NY: RSF li Sûdanê sûcên şer ên cidî dike
Raporên NY’ê binpêkirinên cidî yên li Sûdanê belge kir. Di raporê de bûyerên mîna kuştinên bêserûber, hedefgirtina sivîlan û navendên tenduristiyê, bikaranîna birçîbûnê ya mîna çekek şer û tundiya zayendî hatin tomarkirin.
Navenda Nûçeyan- Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji ber zêdebûna tundiyê ya li Sûdana Başûr, fikarên kûr dijî. Her wiha Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî jî, diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên bajarê Faşîr ê Sûdanê kiriye bin kontrola xwe, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Sûdana Başûr tundî zêde bûye û destnîşan kir kesên ku fermana sûcên şer dane, wê li gorî qanûna navneteweyî berpirsyar bên dîtin. Di daxuyaniyê de ji hemû aliyan hate xwestin ku dijminatiyê rawestînin û diyalogê bikin û hat gotin ku girtina baregehên krîtîk gef li UNMISS’ê dixwe. Di daxuyaniyê de, ji lîderan hate xwestin ku derbarê guhertinên muhtemel ên Peymana Aştiyê ya 2018’an de beşdarî diyaloga zelal bibin.
Li Darfûrê binpêkirinên dubare
Li gorî rapora Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîşek berfireh li ser Faşîrê pêk anîn, li bajêr nêzî 4 hezar û 400 kes mirin û hezar û 600 kes jî dema revînê de mirin. Hate diyarkirin dibe ku hejmara rast zêdetir bibe û bi hezaran kes jî winda ne. Di raporê de kuştinên bêserûber, êrîşên li ser sivîlan û navendên tenduristiyê, bikaranîna birçîbûnê ya mîna çek, tundiya zayendî, îşkence, talankirin, bikaranîna leşkerên zarok û kiryarên tolhildanê li dijî jinan hate belgekirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî, piştrast kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li kampa Zemzemê sûcên şer kirine. Rayedarên Sûdanê, diyar dikin ku van hêzan navendên sivîl hedef girtine, lê hêz van îdiayan red dikin.
Yekîtiya Efrîkayê, bang li dewletên endam kir ku bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn re hevkariyê nekin û li Sûdanê avahiyên paralel ava nekin. Her wiha destnîşan kir pêwîst e ku demildest hewcedariyên mirovî yên gelê Sûdanê bên dabînkirin.