Di êrîşeke Îsraîlê de li Xezayê 4 jin hatin kuştin

Di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê ku li ser apartmanek li Xezayê pêk hat de, 4 jin hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Şerê wêranker ê Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê berdewam dike. Şer, bi deh hezaran qurbanî û wêraniyeke mezin a binesaziyê li dû xwe dihêle. Di heman demê de nifûs ji dorpêçeke bêhnteng û krîzeke mirovî ya bêhempa ku mirovên koçber bi birçîbûn û nexweşiyan tehdît dike, dikişîne.

Di êrîşa dawî ya Îsraîlê de, duh apartmanek li rojavayê bajarê Xezayê bû hedef. Di êrîşê de 4 jin hatin kuştin û 6 kesên din ku di nav wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa çend birîndaran xedar e.

Ev êrîş binpêkirina dawî ya agirbestê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve nîşan dide. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku ji ber derengketin û redkirinên dubare yên Îsraîlê yên ji bo ketina derman, kelûpelên bijîşkî û protezên lingan, li ser jiyana nexweşan û birîndaran li Xezayê encamên xirab hene. WHO'yê destnîşan kir ku Îsraîl bi hinceta pirsgirêkên ‘bikaranîna dualî’ sînorkirinên tund li ser materyalên bijîşkî ferz dike.

2 milyon koçber di bin xeterê de ne

WHO'yê piştrast kir ku tevî astengiyan jî, bi qasî ji sedî 87 dermanên bingehîn ji bo ketinê hatine pejirandin, lê ji sedî1 jî hatine redkirin. WHO’yê hişyarî da ku rewş dê bi destpêkirina hewaya sar û lehiyê xirabtir bibe û 2 milyon kesên koçber ên ku bê stargehek bi ewle û ava paqij in, tehdît bike.

Rêxistinê destnîşan kir ku metirsiya belavbûna nexweşiyan û epidemiyan îhtîmal e ku zêde bibe. Ev metirsî, digel belavbûna  kêzikên ku enfeksiyonan hildigirin û bi hilweşîna şiyanên çavdêriya epidemiolojîk a ji ber wêrankirina laboratuarên tenduristiya giştî re, hevdem e.