Parlamenterên jin ên Kurd ji bo Şerîfe Muhammedî daxuyanî dan
Parlamenterên jin ên Kurd li dijî pesendkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Muhammedî de daxuyanî dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina mafê jiyanê yê hemû jinên di bin gefê de tevbigerin.

Navenda Nûçeyan – Parlamenterên jin ên Kurd derbarê pesendkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Muhammedî de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşa jinan li Îranê bi fikar û hêrseke kûr tê şopandin û piştî kuştina Jîna Emînî û xwepêşandanên "Jin jiyana azad" ên piştre, zext, tundûtûjî, îşkence û binçavkirinên sîstematîk ên li dijî jinan berdewam dikin.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
“Wekî Parlamenterên Jinên Kurd, em bi fikar û hêrseke mezin rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dişopînin, ku piştî qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” rastî zextên giran, tundî, îşkence û girtinên sîstematîk tên.
Ev polîtîkayên li dijî daxwazên jinên ji bo wekhevî, azadî û jiyanek bi rûmet têne meşandin, ne tenê êrîşek li ser jinê ye, lê belê êrîşeke eşkere li ser mafên bingehîn ên tevahiya civakê ye. Rejîma Îranê bi armanca bêdengkirin û şikandina têkoşîna jinên, beden û hewildanên wan dike hedef, lê em bi bawer in ku ev zextên hovane nikarin li hember daxwazên mafdar ên jinên serkevin.
Yek ji mînakên herî giran ên vê zordariyê jiyana Peşxan Ezîzî û Şerîfe Mihemed e, ku bûne sembolên têkoşîna azadiyê. Şerîfe Mihemed ji sala 2023’an ve di girtîgehê de ye û piştî ku di sala 2024’an de biryara darvekirinê li ser wê hate dayîn, her çend ev biryar di 12’ê Cotmeha 2024’an de hat betalkirin jî, di van demên dawî de careke din hate pejirandin. Ev biryar ne tenê tehdîdeke bêqanûnî li ser jiyana wê ye, lê belê nîşaneyeke eşkere ya şîdeta sîstematîk û polîtîkayên zordar ên rejîmê li dijî jinê ye. Tehdîda darvekirinê, ku ji bo tine kirina dengê mafparêz ên jinên tê bikaranîn, li dijî qanûnên navneteweyî, peymanên mafên mirovan û nirxên mirovî yên bingehîn e.
‘Divê Şerîfe Mihemed û hemû jinên girtî demildest werin berdan’
Em wekî Parlamenterên Jinên Kurd bang li raya giştî ya cîhanê, saziyên mafên mirovan, tevgerên jin û hemû saziyên civaka demokratîk dikin ku li hember van binpêkirinan bêdeng nemînin. Bêdengiya li hember van kiryarên neadil, biryarên darvekirinê û girtinên bêbingeh dê rê li ber zilmên bêtir veke. Em daxwaz dikin ku civaka navneteweyî tavilê bikeve nav liv û tevgerê da ku mafê jiyanê yê Şerîfe Mihemed û hemû jinên di bin tehdîdê de ne biparêze, û ji bo rawestandina polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê li dijî jinê, gavên bandorker bavêje.
Têkoşîna azadiya jinê mafdar e. Em li kêleka jinên berxwedêr ên Rojhilatê Kurdistanê Îranê ne û em piştgiriyê didin dengê wan ên li dijî zordariyê. Em daxwaz dikin ku Şerîfe Mihemed û hemû jinên girtî demildest werin berdan û her cûre tundî, zext û tehdîdên darvekirinê yên li ser wan bên rawestandin. Em mekanîzmayên navneteweyî vedixwînin ku erka xwe bi cih bînin, ji ber ku em baş dizanin ku bêyî azadiya jinê, tu civak nikare bi rastî azad bijî.”