Parêzvanên mafên jinan ên Mexribî di qada dîjîtal de dibin hedef
Li Mexribê, parêzvanên mafên jinan dibin hedefa nû ya tundiya dîjîtal. Jinên ku li ser medyaya dîjîtal nerînên xwe tînin ziman, bi heqaret, gef, heqaret û kampanyayên lîncê yên dîjîtal tên bêdengkirin. Parastina yasayî hîn jî ne bes e.

HANAN HARET
Mexrib – Li herêmekê ku modernîzasyon û avahiyên kevneşopî li hev dikevin, tundiya dîjîtal, nemaze li dijî jinên ku mafên mirovan diparêzin, êdî tenê bûyerek nîne. Berovajî wê, bûye qadeke ku teknolojî wek amûrek ji bo bêdengkirin, biçûkxistin û bêrûmetkirinê tê bikaranîn.
Her çiqas veguherîna dîjîtal li welatên din ên Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn bi lez pêşve diçe jî, ev guhertin ji hêla rêziknameyên qanûnî yên têr an mekanîzmayên parastinê ve nayê destekkirin da ku ewlehiya jinan di hawîrdora dîjîtal de mîsoger bike. Platformên medyaya dîjîtal ku divê bibin cihên ku jin dikarin dengê xwe bi azadî bidin bihîstin, niha bûne şûrek dudevî. Dema ku jin ramanên xwe diyar dikin, ew gelek caran bi amûrên wekî ol, kevneşopî û heta siyasetê têne bêdengkirin.
Parêzvanên mafên jinan hedef digirin
Li Îtalyayê, parêzvana mafên mirovan a Mexribî Tria Bouksibi tenê ji ber ku piştgirî da du jinên koçber ên Mexribî yên ku rastî tundiya navmalî hatibûn, rastî kampanyayeke reşkirinê ya dîjîtal a tund hat. Tria got ku hevgirtina wê veguheriye êrîşên rêxistinkirî li ser jiyana wê ya taybet û malbata wê. Tria bi van gotinan qala wê pêvajoyê kir: "Piştgiriya qurbaniyan divê nebe sedemek ji bo lînçkirinê. Lê ez bi pratîkî li ber çavên xelkê hatim darvekirin. Êrîş bi rexneyan neman; bi gef, heqaret û destwerdana di jiyana min a taybet de berdewam kirin. Vê rewşê bi zelalî nîşan da ku baviksalarî di hawîrdora dîjîtal de çiqas xeternak bûye.”
‘Jinên ku bihêz dibin tên cezakirin’
Lê Tria Bouksibi dev jê berneda. Tria diyar kir ku wê giliyek fermî li rayedarên Îtalyayê kiriye û wiha got: "Pir girîng bû ku meriv nîşan bide ku jinên Mexribî, nemaze yên ku li derveyî welêt dijîn, ne hedefên hêsan in û qanûn jî wan diparêze." Gelek jinên mîna Tria tenê ji ber parastina mafên jinan rastî êrîşên bi vî rengî tên. Tria Bouksibi serpêhatiya xwe bi van gotinan vegot: "Di civakên me de, ji jinan tê hêviya bihêzbûnê tê kirin, lê gava ew bihêz bin, tên cezakirin. Serkeftina jinê hin kesan acis dike, ji ber vê yekê ew serî li çeka buxtan û gumanê didin."
'Beden û nasnameyên jinan dibin amûrên êrîşê'
Wafaa el-Badrî ku çalakvan û endama "Foruma Mexribî ya Ronakbîrî û Modernîteyê" ye, diyar kir ku tundiya dîjîtal li dijî parêzvanên mafên mirovan ên jin zêde dibe. Li gorî Wafaa el-Badrî, ev êrîş ne tenê ramanan hedef digirin; di heman demê de jiyana taybet, navûdengê pîşeyî, dayîktî û jinbûnê jî hedef digirin. Wafaa el-Badrî got, "Tundiya dîjîtal bi taybetî ji bo parêzvanên mafên jinan wêranker e. Ev êrîş carinan dibin amûrek ji bo tolhildana kesane an hesabpirsîna siyasî, zirarê didin rûmet û jêhatîbûnên wan ên pîşeyî."
Wafaa el-Badrî diyar kir ku nayê qebûlkirin ku jinên şervan di civakekê îdîa dike ku mafên mirovan diparêze de werin şermezarkirin û wiha got: "Tundiya dîjîtal cihê jinan di qada giştî de wenda dike û pêşî li pêşveçûna têkoşîna ji bo wekheviyê digre. Parêzvanên mafên jinan ji ber stereotîpên baviksalar ên kûr rastî zordestiya du alî tên. Laş û nasnameya jinê vediguhere amûrek êrîşê."
Jin çawa dikarin ji tundiya dîjîtal werin parastin?
Wefaa El-Bedrî û parêzvanên din ên mafên mirovan destnîşan kirin ku di têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal de nêzîkatiyek piralî girîng e. Wefaa El-Bedrî got, "Divê ev şer ne tenê bi rêziknameyên qanûnî, di heman demê de bi polîtîkayên giştî yên ku bi hesasiyeta zayendî di warên wekî perwerde, medya û tenduristiyê de hatine teşekirin jî were destekkirin" û wiha domand: "Divê heqaretên dîjîtal, nemaze ger ku jin û parêzvanên mafan hedef digirin, bi tundî werin cezakirin. Lê pirsgirêk ne tenê li ser qanûnan e. Guhertinên li ser bingeha wekheviyê di polîtîkayên perwerde, medya û tenduristiyê de ji bo veguherînek rastîn a civakî pêwîst in."
‘Hebûna parêzvanên jin a di qada giştî de jî didize’
Wefaa El-Bedrî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ger em dixwazin civatek ava bikin ku mafên mirovan diparêze, divê em feraseta ku jinan biçûk dibîne û jinên ku têdikoşin bêrûmet dike jî, biguherînin. Tundiya dîjîtal ne tenê baweriyê dikuje; ew hebûna parêzvanên jin a di qada giştî de jî didize. Di encamê de, têkoşîna ji bo wekheviyê paşve diçe û guhertin divê xebata hevbeş a gel be, ne ya elîtan be."