Yemen û Efganistan ji bo jinan di rêza weletên herî bi xeter de ne

Li gorî rapora navneteweyî Yemen piştî Efganistanê di aliyê jinan de weke welatê duyem ê herî bi xeter hat binavkirin. Ev rêzkirina asta hilweşîna civakî û mirovî ji ber şerê ku li welat bi salan e didome radixe ber çavan.

Navenda Nûçeyan – Li Yemenê jin, rûbirûyî rastiyek tevlîhev ku pirsgirêkên ewlehî, civakî û aborî ketiye nava hev de ne. Ev rewş gelek bi xeter e, ji ber nebûna aramiyê fikarên der barê tundiya xwe dispêre zayenda civakî û binpêkirinên mafan dê hê belav bibe zêde dike.

Li gorî lîsteya Jin, Aştî û Ewlehiyê ku di 10’ê Gulanê de ji aliyê World Population Review ve hat weşandin, Yemen di aliyê jinan de weletê duyem ê herî bi xeter e. Yemenê 0.323 puan girt û bi 0.279 puanan li pişt Efganistana ku di serê lîsteyê de ye cih girt. Lîste xwe dispêre, asta ewlehiya jinan, maf û xwedî firsendên li welatên cuda yên dinyayê dipîve.

Yemen û Efganistan welatên herî bi xeter in

Raporên navneteweyî diyar dikin ku li Yemenê jin ji ber pevçûnên çekdar ên didomin, lewazbûna saziyan û hilweşîna xizmetên bingehîn ên weke torên parastina civak û perwerdeyê rû birûyî pirsgirêkên ku her ku diçe giran dibin in. Xirabûna rewşa aborî û hilweşîna binesaziyan, pêwîstiya malbatan a bi alîkariyê mirovî û karên bê ewle zêde dike, qelsbûna jin û zarokên keç kûrtir dike.

Di aliyê jinan de di lîsteya welatên herî bi xeter de, Efganistan, Yemen, Komara Efrîqaya Navend, Sûriye, Sûdan, Haiti, Komara Kongo ya Demokratîk, Burundi, Başûrê Sûdanê û Myanmar cih digrin. Xala hevpar a van welatan, herêmên ku krîza mirovî ya giran û pevçûnên navxweyî li wan tê jiyîn in. Ev rewş asta ewlehiyê bilind dike, xwegihandina jinan a xizmetên bingehîn jî bi awayek cidî sînordar dike.

Rapor şertên giran ên ku jinên li herêmên bi pevçûn, diteyîsîne. Li van herêman xetera tundiyê zêde dibe, derfetên xebat û perwerdeyê kêm dibin, di qada ku aramiya siyasî û aborî nemaye de mekanîzmayên parastinê jî her diçe lawaz dibin.