Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ nîşaneya nerazîbûna kûr û kombûyî ya civaka Îranê ye
Encûmena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê diyar kir ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ asoyek mayînde ya ber bi pêkanîna rûmeta mirovan, wekhevî, mafên jinan û pejirandina pirrengiya civakî ve ye.
Navenda Nûçeyan – Encûmena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê, bi boneya çaremîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku di 16’ê Îlona sala 2022’an de bi qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî dest pê kir û li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û tevahî Îranê belav bû, daxuyaniyek weşand. Sendîkayê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wek nîşaneya nerazîbûna kûr û kombûyî ya civaka Îranê pênase kir û diyar kir ku ev tevger nabe tenê wek bertekek demkî li dijî bûyerek diyarkirî bê dîtin.
‘Divê rastiya dîrokî bê parastin û rêz li rûmeta mirovan bê girtin’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, xwepêşandanên piştî mirina Jîna Emînî dema di bin çavdêriya ‘Polîsê Exlaqî’ de dest pê kir, daxwazên berfireh ji bo azadî, wekhevî, rûmeta mirovan û xwerêvebirinê anîn qada giştî. Sendîkayê parastina rûmeta kesên bûne hedef wek berpirsyariyek bingehîn pênase kir û da zanîn ku kesên mirine, hatine girtin, an jî birîndar bûne divê tenê wekî îstatîstîk an navên di raporên fermî de neyên hesibandin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Girîng e ku rêz li nav û çîrokên kesên bûne hedef û mirine bigrin, mafê malbatan ê lêgerîna edaletê biparêzin û li dijî veşartin an jî berovajîkirina rastiyê derkevin. Ji bo ku rastiya dîrokî bê parastin û rêz li rûmeta mirovan bê girtin. Divê ji kesên muameleya xirab û zext li xwepêşanderan kirine hesab bê pirsîn.”
‘Jin, Jiyan, Azadî mafê jinan kir navenda nîqaşên giştî’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destkeftiyên tevgerê ji guhertinên siyasî û civakî yên demkurt wêdetire û wiha hate gotin: “Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mijarên wek mafên jinan, azadiyên sivîl, mafê hilbijartina şêwaza jiyana xwe, dijberiya cûdakariyê û wekheviya sivîl aniye navenda nîqaşa giştî. Her wiha daxwazên ku berê ji hêla perspektîfên ewlehiyê an vegotinên navendîparêz ve hatibûn marjînalîzekirin jî derxistiye holê.”
‘Rola jin û ciwanan di avakirin û berdewamiya tevgerê de girîng e’
Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wek îfadeyek kurt a girêdana di navbera rizgariya jinan, mafê jiyaneke bi rûmet û azadiya giştî de ye û wiha dom kir: “Peyva ‘Jin’ rol û çalakbûna jinan nîşan dide, ‘Jiyan’ mafê hebûneke ewle û bi rûmet temsîl dike û ‘Azadî’ rizgarkirina ji cûdakarî, zor û zextê û her wiha sûdwergirtina ji mafên wekhev ji hêla hemû welatiyan ve ye. Rola jin û ciwanan di avakirin û berdewamiya tevgerê de girîng e. Berxwedana jinan a li dijî kontrolkirina li ser beden û jiyana xwe, ligel daxwazên nifşê ciwan ji bo azadiyên civakî û pêşeroja siyasî, valahiya di navbera civak û avahiyên heyî de her ku diçe eşkeretir dike.”
‘Hevgirtinek mayînde bi pejirandina pirrengîyê dikare bê damezrandin’
Xalek din a daxuyaniyê xurtkirina hevgirtina civakî ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku parastina mafên jinan, mafên komên etnîkî, azadiyên sivîl û edaleta civakî ne hêmanên ji hevdû dûr dixe ye, berovajî vê, hevgirtinek mayînde tenê bi naskirina cûdahiyên zimanî, çandî, etnîkî û olî û pejirandina pirrengîyê dikare bê damezrandin.
Sendîkayê tepeserkirina xwepêşandanan wek çareseriyek ji bo pirsgirêkên civakî red dike û hişyarî dide ku nêzîkatiyek ku li ser ewlehiyê disekine, li şûna çareserkirina nerazîbûna heyî, cûdabûna di navbera civak û pergalên fermî de kûrtir dike nirxand. Sendîka mirina xwepêşanderan, binçavkirin û darizandina çalakvanan, zexta li ser malbatan û sînordarkirina qadên giştî û medyayê wekî encamên vê qada tepeserkirinê destnîşan dike.
‘Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê navê tevgerek protestoyê ya berê ye’
Sendîkayê rêxistinkirina sivîl, diyaloga berfireh, parastina azadiya raman û rêxistinbûnê û piştgiriya malbatên bûne hedef wek dersên herî girîng ên ji tevgerê hatine hînbûn destnîşan kir û di dawiya daxuyaniyê de ev tişt anîn ziman: “Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê navê tevgereke protestoyê ya berê ye, di heman demê de vîzyonek ji bo pêşerojê li ser bingeha prensîbên rûmeta mirovan, azadî, wekhevî û pirrengiyê temsîl dike.”