OCHA: Qedexeyên Talîbanê alîkariya ji bo jin û zarokên keç ên Efgan asteng dike

Rapora mehane ya NY’ê eşkere dike ku di Cotmeha 2026’an de 29 bûyerên destwerdanê di gihîştina alîkariyên mirovî de hatine tomarkirin, ji vana 11 der barê sînorkirinên li ser bingeha zayendî de ne.

Navenda Nûçeyan - Ofîsa Netewên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku di Cotmeha 2026’an de li Efganistanê bi temamî 29 bûyerên ku tê de destwerdan an sînordarkirinên li ser gihîştina mirovî û çalakiyên rêxistinên alîkariyê hene. 11 ji van bûyeran sînordarkirin û astengiyên li ser bingeha zayendî yên ku jin û zarokên keç pê re rûbirû dimînin e.

29 bûyerên deswerdan û astengkirinê

Li gorî rapora mehane ya OCHA’yê ya bi sernavê “Nêrîna gihîştina mirovî li Efganistanê” 29 bûyerên ku hatine tomarkirin wiha hatine rêzkirin: 21 bûyerên mudaxeleya xebatên alîkariya mirovî, 4 bûyerên tundiya li dijî personel, mal û milkên alîkariyê, yan tesîsên wê, 3 bûyerên têkildarî operasyonên leşkerî an şerên berdewam û bûyereke astengkirina gihîştina kesan di dema pêdiviyên mirovî yan mafan de.

OCHA’yê diyar kir ku 21 bûyerên destwerdanê di xebatên mirovî de ev in: Sînordarkirinên li ser beşdarbûna karmendên jin di operasyonên alîkariyê de 4 bûyer, di derengketin an zehmetiyên di îmzekirina mutabakatan (MoU) de 3 bûyer, destwerdana di pêkanîna bernameyê de 4 bûyer û daxwazên ji bo agahdariyên hesas ên têkildarî karmendên mirovî an wergirên alîkariyê de 3 bûyer qewimîne.

11 bûyerên sînordarkirina li ser bingeha zayendî

Raportê her wiha 11 bûyerên sînordarkirinên li ser bingeha zayendî belge kir. Di nav van bûyeran de astengkirina mamosteyên jin û xebatkarên tenduristiyê yên jin ji pêkanîna erkên xwe, sînordarkirina beşdariya jinan di bernameyên debara jiyanê de û astengkirina gihîştina jin û zarokên keç a xizmetên tenduristiyê yên bingehîn û materyalên pêwîst ji bo parastina rûmeta wan hebûn. Çar ji van bûyeran rasterast bandorê li beşdariya xebatkarên alîkariyê yên jin kir. Di heman demê de du bûyeran gihîştina jinan a xizmet û alîkariyên mirovî sînordar kir. Di bûyerek ku hat ragihandin de, rayedarên Talîbanê belavkirina pêdiviyên paqijiyê û yên bingehîn ji bo jinan sînordar kirin û daxwaza nirxandin û pejirandinên zêdetir kirin. Li gorî OCHA’yê, heta roja ku rapor hatiye amadekirin, rayedarên têkildar bii awayê nivîskî yan daxuyaniyek zelal der barê pêvajoya erêkirina van materyalan de nedane.

Herî zêde bûyer li rojavayê Efganistanê qewimîne

Dema ji aliyê belavbûna erdnîgarî ve lê bê mêzekirin tê dîtin ku herî zêde bûyer, li 15 herêmên rojavayê Efganistanê hatine tomarkirin. Piştî wê herêma başûr bi şeş bûyeran û herêma başûr-rojhilat bi sê bûyeran tê. Du bûyer li herêmên çiyayî yên rojhilat û navendê hatine tomarkirin. Her wiha bûyerek li herêma bakur hatiye tomarkirin. Li ser bingeha parêzgehan, Herat bi 12 bûyeran xwedî hejmara herî zêde bûyeran bû.

Hişyarî hat dayîn

OCHA’yê hişyarî da ku sînorkirinên li ser bingeha zayendî hê jî astengiyeke girîng in ji bo operasyonên mirovî li Efganistanê. Ev sînorkirin hem beşdarbûna xebatkarên alîkariyê yên jin di pêşkêşkirina xizmetan de asteng dikin hem jî gihîştina jin û zarokên keç ên hewcedarî alîkariyê û her wiha tenduristî, perwerde û xizmetên piştgiriyê sînordar dikin.

Ev rapor xwe dispêre dane û bûyerên ku ji hêla rêxistinên mirovî ve bi riya ‘mekanîzmaya çavdêrîkirin û raporkirina gihîştina mirovî’ hatine belgekirin û pêşketinên ku heta Cotmeha 2026’an hatine tomarkirin digre nava xwe.