Parêzer Dîren Cavahîr Şen: Jinan dest ji têkoşîna maf bernedane

Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê Parêzer Dîren Cevahîr Şen anî ziman ku bi nêzbûna 25’ê Mijdarê re, pêkanîna sala malbatê, veguheriye mudaxeleya sîstematîk a mafên jinan.

ELÎF AKGUL

Stenbol – Li Tirkiyeyê 2024’an weke ‘sala malbatê’ hat îlankirin, çarçoveyek ku hikumetê polîtîkayên xwe yên malbatê navendî kiriye pêşkêş kir. Bi dirûşma ‘malbata bi hêz, civaka bi hêz e’ Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ‘sala malbatê’ ragihand û hê di peyva yekem de daxwaza xwe ya ‘3 zarokan’ anî ziman. Di daxuyaniya pêkanîna baldayîna ser hejmara zarokan de, heta jiyana kar a jinan diyar kir ku dê gelek ‘nûbûn’ çêbibin. Bandora vê polîtîkayê li ser mafên jinan ên hatine bidestxistin bi rexneyan hat pêşwazîkirin.

‘Bi gotinên weke malbat malbata pîroz jin li ber çav nayên girtin’

Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê parêzer Dîren Cevahîr Şen ji ajansa me re axivî û wiha got: “Sala 2025’an di aliyê jinan de bi windabûn û mudaxeleyan derbas bû. Balkişandina ser ‘sala malbatê’ em dizanin ev demek e tê kirin lê belê her kes difikire ku ev sala malbatê çi ye. Daxuyaniyek diyar a yên vê îlan kirine jî nîn e. Gotinên weke ‘malbat, malbata pîroz’, ne tiştên ku jinan li ber çavan digre û di parêze ye.”

Dîren Cevahîr Şen diyar kir ku polîtîka parçeyek mudaxeleya bi pergal e û wiha got: “Hatina rojevê ya 11’emîn paketa darazê, di hemû ewraqên fermî de dîtina mohra ‘sala malbatê’... Ev hemû parçeyek  amadekariyê bûn. Ev pêvajo ne yeksalî ye, gav bi gav hat van deran. Ev hemû nîşaneyên rasterast mudaxelekirina jiyana jinan û bedena wan in. Neçûyîna muayeneya jînekolog a jinên 23 salî, li nexweşxaneyên dewletê kurtajnekirin... Tevî ku kurtaj mafeke zagonî ye, li nexweşxaneyên taybet jî neyê kirin, ev paşketinek cidî ye.”

‘Armanca bingehîn dûrxistina jinan ji jiyana kar e’

Dîren Cevahîr Şen destnîşan kir ku di warê mafên jinan de paşketinek zêde heye û ev tişt got: “Hikumeta îro, desthilatdariya siyasî hemû pêkanînên dijminatiya jina bi fiîlî pêk tîne. Di aliyê LGBTÎ+ de rewş wiha ye. Ala keskesor, weke sûc tê dîtin, qedexekirina meşa şevê ya femînîst... Sala malbatê îlan dike lê belê malbat tê mehkûmkirin. Zewac tê teşwîqkirin lê belê em dizanin di wê hêlînê de rewşa jinan wê çi be. Her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Tevî biryara parastinê, jin ji aliyê mêran ve tên kuştin an jî birîndarkirin. Jin di qadeke bê ewle de dijîn.”

‘Jiyana jinan tê sînordarkirin’

Dîren Cevahîr Şen ji bo sala malbatê wiha got: “Armanca bingehîn, dûrxistina jinan ji jiyana kar û jiyana civakê ye. Armanca wan ew e ku jinan mehkumî malê bikin, tenê zarokan bînin û xwedî bikin, dema hevjînên wan ji kar tên ji wan re xwarinê amade bikin. Dixwazin jiyana jinan pasîfîze bikin. Ev tê wateya girtin û sînordarkirina jinan. Jiyana me her roj zêdetir tê sînordarkirin.”

‘Tiştên baş jî çêdibin’

Dîren Cevahîr Şen, li ser newekheviyên pergalî ku jin weke kirde nayên dîtin û doza ku du jinên parêzer li dijî jinên ku dizewicin û derbasî nifûsa mêran dibin vekirine mînak nîşan da û got: “Her çendî wek ku bi derziyê bîr were kolandin jî tiştên baş çêdibin. Bi zewaca jinan re jin dikevin nifûsa mêran, ji ber vê yekê doz hat vekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn kontrola norm kir. Bi vê wateyê girîng e. Em diwê hêviyê de ne biryarek beş jê derbikeve. Dibin pêkanîna heyî de, fikrên ku jinan weke kesek serbixwe nebîne heye. Ev pêkanîn li dijî Destûra Bingehîn, peymanên navneteweyî û mafên mirovan in. Lê belê di nava rêkûpêkiya darazê ya biryarên AYM’ê nas nakin de nîqaşkirina van jî ne realist e.”

Dîren Cevahîr Şen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jinan dest ji têkoşîna xwe ya maf bernedaye. Ev têkoşîn ne nû ye. Têkoşîneke bi awayê enternasyonal li her derê cîhanê didome.”