Odeya Bijîşkan a Mêrdînê der barê şewatê de pêşrapor weşand

Odeya Bijîşkan a Mêrdînê pêşrapora lêkolînê ya têkildarî şewata ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dane de temam kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku beşa tedawiyên şewatê li nexweşxaneyên bajar tune ye.

Navenda Nûçeyan- Odeya Bijîşkan a Mêrdînê pêşrapora xwe ya têkildarî şewatê di 20’ê Hezîranê de li gundên di navbera navçeya Şemrexa Mêrdînê û Xana Axpar a Amedê de derketibû, 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, temam kir.

Odeya Bijîşkan di raporê de diyar kir ku ji dema saetên ewil ên şewatê ve çûne herêmê û tesbît kirine ku, hêma û pêşniyarên xwe bi 9 xalan rêz kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di şewatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, 74 kes birîndar bûne, zêdetirî hezar û 500 pez telef bûne û nêzî 50 hezar donim zeviyên çandî ji şewatê bi bandor bûne.

Beşa şewatê tune ye

Di raporê de hat diyarkirin ku şewat bi şev derketiye û xwegihandina hinek deran zehmet bûye lewma mudaxeleya ji bejahî ve kêm maye û wiha hat gotin: “Ji hewayî ve mudaxele nehat kirin lewma windahî zêdetir bûn. Li ser bangawaziyê, xebatkarên tenduristiyê bersiv dan û hejmareke têrker a xebatkarên tenduristiyê mudaxeleyî bûyerê kirin. Ji ber ku li bajarê me beşa tedawîkirina şewatê tune ye lewma gelek birîndar sewqî nexweşxaneyên bajarên derdorê hatin kirin û vê yekê rê li ber mirina mirovan vedike.”

‘Divê di warê tendirustiya gel de xebat bên kirin’

Di raporê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku xebatên vemirandinê yên piştî şewatê kêm bûne û ev yek jî xetereya derketina şewatên nû çêdike û ev tişt hat gotin: “Partîkulên tenik ên ji dûkela şewatê derketin rê li ber nexweşiyên dil û sihan, penceşêr û mirinên zêwext vedikin. Bi taybet jî nexweşên bêhnkurt, KOAH, bronşît, nexweşiya pişika kronîk, dil-demar, kesên kal, zarok, ducanî, nexweşên qelewiyê û hwd. di bin xetereyeke mezin de ne. Bi taybet jî dema cihên ji şewatê bi bandor bûn tên paqijkirin, hewceye ji ber bermayiyên dûkolê û xweliyê hişyar tevbigerin û nehêlin dîsa tev li hewayî bibin. Hat dîtin ku divê ji hêla tenduristiya gel ve xebat bên kirin û ev yek girîng e.”

‘Divê di aliyê dayîna nûçeyan de baldar bin’

Di raporê de bal hat kişandin ser dayîna nûçeyên şewatê di çapemeniyê de û wiha hat gotin:

“Li gorî agahiyên ewil, şewat ji ber têlên cereyanê derketiye û piştre ji ber bayê pir zû belav bûye. Di bûyerên wiha travmatîk de heke berpirsyar hebin divê bên tesbîtkirin, pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin, pêvajoyeke adilane û zelal were meşandin. Ji ber ku tesîskirina hesta edaletê bandoreke erênî li ser başbûna mirovan dike. Di heman demê de pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî û vegera li xebata rojane, ji bo derbaskirina vê travmayê pir girîng e. Ji bo mexdûriyeta çêbûyî ji holê rabe divê tavilê maseya krîzê were avakirin û herêm weke herêma karesatê bê ragihandin.

Ji bo bandorên ruhî yên travmatîk kêm bibin, hewce ye dîmenên hesas ên têkildarî bûyerê (dîmenên mirov û ajalên birîndar, zindiyên êşê dikşînin) neyên parvekirin. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane kesên ku hewl dan mudaxeleyî şewatê bikin in. Ev yek nîşan dide ku di vê mijarê de xwedî tecrube û agahiyan nîn in. Divê di vê mijarê de gel bê perwerdekirin. Em dizanin ku heke tedbîr û mudaxeleyên pêwîst bên kirin dê ev karesat wiha mezin nebin. Dema mirov li aliyên civakî, şexsî, aborî, ekolojîk û tenduristiyê dinêre, dibîne ku girîng e disiplînên cuda yên bajar bi hev re bixebitin. Em ê vê mijarê bişopînin û ji bo piştevaniya bi saziyên cemaweriyê û taybet û rêxistinên civaka sivîl re amade ne.”