Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 108’an de didome. Sendîka û nûnerên partiyên siyasasî çûn serdana Emîne Şenyaşar û piştgiriya xwe anîn ser ziman.

Enqere-Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 108’an de didome.

Devrîmci Yapi ,Sendîka Karkarên Rê û Înşatê(DEV Yapi-Îş),  SendîkaKarkerên Çêkirina Keştî û Behrê, Ardiyeyî û Antrepolî (Lîmîter Îş) û Partiya Kedê (EMEP) çûn serdana Emîne Şenyaşar. Malbatê di roja 108’an de xwe bi wezareta dadê re hevdîtinê bike lê dîsa astengî hat derxistin.

Li ser navê DÎSK-DEV Yapî Îş Osman Uney axivî û da zanîn ku ew ji bo malbatê edeletê dixwazin.

Piştî axaftinan Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar çû meclisê.