Parêzer Ebru Akkal: Divê ji bo Mafê hêviyê sererastkirin bên kirin
Sekretera Giştî ya OHD’ê parêzer Ebru Akkal diyar kir ku tecrîda li Îmralî didome û got: “Divê bê derengmayîn ji bo avakirina şertên ku birêz Ocalan bikaribe rola xwe bilîze û mafê hêviyê sererastkirinên zagonî bên kirin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir û Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. PKK diyar kir ku ji bo komkirina kongreyê divê qadeke bi ewle were avakirin û Abdullah Ocalan bi xwe kongreyê bi rê ve bibe. Di ser daxuyaniya ku hat dayîn re mehek derbas bû, têkildarî şertên tecrîdê gavek nehatiye avêtin.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî nîqaşên di mijara çarçoveya mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan derketina ji girtîgeha Îmraliyê de got: “Mafê hêviyê mijarek di mewzuat û qanûnên me de tune ye.”
Astengiyên li pêşberî pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMM) re rabû. DMME’yê di sala 2014’an de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirin ê’ da. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya di navbera 17-19 'ê Îlonê de biryara binpêkirina DMME’ê nîqaş kir û hişyarî da Tirkiyeyê ku divê tedbîrên pêwîst tavilê bên girtin, nexwe wê di Îlona 2025'an de di civînê de biryareke demkî were amadekirin. Lê belê tevî biryara 'binpêkirinê' û hişyariyan jî hê tu gav nehatiye avêtin.
Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûnasên ji bo Azadiyê, parêzer Ebru Akkal diyar kir ku tevî banga aştiyê li Îmraliyê tecrîd didome û got: “Divê sererastkirinên zagonî demildest bikeve meriyetê.”
‘Bi bangê pêvajoyek nû dest pê kir’
Ebru Akkal îfade kir ku bi banga hatiye kirin re pêvajoyek nû dest pê kiriye û got: “Her çendî bi birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin û bang hem di raya giştî ya Tirkiyeyê de, hem jî di raya giştî ya cîhanê de ciheke cidî girtibe jî lê belê em nikarin bibêjin hê şertên bingehîn ên tecrîdê ji holê rabûye.”
Ebru Akkal destnîşan kir ku hê parêzer û malbata Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinên heftane bikin û wiha got: “Grava Îmraliyê hê ne cihek wisane ku parêzer bikarin biçin û raste rast li gel Abdullah Ocalan hevdîtin bikin. Li aliyê din ev zêdeyî 10 salan e biryara DMME’ya nayê pêkanîn heye. Lê belê hê rewşa nediyariyek ku sererastkirinên zagonî der barê mafê hêviyê de bi kîjan awayî were kirin heye.”
‘Divê ji bo mafê hêviyê sererastkirinên zagonî bên kirin’
Ebru Akkal anî ziman ku OHD’ê bi awayekî bi rêk û pêk ji bo mafê hêviyê bikeve meriyetê serlêdan dikin û wiha domand: “Ji aliyê me ve mafê hêviyê, biryarek ku divê di sala 2015’an de hatibûya pêkanîn. Lê belê ji ber hinek sedemên polîtîk, sûdgirtina birêz Ocalan ji mafê hêviyê hat taloqkirin. Divê bê derengmayîn ji bo avakirina şertên bi tendurist ku birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze were avakirin. Ji bo mafê hêviyê divê sererastkirinên zagonî bê kirin û madeyên ku divê bên rakirin, ji meriyetê bê rakirin.”
Ebru Akkal îfade kir ku gel jî di nava bendewariyek mezin dene û di aliyê ku ev pêvajoya dîrokî bi awayek tendurist were meşandin, divê şertên pêwîst yê azadiyê bê pêkanîn û got: “Divê pozisyona birêz Ocalan ji nedîtîve neyê dîtin.”
‘Em bersivên serlêdanên xwe nagirin’
Ebru Akkal destnîşan kir ku weke parêzer bersivên serlêdanên ku kirine nagirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Herî dawî me di meha Cotmehê de li ber Dadgeha Destûra Bingehîn bi beşdariyek berfirek daxuyanî da. Careke din sala borî di meha Çileyê de me weke 1330 parêzeran serî lî Wezareta Edaletê da. Ji wê demê heta niha bersiva serlêdanên me nehatine dayîn. Her çend hê hevdîtin bidome jî ne mimkun e em bibêjin Tirkiye di nava mewzûata zagonî û quralên hiqûqê de pergaleke hevdîtina tê jiyîn de ye. Niha jî hê rewşa tecrîdê heye.”