Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 80’yan de ye
Emîne Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja 80’yan de li ber Wezareta Dadê domand.
Enqere – Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetikirin li Enqereyê li ber Wezareta Dadê didome. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar bi hev re nobet girtin.
Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşarê bi bandor bû û li ber wezareta dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînçê di roja 6’an de çalakiya xwe domand.
Emîne Şenyaşar, piştî nobetê ligel lawê xwe Ferît Şenyaşar derbasî Meclisê bû.