Tora Yemenî: Zêdetirî 1600 jin bi binpêkirinên Hûsiyan de hatin kuştin
Tora Yemenî ya Maf û Azadiyan, ji sala 2014'an vir ve zêdetirî 278 hezar binpêkirinên ku ji aliyê Hûsiyan ve li dijî sivîlan hatine kirin, belge kirine. Di nav de kuştina zêdetirî 1600 jin bûn û birîndarbûna bi hezaran jinan.
Navenda Nûçeyan – Li gorî belgekirinên Tora Yemenî ya Maf û Azadiyan di navbera 21'ê Îlona 2014'an û 20'ê Îlona îsal de, Hûsiyan li bajarên curbecur ên Yemenê nêzî 278 hezar tawan û binpêkirin li dijî sivîlan pêk anîn.
Bi hezaran sivîl di nav de jin hatine kuştin
Torê di rapora xwe de diyar kir ku wan di vê heyamê de kuştina 19 hezar û 478 sivîlan, di nav de 1616 jin û hezar û 345 zarok û birîndarbûna 42 hezar û 960 sivîlan, di nav de 7 hezar û 348 jin û 4 hezar û 983 zarok belge kirine. Her wiha hat destnîşankirin ku ev tawan ev tiştan li xwe digrin, kuştin, birîndarkirin, revandin, girtina kêfî, windakirina bi zorê, îşkence, danîna mayînan û tevlîkirina zarokan bo nava hêzên çekdar; her wiha armanckirina malan, dezgehên sivîl, saziyên perwerde û tenduristiyê û cihên îbadetê, talankirina mal û milkan û astengkirina gihandina alîkariyên mirovî.
Li gorî daneyên torê, ji ber mayînan hezar û 823 sivîl mirine û 7 hezar û 135 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha 22 hezar û 165 bûyerên revandin, windakirina bi zorê û îşkenceyê pêk hatin û hat piştrastkirin ku 6 hezar û 745 sivîlên hatine revandin hê jî di girtîgehên Hûsiyan de ne.
Sivîlên ku di bin îşkenceyê de mirin
Raporê mirina 476 kesan ji ber îşkenceyê li girtîgehan, hezar û 893 bûyerên îşkenceya fizîkî û derûnî û mirina 79 kesan ji ber kêmasiya xizmetên tenduristiyê tomar kirin. Di heman demê de bi dehan bûyerên xwekuştinê û seqetbûna mayinde ya ji ber îşkenceyê jî hatin tomarkirin.
Binesaziyê zirarên mezin dît
Raporê bal kişand ser wêrankirin an zirara li ser 183 hezar û 498 xaniyan. Her wiha bi hezaran dezgehên tenduristî û perwerdeyê, mizgeft, avahiyên hikûmetê, torên av, elektrîk û ragihandinê, rê, pir, dezgehên aborî, wesayîdên giştî, kargeh û bazaran jî ziyan dîtin.
Dibistanên perwerdeyê hatin hedefgirtin
Torê êrîşên li ser hezar û 397 dibistan û dezgehên perwerdeyê her wiha tevlîkirina zarokan a nava hêzên çekdar û bikaranîna dezgehên perwerdeyê ji bo armancên perwerdeyê tomar kirin. Raporê da zanîn ku bi milyonan zarok ji mafê perwerdeyê bêpar mane û zêdetirî 12 milyon zarok pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.
Hişarî hat kirin
Li gorî raporê Hûsî nêzî 739 girtîgeh û navendên binçavkirinê bi rê ve dibin, di nav de 357 girtîgehên veşartî hene û di raporê de hişyarî der barê metirsiyên yasayî û yên têkildarî mafên mirovan ên ku ji şert û mercên binçavkirinê, windakirina bi zorê, îşkence û muameleya xerab çêdibin de tên kirin.