NY: Zêdeyî 540 hezar kes li Sûriyeyê bicih bûne
NY ragihand ku ji Lubnanê zêdeyî 540 hezar kes ji ber êrişên Îsrailê berê xwe dane Sûriyeyê.
Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsrail ji 8’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Lubnanê didome. Di êrişên dijwar yên ji 23’ê Îlonê ve, 3 hezar û 516 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedhezaran kes neçar mane malên xwe biterikînin.
Dîrektorê karê derve yê komsertiya Bilind ya Koçeberan a Netewên Yekbûyî (BMMYK) Dominique Hyde di medyaya dijîtal de der barê mijarê de daxuyanî da û wiha got: “Di nava 7 hefteyên dawî de zêdeyî 540 hezar kesên ku ji ber êrişên Îsrailê yên hewayî li ser Lubnanê reviyan gihîştin Sûriyeyê.” Diyarkir ku tîmên NY ji destpêka pêvajoyê heta niha wê alîkariya ên ku hatine Sûriyeyê bikin.
Pêla koçberiyê ber bi paytext Beyrûd û bakûr didome. Li gor daneyên Netewên Yekbûyî, ji ber êrişên Îsrailê li Lubnanê zêdeyî 1 milyon û 400 kes ji cihên xwe bûne. Hikumeta Lubnanê ragihand ku hejmara kesên ji cihên xwebûne zêdeyî 600 hezaran koçî Sûriyeyê bûne.