girîng ên ku jinan di nava şoreşa Rojava ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidest xistin e. Di heman demê de yek ji wan prensîban e ku ji bo projeya Netewa Demokratîk û azadiya jinan gelê herêmê birêxistin dike.
'Hevserokatî pêkanîna edalet û wekheviyê ye'
Cîgira Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zelal Ceger diyar kir ku pergala Rêveberiya Xweser li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye cîhekî tijî tecrubeyên ku mirov dikarin bi rêya wan beşdarî avakirina Sûriyeyeke demokratîk bibin, di vir de mafên jinan û hemû pêkhateyan misoger dike. Hevserokatî tê wateya edalet û wekheviya nava jin û mêran di nava saziyên sivîl û leşkerî de. Her wiha ew jî yek ji rêgezên herî girîng ên kûrkirina feraseta wekhevî û jiyana azad a di nava civakê de ye."
‘Li hember sîstemên desthilatî; hevserokatî çareseriya alternatîf e'
Zelal Ceger balkişand ser koletiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin kir û wiha got: "Ji roja desthilatiya serdema Sumeran vir ve jin rastî gelek binpêkirinan hatiye. Mafê wê jê hatiye dizîn, koletî li ser wê hatiye ferzkirin. Her wiha cîh û rola wê jî hat têkbirin. Jin di serdema feodal de jî mîna amûrek ji bo berjewendiyên xwe yên tundrew dihat bikaranîn. Rola jinan bi mezinkirina zarokan û karê malê sînordar ma. Gelek partiyên sosyalîst ev rejîmên mêtinkar û otorîter şermezar kirin, lê ji ber ku ji van rejîman re çareseriyek alternatîf nedan, di têkoşîna xwe de bi ser neketin û tu girîngî jî nedan mafên jinan. Pergala hevseroktiyê li hember sîstemên otorîter ên li ser esasê feraseta mêr hatine avakirin, çareseriyeke alternatîf e."
'Demokrasî û sosyalîzm bi hev ve girêdayî ne'
Zelal Ceger derbarê girîngiya hebûna demokrasiyê ya di bingehên sosyalîzmê de anî ziman û wiha pê da çû: "Dema ku demokrasî biser ket, sosyalîzm jî bi ser dikeve. Ji ber ku ew bi hev ve girêdayî ne. Sîstema demokratîk, yanê jin û mêr xwedî biryar in. Ji malê bigre heya qada leşkerî, aborî, civakî, diplomasî û siyasî ve. Armanca me beşdariya jinê tenê nîne, em dixwazin wekheviyê jî ava bikin. Modela hevseroktiyê pênaseya rast a vîn û hebûna jinê ye. Ji ber ev model riya azadiya jinê di sedsala 21'an de ye, bi derketina şoreşa Rojava re, pergala Netewa Demokratîk pêk hat. Ji ber vê yekê em rastî kêşe û zehmetiyan ji aliyê feraseta bavsalarî ve ku her rola jinan tune kiribûn, hatin. Di heman demê adetên civakê jî bûn bend, nehiştin ku jin destpêkê cîh di astên biryardayînê de bigrin."
Tevgera Azadiya Jinê û bedêlên ku dane
Zelal Ceger da zanîn ku hewlên rêxistinî û rewşenbîrî yên Tevgera Azadiya Jinê ku bi salan e li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, bû sedem ku civak ber bi demokrasî û aştiyê ve bimeşin. Zelal Ceger got ku tevgera azadiya jinan gelek bedêl dan ku karibin hebûna jinan di nava civakê de bipêş bixin. Zelal wiha got: “Jinan bi îsrar û hêz li hember kêşeyan serî rakirin û têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê bipêş xistin. Di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nasîn, jinan rolek girîng di têkoşîn û berxwedanê de lîstin. Şoreş bû derfet ji jinan re ku biherikin qadên azadiyê û ji bo mafên xwe dengê xwe bilind bikin. Xebata derxistina rastiya jin û mêr bi analîzkirina sosyolojiya civakê re yek ji rêbazên herî girîng e ku di têkoşîna azadiya jin û civakê de hatiye şopandin."
'Pergala hevseroktiyê destkeftiyek girîng a jinan e'
Derbarê destkeftiyên ku jinan di nava şoreşê de bi dest xistine de Zelal Ceger wiha got: "Îro jin xebatên rêxistinî, bîrdozî û siyasî ve birê ve dibin. Ev jî îlhamê dide cîhanê. Têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî bandorek mezin a di guhertina civakê de bû. Qebûlkirina miletê ya wek ji hebûna jinan di nava saziyan de, vala derneketiye. Encama têkoşîn û kedê ye. Jinên herêmê hewl didin ku van tecrûbeyên xwe bi hemû jinên Sûriyeyê re parve bikin. Jinan li ser bingeha bîrdoziya Netewa Demokratîk bi rêxistin û perwerde bikin. Îro jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan dengê xwe li hember Destûra Nû bilind dikin û diyar dikin ku ev destûr temsîla wan nake. Di komeleya Sûriyeyê de divê mafê hemû pêkhateyan di serî de ya jinan bê parastin û wekhevî bê avakirin."
'Banga Ocalan ji Rojhilata Navîn re vejînek nû ye'
Zelal Ceger qala girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abhdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û wiha pêl dan gotinên xwe: "Armanca Rêber Apo ji vê bangê ew e ku pevçûn û şer li Rojhilata Navîn bên rawestandin. Rêber Apo bi riya analîzên xwe azadiya jinan nîşan da. Her wiha hewl da wekheviyê di nava civakê de ava bike û rihê hevaltiya xurtir bike. Parêzname û bangên Rêber Apo ji Rojhilata Navîn re vejînek nû bû. Ew azadiya jinan esas digre di projeya Netewa Demokratîk de. Ji erka me ye ku xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derkevin. Di pêkanîna wê de em wek jin berpirsyar in."
'Dagirkerî kiryarên xwe didomîne'
Di dawiya gotinên xwe de Zelal Ceger diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk di kiryarên xwe yên li ser gelê herêmê de berdewam e û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ew komkujiyan ser li gelê herêmê didomîne. Kiryarên wî di komkujiya Berxbotanê ya Kobanê de bi qetilkirina 10 sivîlan ku piraniya wan zarok bûn, eşkere dike. Di heman demê de êrîşên li ser Elewiyan li herêmên peravê jî berdewam in. Têkoşîna li ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' wê bibe bersiv ji hemû nakokî û pevçûnên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."