Parêzvana mafên jinan Mehsa Zareî hat girtin

Çalakvana mafên jinan Mehsa Zareî li Kirmaşanê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hate girtin û birin cihekî nediyar.

Navenda Nûçeyan – Saziya Îtlaata Îranê îro bi ser mala parêzvana mafên jinan Mehsa Zareî ku li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê dijî, girt. Hat ragihandin ku efserên îstîxbaratê bêyî pêşkêşkirina ti biryara dadgehê ketine mala malbata Mehsa Zarei û ew binçav kirine.

Her çend çend demjimêr di ser girtina wî re derbas bûne jî, rayedaran di derbarê sedema girtina wî an jî sûcdariyên li dijî wî de ti daxuyaniyek fermî nedane.

Mehsa Zareî (33) di salên dawî de gelek caran ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû gazîkirin û lêpirsîn lê hatibû kirin. Tê gotin ku ew bi taybetî di dema Cejna Newrozê de ji aliyê dewleta Îranê ve rastî zextên cidî hatiye.