Ji ewlehî heta nasnameyê: Li Sûriyeyê ezmûnên yekem ên pêvajoya entegrasyonê
Tecrubeya Rêveberiya Xweser a Rojava, ji bo pêşeroja Sûriyeyê derfetên girîng pêşkêş bike jî; di mijarên nasîna nasnameya Kurd, mafê zimanê dayîkê û statuya fermî ya YPJ’ê de nediyarî hene û ev yek ji bo diyarkirina pêvajoyê ezmûnên bingehîn in.
ROJBÎN DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Peymana ku di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya demkî ya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de hatiye îmzekirin, wekî gava yekem a berbiçav ber bi pêvajoya entegrasyonê ya saziyên xweser li Rojava tê hesibandin. Ger ev pêvajo wekî gava yekem a pêşxistina baweriya hevbeş û pêkanîna tedbîrên taybet di çarçoveya entegrasyonê de were dîtin wê hingê pêdivî heye ku pêşî were lêkolînkirin ka Peymana 29’ê Çileyê heta çi radeyê hatiye bicîhanîn.
Qonaxa yekem a peymanê ji agirbesteke hevbeş û veguherandina wê ji bo aştiya mayînde pêk dihat. Xuya ye ku di vî warî de pêşketineke girîng çêbûye. Di pênc mehên dawî de, di navbera aliyan de tu şer û pevçûn çênebûne. Lê belê, rawestandina şer û pevçûnan nayê wê wateyê ku aştiyeke mayînde û berfireh bi dest ketiye.
Qonaxa duyem a peymanê pevguhertina girtiyan bû. Tê payîn ku ev pêvajo di meha yekem de biqede. Lê belê ji ber bikaranîna girtiyan ji aliyê HTŞ’ê ve wekî amûreke siyasî, pêvajo dirêj bû. Tevî vê yekê, ji ber zexta raya giştî û hewldanên malbatan, li gorî hejmarên fermî, heta niha bi tevahî 1050 girtî bi awayê şeş koman hatine berdan.
Qonaxa sêyem a peymanê vegera kesên koçber bû
Yek ji encamên balkêş ên Peymana 29’ê Çileyê jî vekişîna Tirkiyeyê ji herêmên ku berê dagir kiribûn û derketina bingeheke nû ya hevkariya ewlehiyê bû. Di vê çarçoveyê de, vegera gav bi gav a koçberên Efrînê bêyî şerekî çekdarî dest pê kir û bi derketina karwanê 8`an ve vegera wan ji bo Efrînê bi dawî bû.
Efrîn piştî dagirkirina leşkerên Tirk û milîsên pê re di sala 2018’an de, ket bin kontrola komên selefî yên radîkal ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin. Paşê, di destpêka sala 2025’an de, hinek komên girêdayî rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) jî dest bi bandora xwe li herêmê kirin. Piştî peymana dawî, pêvajoyeke nû dest pê kir ku armanca wê vegera ewle ya nifûsê bû. Her çendî pirsgirêkên kontrol û ewlehiyê li hinek gundan berdewam bikin jî atmosfera giştî li gorî serdemên berê erênîtir e. Piraniya komên milîsên selefî yên radîkal û malbatên wan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi armanca guhertina demografiya herêmê hatine bicihkirin, hatine derxistin. Ev pêşketin ji aliyê gelek kesan ve wekî destkeftiyek girîng ji bo xelkê Efrînê tê hesibandin ku dihêle ew bêyî pevçûnên çekdarî vegerin axên xwe.
Kesên ku vedigerin Efrînê ji bo pêşxistina demokrasiya herêmî li Efrînê, îsrar dikin ku nifûsa Efrîniyan di nava sîstema navxweyî de cih bigrin. Ev tê vê wateyê ku rojev ne tenê veger e di heman demê de gavên berbiçav di warên îdarî û ewlehiyê de jî dihewîne. Tê gotin ku hejmareke girîng ji ciwanên vedigerin herêmê di hêzên ewlehiyê de xizmet dikin. Her wiha, temsîliyeta nifûsa herêmî di saziyên ewlehiyê de, ji nû ve avakirina mekanîzmayên îdarî li ser bingeha çavkaniyên herêmî û avakirina lîwayek nû ku ji şervanên ji Efrîniyan pêk tê jî di nav mijarên rojevê de ne.
Niha dora Serêkaniyê û Girê Spî ye
Dîsa, di warê vegerê de, vegera Serêkaniyê û Girê Spî hê jî nehatiye çareserkirin. Ev herêm di nava dosyayên ku di çarçoveya pêvajoya peymana 29’ê Çileyê de hatine çareserkirin de ne. Gelek rapor hene ku komên çete yên selefî yên radîkal ên ji hêla Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, naxwazin ji herêmê vekişin. Niha, hejmartin û amadekariyên destpêkê ji bo malbatên ku vedigerin Serêkaniyê dest pê kirine. Ji bilî vê, heta niha tu gavên berbiçav ji bo vegerê nehatine avêtin. Wisa dixuyê ku wekî li Efrînê, pêşeroja dosyaya Serêkaniyê û Girê Spî ne tenê bi têkiliya aktorên herêmî, di heman demê de bi polîtîkaya Kurd û nêzîkatiya stratejîk a Tirkiyeyê ya li herêmê ve girêdayî ye.
Entegrasyona leşkerî û sernavên bi nîqaş
Entegrasyona Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi şêweyê çar lîwayên nû di nav artêşa Sûriyeyê de yek ji pêvajoyên nisbeten nermtir bûye. Yek ji xalên herî girîng ên peymanê ew bû ku QSD dê yekparebûna xwe ya sazûmanî biparêze û hebûna xwe, bi taybetî li herêmên Cizîrê û Kobanê, bidomîne. Ev yek ji gavên pêşîn ên berbiçav û stratejîk ên ku di pêvajoya entegrasyonê de hatine avêtin tê hesibandin.
Di vê çarçoveyê de, bi tevahî çar tugay bi fermî hatin naskirin. Sê li herêma Cizîrê û yek li herêma Kobanê. Her wiha, pêvajoya yekbûna hêzên ewlehî û polîsan ên berpirsiyarên ewlehiya navxweyî dest pê kiriye. Girîng e ku pergala nû bi piranî ji ciwanên herêmê pêk tê û berpirsiyarên ewlehiya herêmî ye.
Bi vê yekê re yek ji mijarên herî bi nîqaş, cihgirtina jinan a di nava hêzên leşkerî yên heyî de û guherînên ji bo hejmara giştî ne. Rêveberiya Şamê entegrasyonê di çarçoveya mewzûatên artêşê yên di serdema rejîma Beasê de nirxand xwest hejmarê bi 1300 personelan bi sînor bike ku ev yek ji aliyê QSd û Rêveberiya Xweser ve nehatina qebûlkirin. Hinek alî, di warê artêşbûnê de ferzkirina rêveberiya Şamê ya bi awayê serdema rejîma Beasê rexne dikin, diyar dikin ku dive pêdivî û hêzên ku nûnertiya herêman dikin ji nedîtî ve neyên dîtin. Dema ku baldarî ji bo mercên ewlehiyê yên li herêmê hebe dê were dîtin ku ev hejmar kêm e. Rayedarên QSD’ê jî diyar dikin ku divê hejmar herî kêm 3 hezar be. Ji ber nêrînên cuda yên di navbera aliyan de vê mijarê hê zelal nebûye.
Nasname ziman û mafên hemwelatîbûnê
Yek ji mijarên herî hesas di pêvajoya entegrasyonê de rewşa zimanê Kurdî û pirsa mafên çandî ye. Her çendî piştî peymanê hêviyên der barê mafên zimanî di perwerde û jiyana giştî de zêde bûne jî sepandinên pratîkî li ser erdê bi tevahî van hêviyan pêk naynin. Zimanê Kurdî ji tabelayên giştî, belgeyên fermî û saziyên perwerdeyê li gelek herêman tê derxistin. Di perwerdeyê de, sînorkirinek bi zorê heye ku ew tenê çend demjimêran di hefteyê de wekî dersek bijarte ye. Nêzîkatiyek bi tevahî redker di pergala rêveberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava de derdikeve holê. Rakirina tabelayan di saziyên rêveberiyê de ji hêla rêveberiya demkî ya Şamê ve û guhestina wan bi tenê tabelayên Erebî mînakek berbiçav a vê nêzîkatiyê ye. Bi heman awayî, Suryanî jî ji qada giştî tê derxistin.
Nîqaşên li ser nasname û ziman ne tenê bi qada perwerdeyê ve sînordar in. Pêşniyarên ji bo guhertina navê bajarê Kurdan ê sembolîk di şerê li dijî DAIŞ’ê de, ji bo bo Eyn el-Ereb ku navê wê yê Erebî di serdema Baasê de dihat bikaranîn, li herêmê jî bûne sedema nakokiyan. Wekî din, îsrara hikûmeta navendî ya li ser guhertina navê dibistan, nexweşxane, kolan û bajaran bi Erebî, di nav gel de bûye sedema nerehetî û fikarên berfireh. Derxistina nasnameya çandî li ser asta herêmî dikare wekî siyasetek ku asîmîlasyonê ferz dike were dîtin. Yek ji motîvasyonên sereke yên li pişt têkoşîn û berxwedana şoreşa Rojava, tepeserkirina ziman û nasnameya Kurdî bû. Ji ber vê yekê, pratîkên ku bikaranîna Kurdî di perwerdeyê û qada giştî de sînordar dikin û wê wekî zimanê gelekî nas nakin, pirsên li ser pêvajoya entegrasyonê derdixin holê.
Hemwelatîbûn qadeke din e ku nîqaşên bi vî rengî lê diqewimin. Bi hezaran Kurd ku di dema rejîma berê ya Baasê de ji mafên hemwelatîbûnê bêpar bûn, vê dawiyê derfet dîtin ji nû ve serlêdana hemwelatîbûna Sûriyeyê bikin. Lê belê, rastiya ku hemwelatîbûn hê jî bi nasnameya "Komara Erebî ya Sûriyeyê" tê pênasekirin nîşan dide ku hikûmeta demkî ya heyî bi piranî bi têgihîştineke kevneşopî ya dewletbûnê ya li ser bingeha neteweperestiya Ereb nêzî Sûriyeyê dibe. Ji bo ku gel xwe bi nasnameya xwe pênase bike û bi zimanê xwe biaxive tê vê wateyê ku ew ê xwediyê mafên hemwelatîbûna siyasî û demokratîk bin, xaleke ku Sûriye hê jî dûrî wê ye.
Ji ber vê yekê, misogerkirina mafên çandî, zimanî û hemwelatîbûnê ji bo mayîndebûna entegrasyonê pir girîng e.
Statuya jinan û nîqaşa li ser hevserokatiyê
Yek ji mijarên herî krîtîk di pêvajoya entegrasyonê de rewşa jinan di nav sîstema nû de ye. Di vî warî de du mijarên bingehîn derdikevin pêş. Ya yekem cihê Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di nav avahiya parastinê ya nû de ye, û ya duyem jî pêşeroja sîstema hevserokatiyê ye, ku yek ji modelên bingehîn ên rêveberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Modela hevserokatiyê li ser temsîliyeta wekhev a jin û mêran di mekanîzmayên rêveberiyê de ye. Gelo ev sîstem ku yek ji taybetmendiyên herî cihêreng ên ezmûna rêveberiya xweser e, dê di pêvajoya entegrasyonê de were parastin an na, hîn ne diyar e. Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku qanûna şerîetê dide pêş, demokrasiyê wekî guneh dibîne û jinan ji her tiştî dûr dixe. Ew li ser zîhniyetek îsrar dike ku nikare beşdariya jinan di warên rêveberiyê de tehemul bike, bila sîstema hevserokatiyê qebûl neke.
Bi heman awayî, pirsa gelo pergala cuda û bêhempa ya YPJ-ê dê were qebûlkirin an na, hê jî tê nîqaşkirin. Ev herdu mijar wekî yek ji warên herî hesas ên danûstandinê di navbera aliyan de tên dîtin. Her çendî Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan dibêjin ku parastina destkeftiyên ku jinan di warên siyasî û civakî de bi dest xistine şertek bingehîn a entegrasyona demokratîk e jî ev yek bi îsrara rejîma Şamê ya li ser qanûna şerîetê ya navendî û siyaseta wê ya li ser bingeha felsefeya cîhadîst re bi nakok e. Bêguman ev herdu mijar dê di nava mijarên sereke yên nîqaşê de di serdema pêş de bin.
Destkeftiyên jinan û nîqaşa li ser YPJ’ê
Rewşa jinan û pêşeroja YPJ’ê di pêvajoya entegrasyonê de yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin e. Her çendî daxuyaniyên dawî nîşan didin ku hevdîtinên dawî yên di navbera Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de erênî bûne jî nebûna encamên berbiçav heta niha girîng e. Ev rewş ji hêla rêxistinên jinan û Rêveberiya Xweser ve wekî derengketinek di pêvajoyê de tê şîrovekirin. Rastiya ku çarçoveyek zelal der barê pozîsyona YPJ’ê di nava pergala parastinê ya nû de hîn derneketiye holê, di nav tevgerên jinan de dibe sedema fikaran. Rêxistinên jinan tekez dikin ku pêvajoya entegrasyonê divê destkeftiyên siyasî, civakî û saziyî yên ku jinan di salên dawî de bi dest xistine, berevajî neke.
Tevgerên jinan ên li herêmê bawer dikin ku temsîliyeta kêm a jinan di saziyên dewletê de û beşdariya wan a nebaş di mekanîzmayên biryardanê de dikare di demek dirêj de pirsgirêkên girîng biafirîne. Ji ber vê yekê, dikare were gotin ku jin di pêvajoya entegrasyonê de di nav komên civakî yên herî hişyar de ne. Gelo destkeftiyên ku jinan di jiyana siyasî û civakî de bi dest xistine dikarin werin parastin an na, ne tenê wekî mijarek têkildarî statuya YPJ’ê lê di heman demê de wekî nîşaneyek girîng a modela rêveberiyê ya ku Sûriye dê di pêşerojê de bigre tê dîtin.
Nifşê nû yê Kurd û hişmendiya jinan bi ramana xwerêvebirinê bilind bûye. Ji ber vê yekê, ji bo vê nifşê û van jinan ne gengaz xuya dike ku xwe tenê di nava nasnameya "Erebên Sûriyeyê" yan jî bi tenê "mêrê dewletê" de pênase bikin.
Îstîqrara Sûriyeyê bi entegrasyona demokratîk pêkan e
Di encamê de, her çend ev pêvajo dibe alîkar ku pêşî li pêlên nû yên koçberiyê, guhertinên demografîk û pevçûnên potansiyel bigre jî ew di heman demê de fikarên cidî yên wekî marjînalîzekirina mafên çandî û siyasî, nebûna têrker a naskirina jinan û kêmneteweyan jî bi xwe re tîne. Pêvajoyeke entegrasyonê bi temînatên ne zelal ji ber gelek paşketinên cûrbecûr xetereya kûrkirina bêîstîqrariyê li Sûriyeyê çêdike. Ev rewş ne tenê li Rojava di heman demê de li gelek deverên derdora Elewî, Durzî, Dêra Zorê, Reqa û Şamê jî tê hîskirin. Nerazîbûna di nava nifûsê de, nemaze di warên îdarî, aborî û ewlehiyê de, her diçe xuya dibe.
Ezmûna Rêveberiya Xweser derfetên girîng pêşkêş dike
Yekbûna hemû herêmên Sûriyeyê li ser bingeha prensîbên dadwer û demokratîk pir girîng e. Ezmûna xwerêveberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê derfetên girîng pêşkêş dike. Berfirehkirina vê ezmûnê li seranserê welat li ser bingeha yekbûna demokratîk dikare bibe alîkar ku Sûriyeya demokratîktir û berfirehtir ava bike. Lê belê, ev yek tenê bi rêkeftinên siyasî nayê bidestxistin. Yekbûna demokratîk peymaneke civakî ya nû hewce dike ku rêzê li pirrengiyê bigre, mafên jinan bigre bin temînatê, mafên çandî biparêze û edaleta aborî misoger bike.
Di vê çarçoveyê de, pirsa gelo destkeftiyên ku Kurd, jin û komên din ên civakî di dema ezmûna Rojava de bi dest xistine, dikarin bi riya entegrasyona demokratîk werin parastin, girîng e. Parastina ezmûn û destkeftiyên Rêveberiya Xweser û berfirehkirina wê li seranserê Sûriyeyê dikare ne tenê ji bo Rojava, di heman demê de ji bo avakirina pergaleke siyasî ya berfirehtir û piralîtir ango Sûriyeya demokratîk li tevahiya Sûriyeyê jî beşdariyek girîng bike.