NY: Îsal 4.5 milyon zarokên keç bi sinetbûnê re rûbirû ne

Saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, bal kişandin ser encamên giran ên psîkolojîk û tenduristiyê yên sineta jinan, dan zanîn ku ev pêkanîn binpêkirina mafên mirovan e û banga têkoşîna navneteweyî kirin.

Navenda Nûçeyan – Saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, diyar kirin ku sineta jinan li seranserê dinyayê gefê li milyonan zarokên keç dixwe û banga têkoşîna gerdûnî kir.
Li gorî daxuyaniya hevpar a saziyên NY’yê, îsal nêzî 4.5 milyon zarokên keç ku beşek zêde yên di bin 5 salî de ne, rûbirûyî metirsiya sinetê ne. Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO), UNICEF û saziyên din ên NY’ê, diyar kirin ku ev pêkanîn bi ti awayî nayê rewakirin û ev binpêkirina eşkere ya mafê mirovan e.  
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku sineta jinan li ser zarokên keç û jinan bandorek giran a psîkolojîk û fîzîkî ava kiriye. Hate diyarkirin ku gelek caran ev pêkanîn beriya demê baliqbûnê tê kirin û ev jî rê li ber enfeksyonên cidî, xwînhatin, stewrbûn û komplikasyonên giran ê di dema du canî û zarokanîn de vedike. Hate destnîşankirin ku pirsgirêkên ruhî yên demdirêj ên girêdayî travma û tirsê belav bûye.
Nêzî 230 milyon jin rastî vê pêkanînê hatine

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li seranserê dinyayê nêzî 230 milyon keç rastî vê pêkanînê hatine. Ajansên NY’ê, diyar kirin ku di nava 30 salên dawî de di têkoşîna li dijî sineta jinan de pêşketin hatine qeydkirin û ji sê yan duyê welatên ku ev pêkanîn lê heye de dev ji vê kevneşopiyê berdane.
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku di têkoşîna bi sineta jinan re de, bi hevkariya lîderên civakê û olî, têkiliya rasterast bi malbatan re û kampanyayayên medyayê rolek krîtîk lîstine. Lê belê hişyariya ku kêmbûna fînansmanên ji bo bernameyên navneteweyî hatine veqetandin, destkeftiyên hatine bidestxistin bikevin xetereyê hate kirin.

Banga piştevaniyê

Saziyên NY’yê, diyar kirin ku ji bo jiholêrakirina sineta jinan, divê desteka navneteweyî were domandin û ji bo parastina zarokên keç banga piştevaniya gerdûnî hate nûkirin.