Li Cezayirê ji bo jinên xwedî pêdiviyên taybet proje hat destpêkirin
Federasyona Kesên Astengdar a Cezayîrê, di çarçoveya çalakiyên xwe û kampanyaya çalakiyên 16 Rojî ya li dijî tundiya li ser jinê de, bi armanca bihêzkirina mafên jinên xwedî pêdiviyên taybet de projeyek nû da destpêkirin.
NECWA RAHÊM
Cezayîr – Federasyona Kesên Astengdar a Cezayîrê, duh 26’ê Mijdarê bi hevkariya Fona Înîsiyatîfên Herêmî ya Kanadayê (FCIL/CFLI) re, projeyek nû ya binavê "Maf û Rûmet: Li Cezayîrê Pêşîgirtin û Parastina Tundiya li dijî Jinên Astengdar " da destpêkirin. Ev gav, di aliyê xebatên qadê ya ji bo parastina mafên jin û zarokên keç ên xwedî pêdiviyên taybet de li seranserê welat mîna mînaka ewil tê hesibandin.
Projeyê, armanc dike tundî û cudakariya ku jinên astengdar rastî tên, lê gelek caran nayê dîtin belge bike û van binpêkirinan di aliyê civak û saziyan de eşkere bike.
‘Bihêzkirina jinên xwedî pêdiviyên taybet girîng e’
Seroka Federasyona Kesên Astengdar a Cezayîrê Atika El-Maamrî, diyar kir proje armanc dike ku bi qeydkirina dozan hişyariya raya giştî zêde bike û xwegihandina cihên ewle ya jinên astengdar a ji bo îfade û parêzvaniyê mîsoger bike. Atika El-Maamrî, destnîşan kir ku bihêzkirina jinên xwedî pêdiviyên taybet a di aliyê hiqûqî û civakî de di parastina rûmet û mafên wan de gavek bingehîn e.
Atika El-Maamrî, behsa armancên projeyê kir û wiha got: “Di nava armancên projeyê de, têgihîştina baştir a binpêkirinên li dijî jinên xwedî pêdiviyên taybet, bihêzkirina jêhatîyên wan ên lîdertî û parêzvaniyê û mîsogerkirina bandora wan a polîtîkayên giştî cihdigre. Her wiha bername armanc dike ku bi rêya atolyeyên lêkolînê dengê jinên bêparastin bide bihistin. Proje semînerên li ser tundî, komên piştgiriyê ya ji hiqûqnasan pêktê, rûniştinên perwerdehiyê yên 3-6- roji ya li ser mafên mirovan, peymanên navneteweyî û parêzvaniyê pêk tê.”
Hûrguliyên herî girîng ên projeyê
Atika El-Maamrî, diyar kir di nava hêmanên sereke yên projeyê de çêkirina 10 anketên qadê yên têkildarî jinên bê parastî heye û ev yek dê ji bo biryarderan tabanekî daneyan a pêbawer biafirîne û got: “Her wiha proje armanc dike amûrên qanûnî yên pratîkî ku pêkanîna Qanûna nû ya bi hejmara 25-01’an hêsan bike pêşbixe û mekanîzmayên çavdêriya ya di nava saziyan de avabike. Her wiha proje armanc dike ku mekanîzmayên şefafiyeta civakî û hesabdayînê xurt bike û pergalên çavdêriya hevbeş di navbera komeleyan, saziyên hikûmetê û parêzeran de ava bike.”
‘Bername bi kampanyaya çalakiyên 16 Rojî re destpêkir’
Atika El-Maamrî, destnîşan kir ku bername bi Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê re destpêkir û diyar kir ku ew girîngî didin pêşxistina lîderên jin û pêşxistina hevkariyên mayînde. Atika El-Maamrî, bi bîr xist ku jinên xwedî pêdiviyên taybet him rastî tundiyê û him jî rastî cudakariyê tên û diyar kir ji bo ku jinên xwedî pêdiviyên taybet di qada maf û azadiyê de bên bihêzkirin, planekî stratejîk dimeşînin.