Pêkhateyên Hesekê: Em bi hêza xwe hene
Meclisa Civaka Ermen û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez kirin ku QSD û YPJ’ê azadiya gelan diparêze, gotin ku ew bi hêza xwe hene û anîn ziman ku hêza QSD’ê ya parastina tevahî Sûriyeyê heye.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re nîşan dan û tekez kirin ku QSD’ê ewlehî, edalet, wekheviya gelan misoger kiriye.
Endama Rêveberiya Meclisa Civaka Ermen Arev Qesebiyan tekez kir ku QSD hêzeke ji bo dawî li komkujiyên li ser gelan pêk tên bîne, ji hemû pêkhateyan ava bûye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Li dijî hebûna gelan bi salan e komkujî pêk tên û her pêkhateyek para xwe ji siyasetên qirkirinê girtiye. Di vê sedsalê de bi avabûna hêzeke weke QSD’ê ku xwedî fikir û bîrdoziyeke azad xwe birêxistin kiriye, mînak û nimûne li tevahî cîhanê ye. Dema em dibêjin QSD, em behsa hebûna pêkheteyan tê de dikin. Dem hatiye ku rê li ber komkujiyan were girtin, dem dema hebûnê ye û yên ku vê hebûnê biparêzin şervanên QSD’ê ne. Eger QSD nebûya wê halê me weke peravên Sûriye û Suweydayê bûya. Em nikarin bê QSD’ê bijîn ji ber ku ger ew nebe careke din em ê rastî komkujiyan werin. Em dixwazin QSD tevahî Sûriyeyê kontrol bike ji ber ku dilê me li ser gelê me yê Durzî û Elewî dişewite û mafên her pêkhateyê heye ku di welatê xwe de azad bijî û azadî jî wê bi hebûna QSD’ê misoger e. Ji bo em jiyana bi rûmet bijîn pêwist e em hêza QSD’ê xurt bikin û piştgirî bidin wê da ku em tevahî Sûriyeyê aram bikin.”
‘Yên duh me neçarî koçberiyê kirin îro di rêveberiya Şamê ya demkî de cih digrin’
Dayika bi navê Ezîza Hesen ku ji pêkhateyên Kurd e, ji bajarê Minbicê neçarî koçberiyê bûye tekez kir ku bê hebûna QSD’ê li herêmên dagirkirî ne mumkine û wiha anî ziman: “Baweriya me bi tu hêzê nayê ji bilî QSD’ê. QSD hemû pêkhateyan, ol û baweriyan diparêze. Yên ku du bi çekên giran û qedexekirî êrîşên hovane li dijî me pêk anîn û bûn sedem em neçarî koçberiyê bibin îro di rêveberiya demkî ya Şamê de cih digrin. Em çawa bi HTŞ’ê bawer bin! Li Şûna ku HTŞ gave yekem bavêje û koçberan vegerîne cih û warên wan îro li peravên Sûriyeyê Elewiyan qetil dike, li Suweydayê Durziyan tun dike û li herêmên cuda komkujiyan pêk tîne. Ji bo wê em vê hêzê qebûl nakin. QSD hêza yekem e di cîhanê de şerê li dijî terorê kir û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parast. Cihê herî ewle û cihê herî ku netew bi rehetî dijîn û bi ol û bawreriya xwe jiyana xwe didomînin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. QSD xwedî fikreke azad e û pêwistiya Sûriyeya mozayîk bi vê fikrê û rêxistinbûyînê heye. Rêveberiya Şamê gere şiyar be û bizanibe sîstema yekperest û olperest li Sûriyeyê nayê qebûlkirin û pêwist e peymana 10’ê Adarê pêk bîne û kesên sûcdar ên komkujiyan li tevahî Sûriyeyê pêk anîne û pêk tînin bidarzîne.”
‘Cihê YPJ lê nebe jin û civak rastî kiryarên bêexlaqî tên’
Ezîza Hesen bal kişand ser girîngiya Hêza Parastina Jin (YPJ) ku jinan ji zilm û zordariyê xelas dike û wiha got: “YPJ xwedî hêzeke girîng û mînak e, cihekî ku YPJ lê nebe wê tekez kiryarên xirab, zilm û zordarî werin ferzkirin. HTŞ jinan di her qadê de red dike lewma îro em dibînin kiryarên derexlaqî li peravên Sûriye û Suweydayê pêk tên. Em di wê baweriyê de ne ku Sûriye wê bi hebûna QSD û YPJ’ê bibe Sûriyeya demokratîk ji ber ku ev hêz xwedî îdeolojiyeke adil û azad e.”
‘Hêza QSD’ê heye hemû Sûriyeyê biparêze’
Xilûd Xelef a ji pêkhateyên Ereb e da zanîn ku QSD xwedî armanceke hevpar e û wiha anî ziman: “QSD hêzeke leşkerî ye ku hemû pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê di nav de hene. Xwedî armanc, fikir û hedefên hevpar e. Parastina gelan dike û li gorî berjewendiyên gelan tevdigere. Ji Ermeniyan heta Ereb, Suryan û Êzidiyan hemû di nava QSD’ de cih digrin û parastina rûmet û nasnameya xwe dikin lê belê em dibînin bi riya medyaya dîjîtal êrîşên dijwar li dijî QSD’ê pêk tînin. Em van êrîşan red dikin û bi dengekî dibêjin QSD hêvî û ewlehiya me ya jiyanê ye, zarokên me çawa me ji terorê rizgar kirin wê ji bo tevahî Sûriyeyê re jî ewlehî û aramiyê misoger bikin. Em dibînin îro li deverên ne di bin kontrola QSD’ê de çi bi serê gelan de tê.”