Parlementera yekem ya reşik li Îngiltereyê rastî astengiya namzetiyê hat

Diane Abbott piştî ku ji ber îfadeyên xwe yên derbarê Yahudî û netewperestan de ji partiya xwe hate dûrxistin û cardin endamtiya partiyê qezenc kir, ragihand ku wê di hilbijartinên meha Tîrmehê were pêkanîn de ji Partiya Karkeran nebe namzet.

Navenda Nûçeyan- Diane Abbott ku yekem parlementera jin ya reş ya Îngiltere bû, wê di hilbijartinên pêşwext yên giştî welat were kirin de  ragihandin ku namzetbûna wê hatiye astengkirin. Diana Abbott daxuyanî da BBC û îşaret bi pêvajoya ku piştî ji partiye hate dûrxistin cardin erka wê hatiye îade kirin kir û got ku ji bo cardin ji partiya karkeran bibe namzet hatiye asteng kirin.

Çima cûda nêzî Diane dibin?

Havala Diane Abbott û parêzera mafê mirovan  Jacqueline McKenzie diyarkir ku divê hê zêdetir rêz li Diane Abbott were girtin û got ku dîtiye ku parlementerên din tiştên xirab kirine û got: “Çima cûda nêzî Diane dibin? Ev hê berfirehtir ji bo civaka  Karayîp ya Efrîqa hinek tiştan îşaret dike. Mirov bi fikarin.”

Rastî êrişên zayendperestî û netewperestî hat

Dîane Abbott ku di sala 1987’an de ji Partiya Karkeran weke parlementer hate hilbijartin û parlementera yekem ya reşik ku li welatê xwe dema herî dirêj erk kiriye, beriya nêzî salekê li ser îfadeyên xwe yên derbarê Yahudî û netewperestan ji partiya xwe hatibû dûrxistin. Di sala 2023’an de di nameya ji rojnameya Observer ya Îngiltere re şandî de ev tişt gotibû: “Bê guman pêşdarazê di ceribînin. Ev nêzî netewperestiyêye û ev dû peyv gelek deman bi awayê dikeve cihê hev tê bikarnîn… Gelek tibên mirovan yên spî, mînak kesên serê wan sor, raste ev pêşdaraz  ceribandine… lê belê heta dawiya jiyanê rastî netewperestiyê nayên.”

Ji ber îfadeyên di nameya xwe de Dîane Abbott ji partiya xwe hate dûrxistin, di dema parlementer de rastî gelek êrişên netewperestî û zayendperstî hatiye.