NY: Li Xezayê tevî agirbestê 880 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê, ragihand ku li Xezayê ji dema îlankirina agirbestê ve heta niha zêdeyî 880 sivîlan di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Saziyê diyar kir ku zarok jî dibin hedef û hişyar kir ku li Xezayê felaketa mirovî kûrtir bûye.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Mafên Mirovan a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li Xezayê tevî agirbestê êrîşên Îsraîlê didomin û di aliyê sivîlan de rewş her diçe girantir dibe.

Berdevkê Ofîsê, Maî Şeyh, diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên ji dema îmzakirina agirbestê ve heta niha de zêdetirî 880 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.   

Maî Şeyh diyar kir ku Filistînî, di nav de zarok, sivîl li her cihê tên kuştin û îfade kir ku sûcên şer li Xezayê didomin.

‘Agirbestê jî kuştina mirovan nesekinand’

Rayedarên NY’ê, diyar kirin ku hêzên Îsraîlê, agirbestê ji bo domandina êrîşan bi kar tîne.

Li gorî daxuyaniyê, di demên dawî de di êrîşên hewayî yên deryeyî û fuzeyan de li dijî kon û kolanan herî kêm 180 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê, diyar kir ku Îsraîl bi taybetî êrîşên xwe yên bi amûrên hewayî, pergalên fuze û deryayê didomîne.

‘Xeza bi zanabûn tê dorpêçkirin’

Rayedarên NY’ê, destnîşan kirin ku li Xezayê ne tenê ewlehî, di heman demê de krîza mirovî tê jiyîn.

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku xebatên ji nûveavakirinê sekinîne, Îsraîl ketina xwarin û dermanan qedexe dike, Xeza ji aliyê mirovî ve di tengasiyeke mezin de ye.

Her wiha bal hat kişandin ku malbatên ji cihên xwe bûne, li Zîvala Xezayê di nava tirs û bi ewlebûnê de jiyana xwe didomînin, tabloya heyî bi têgîna ‘agirbestê’ ve tu eleqeya xwe nîn e.

Krîza alîkarî û sotmeniyê didome

Ofîsa medyaya hikûmetê ya li Xezayê, hişyar kir ku qedexeyên ketina malzemeyên alîkariyê û sotemeniyê, krîza mirovî kûrtir kiriye.

Saziyên Neteweyên Yekbûyî, diyar kirin ku domandina qedexeyên li ser ketina alîkarî û sotmeniyan, dibin sedem ku li Xezayê rewş asayî nebe.

Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA), ragihand ku krîza li Xezayê ne tenê siyasî, di warê xwarin, tenduristî, bicihbûn û avê de kûrtir bûye.