Di gotûbêjên têkildarî pirsgirêkên jinan ên di çarçoveya şer de jibîrkirina bîra rexnegir

Eger gotarên têkildarî maf û jiyana jinan hêza xwe ya rizgarker biparêzin, nikarin xwe bi mantiqa şer re li hev bikin, heta demkî an jî taktîkî. Şer wek şertek ne tenê laşan dişewitîne, her wiha îhtîmala xeyalkirina pêşerojek cûda jî sînordar dike.

ŞÎLA QASIMXANÎ

Navenda Nûçeyan – Eger em ji fikra Hannah Arendt dest pê bikin ku dibêje "taybetmendiya herî girîng a tevgerên totalîter ew e ku zû tên jibîrkirin û şûna wan digirin" em dikarin têkiliya di navbera şer, desthilatdarî û jibîrkirinê de li Îranê îro ji nû ve bixwînin. Bi taybetî jî eger em ji perspektîfa zayendî ve, bi balkişandina ser ezmûna jinan li vê têkiliyê binhêrin.

Şer çîrokan ji nû ve dinivîse

Di çarçoveya şer de ne tenê tundî tê hilberandin, mekanîzmayên jêbirina bîranînan jî wisa ne. Şer wek rewşek îstîsnaî, ne tenê laşan hedef digire, her wiha çîrokan ji nû ve dinvîse. Di vê pêvajoyê de dengên paşguhkirî ji yên din bêtir têne bêdengkirin û jin di nav van dengan de cihekî navendî digirin. Totalîtarîzm ne tenê wek pergalek siyasî ya girtî ye, wek cureyek "aboriya baldariyê" jî dikare were fêmkirin; pergalek ku pêvajoyên dîtin û jibîrkirinê di heman demê de têne rêvebirin. Şer vê pêvajoyê girantir dike. Di rewşên wiha de dibe ku hin gotarên têkildarî pirsgirêkên jinan, bi zanebûn an nezanî, xwe bi vê mantiqê re li hev bikin, bi taybetî dema ku dijminê derve tê pêşînkirin û rexneyên navxweyî têne paşxistin.

Îhtîmala dîtina şer wek amûrek ji bo şikandina statuya heyî pêşkêş dikin

Di mehên dawî de, têkiliya di navbera gotara jinan û şer de careke din bûye mijara nîqaşeke dijwar. Ev nîqaş berê li çar aliyê cîhanê di çarçoveya rexnekirina tiştê ku wek "femînîzma emperyalîst" tê binavkirin de hatibû raberkirin, ku hin gotar di dema şerên wek yên li Efganistan û Iraqê de, bi rêya retorîka "rizgarkirina jinan" nêzîkî rewakirina destwerdana leşkerî bûn. Di şerê dawî yê li Îranê de, argumanên wekhev di medyaya civakî û di çapemeniyê de, di nav hin kesên ku xwe wek çalakvanên mafên jinan nas dikin, dest bi eşkerebûnê dikin. Ev arguman "pêdiviya dîrokî" an "neçarbûna tundiyê" tekez dikin û îhtîmala dîtina şer wek amûrek ji bo şikandina statuya heyî pêşkêş dikin. Pirsgirêka li vir ne belavbûna van helwestan e, çarçoveya ku têgihîştineke wisa gengaz dike ye.

Li vir girîngiya "bîra rexnegir" eşkere dibe. Gotarên ku bi lez têne guhertin ew in ku şiyana xwe ya parastina dûrbûna rexnegir winda kirine. Her gava ku gotarek li ser pirsgirêkên jinan xwe bi aliyekî an aliyekî din ê tundiya navxweyî an derveyî re hevrêz dike, li şûna ku herduyan rexne bike, ew bi bandor beşek ji bîra xwe ya rexnegir berdide.

Çima ev jibîrkirin çêdibe?

Bersivek dikare di "fişara rewşê" de were dîtin. Şer bi afirandina hestek lezgîn, dihêle ku prensîb werin rawestandin. Di rewşên wiha de qebûlkirina ramana ku "niha ne dema bilindkirina van rexneyan e" hêsan dibe. Lê ev rawestandin dikare bibe sedema ji nû ve hilberandina heman avahiyên ku ev gotar dixwazin wan bişkînin.

Divê mirov ji cazîbeya vegotinên sade haydar be. Şer cîhanê vediguherîne duqatiyên wek başî û xerabiyê. Her çend ev sadekirin ji bo seferberiya siyasî bibandor be jî, ji bo analîzkirina ezmûnên jinan têr nake. Ji ber ku ev ezmûn pir caran di navbera van qutban de ne di nav yek ji wan de têne şekildan.

Bo mînak, di gelek vegotinên fermî de jin, an wekî qurbaniyên bêdeng an jî wekî sembolên berxwedanê têne nîşandan. Herdu wêne jî, her çend beşek ji rastiyê nîşan bidin jî, di dawiyê de hêza jinan sînordar dikin. Berovajî vê, nêzîkatiyek analîtîk a li ser ezmûna jiyanî divê bikaribe tevliheviya van rewşan eşkere bike; ango ezmûna jinan ku di heman demê de bi awayên cûda yên zordariya navxweyî re rû bi rû dimînin û ji encamên şer bandor dibin.

Rola medyayê ya di avakirina rastiyê de

Di vê çarçoveyê de medya tevî yên ku îdîa dikin ku piştgiriyê didin mafên jinan, roleke girîng dilîzin. Medya ne tenê rastiyê nîşan dide, her wiha beşdarî şekildana wê jî dibe. Redkirina pirsîna hin pirsan, çi ji ber zexta siyasî çi jî ji ber sedemên hestyarî, dikare amneziyê xurt bike.

Pirsgirêka sereke ya ku çalakvanên jin û dezgehên medyayê pê re rû bi rû dimînin ev e: şer çawa dikare bêyî dubarekirina vegotinên serdest were nixumandin? Û çawa dikare helwesteke rexnegir li hember formên cûda yên tundiyê di heman demê de were girtin?

Dibe ku bersiv di vegera prensîbên ku vê qadê diyar dikin de be: balkişandina ser jiyan, laş û ezmûna jiyanî. Ev nêzîkatî hewce dike ku analîza şer ji perspektîfa kesên ku herî zêde bandor lê bûne, di nav de jin, zarok û komên din ên paşguhkirî, dest pê bike. Şer destkeftiyên jinan, çi takekesî, kolektîf, çi civakî, ber bi hilweşîn û xirabûnê ve dibe. Encamek ku di tu çarçoveyek rewşenbîrî an çalakvan de cîh tuneye û ji daxwazên têkoşîna jinan a ku di gelek salan de hatî bidestxistin, dûr e.

Di asteke pratîkî de, ev nêzîkatî dikare bibe sedema çend aliyan: dûrketina ji rûmetdayîna şer, tewar li hember rejîmên zordar jî, ji ber ku şer kapasîteya zordariyê xurt dike; parastina dûrbûnek krîtîk ji hemû aliyên desthilatdar û di dawiyê de hewl dayîna ji nû ve avakirin û parastina bîranînê.

Ji nû ve avakirina bîranînê dibe ku karê herî girîng be; li hember mantiqa jibîrkirinê, belgekirin û ji nû ve vegotina çîrokan ji bo pêşîgirtina li guhertina bilez û erzan a gotaran girîng dibe.

Di dawiyê de, ger ev gotar hêza xwe ya rizgarker biparêzin, ew nikarin bi mantiqa şer re bi hev re bijîn. Ji ber ku şer, ji bilî wêrankirina fîzîkî, asoyên xeyalkirina pêşerojê jî sînordar dike. Parastina pirsên ku şer dixwaze bêdeng bike - pirsên jiyanê, edaletê û lêçûna mirovî ya tundiyê, dibe ku yek ji wan çend rêyan be ku meriv li hember vê sînordarkirinê bisekine.