Pêkhateyên Suryan û Ermen: Îradeya gel her dem bi ser dikeve
Jinên Ermen û Suryan têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta ku armanca wê têkbirina jiyana hevbeş a di navbera civakên herêmê de ye, tekez kirin û gotin: "Me bi hevgirtin û yekîtiya xwe destkeftiyên şoreşê bi dest xistin û em ê wî ruhê biparêzin."
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ên kirasê DAIŞ’ê ji xwe kirine lê bi xwe ji feraseta DAIŞ’ê wêdetir pênaseya tişteke din nakin, bi navekî din êrîşê destkeftiyên gelan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Êrîşan di 6’ê Çileyê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kirin. Li gelek bajaran komkujiyên mezin hatin kirin. Careke din berê êiîşan dan ser bajarê Hesekê. Di van êrîşan de hewl didin şerekî navxweyî derxin pêş û civaka ku bi hevgirtin û jiyana komînal xwe birêxistin kir, ji hev belav bikin.
Jinên ji pêkhateyên Suryan û Ermen ji ajansa me re axivîn û tekez kirin ku parastina destkeftiyên Şoreşa Jinan erka her kesê ye.
‘Li dijî zihniyeta ku îradeya jinan dike hedef rabin ser piyan’
Newal Selûm a ji pêkhateyên Suryanî diyar kir ku armanca êrîşan tunekirina gelên herêmê ye û got ku li van deveran ne tenê Kurd û Ereb, di heman demê de pêkhateyên Suryan û Ermen jî dijîn û wiha got: "Em her dem bi hev re jiyane û bi yekîtî û hevgirtina xwe em bûn xwedî gelek destkeftiyan lê niha ew dixwazin destkeftiyên me hedef bigrin û em ê vê yekê qebûl nekin."
Newal destnîşan kir ku rola jinan di vê qonaxê de ji bo yekîtiya jinan pir girîng e û got ku bi van êrîşan destkeftiyên jinan hedef digrin. Di pergala Rêveberiya Xweser de, wan xwe birêxistin kir û roleke pir girîng lîstin û di vê qonaxê de, pêwist e li hemû beşên Kurdistanê û ji hemû pêkhateyên wê bi hev re têbikoşin da ku li dijî zîhniyeta ku dixwaze îradeya jinan bişkîne derkevin.”
Newal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jinên, ji hemû mezheb û pêkhateyan, çekan bigrin û mal û erdên xwe biparêzin. Dem hatiye ku em xwe û hebûna xwe biparêzin.”
‘Êrîşên di vê qonaxê de berdewamiya komploya 1999’an e’
Anahîd Qasbiyan a bi eslê xwe Ermen e, destnîşan kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî herêmên Kurdan, komployeke navneteweyî ye û berdewamiya komploya 1999’an e û wiha berdewam kir: “Peyama me ew e ku çawa komploya li dijî Rêber Ocalan têk çû, em ê bi pêkhateyên herêmê re, bi hevgirtin û piştgiriya xwe, vê komployê bişkînin û mîras û hebûna xwe biparêzin. Divê hemû cîhan bizanibe ku ev êrîş li dijî Suryan, Asûr, Ermen, Ereb û Kurdan e û divê her kes li dijî polîtîkayên înkar û qirkirinê rabe.”
‘Rêveberiya Xweser bi hevgirtin û keda pêkhateyên herêmê hat avakirin’
Anahîd da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi xwîna gelên Kurd, Ereb, Suryan û yên din hatiye avakirin û got: “Ev rêveberî ne vala hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, em xwe dispêrin rêveberiya xwe ji ber ku ew îradeya me ye. Îradeya gel her dem bi ser dikeve û gelên vê herêmê em ê bi yekîtiya xwe, biparêzin û serkeftinê li ser eniya zarokên xwe xêz bikin.”