Nûnerên wargeha Mexmûrê hatin berdan

Nûnerên wargeha penaberan ya Mexmûrê ku ji aliyê Iraqê ve li Bexdayê hatibûn girtin, piştî 37 rojan hatin berdan. Lê hîn jî ambargo û rêgiriya Iraq-PDK’ê li ser wargeha Mexmûrê didome.

Navenda Nûçeyan – Heyeta ku ji Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Şehbaz, Hevşaredar Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve Bêwar Emîn pêk dihat ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê di 14’ê Gulanê (2025) de serdana Bexdayê kiribûn, piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Edaletê re pektînin, di vegerê de hatibûn binçavkirin.

Xelkê wargehê dijî rêgirî, ambargo û dorpêçê gelek caran meşiyan û daxwaza mafê xwe kirin. Di encama berxwedana xelkê Mexmûrê de, piştî 37 rojan nûnerên wargehê hatin berdan.

Ambargoya PDK-Iraqê didome

Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçek Iraqê re rûbirûye. Iraq ji 10’ê Nîsanê ve rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nakin.

Herwiha ambargoya PDK’ê ya li ser wargehê jî hîn didome, di 17 Tîrmeha 2019’an de Rêveberiya PDK’ê ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji wê rojê ve PDK jî rê nade xelkê wargehê derbasî bajarên Başûrê Kurdistanê bibe. Ev ambargo û rêgirî di dema dawî de bandorek xirab li jiyana xelkê wargehê dike û ev bandor roj bi roj zêde dibe.