Parlementeran li ber şaredariyê qeyûm lê hatine tayînkirin bang kirin
Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hat tayînkirin. Parlementerên ku bi gel re li ber şaredariyê ne pêyama “Ji bo diziye hatin, em destûr nadin, em ê li berxwe bidin” dan.
AXÎN BAHAR
Amed - Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariya Êlihê û bajarokê Xelfetî ya Riha ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Li gel tayînkirina qeyûm partî û gel li ber şaredariyan kom bûn û bertek nîşanî biryarê dan. Li ber 3 şaredariyan li bendêman didome.
‘Dê encam negrin’
Parlementera Êlihê ya DEM Partî Zeyneb Oduncu li gel gel li ber şaredariya Êlihê bertek nîşanî biryara qeyûmê da, tayînkirina qeyûman li şaredariyên Kurdan yên di sala 2016 û 2019’an de bi bîrxist û wiha got: “Ji sala 2016’an heta niha li dijî îradeya gelê Kurd tundî û polîtîkayên zextê d dome. Fikra ku dê bi heman rêbazê encamê bigirin ji xefletek mezin wêdetir ne tiştekî din e. Li 3 bajaran qeyûm li şaredariyên me hatin tayînkirin. Polîtîkayên qeyûmê, berê jî ji aliyê gel ve nehatin qebul kirin. Cardin ev nayê qebulkirin û gelê me dê li ber xwe bide.”
‘Dê gel xwedî li îradeya xwe derbikeve’
Zeynep Oduncu da zanîn ku şaredariya Êlihê bi rêjeyek rekor ya dengan giha DEM Partî û wiha got: “Gel îradeya xwe nîşan da û hevşaredarên xwe hilbijartin. Wê ev encam neyê guherîn. Gel wê weke salên 2016 û 2019’an cardin li îradeya xwe xwedî derbikevin. Me xwedîderketina gelê xwe dît. Wê gelê me li qadan bin û gotinên xwe berdewam bikin.”
‘Ji bo diziye hatine, em destûr nadin’
Parlementera DEM Partî ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş piştî biryara qeyûmê çû ber şaredariya Mêrdînê û got: “Hemû parlementerên me, li gel hevşaredarên me em li vir in. Lê belê bi sedan hêzên ewlehiyê jî li vir in. Ji bo şaredarî bikin şaredariya dizan hatine. Em destûr nadin vê, em ê li berxwe bidin. Em îradeya xwe radestî wan nakin.”