Nivîskara Xezayî di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
Nivîskar û hunermanda Xezayî Walaa Juma El Îfrencî di êrişa Îsraîlê ya 24’ê Kanûnê bir ser kampa Nuseyratê de jiyana xwe ji dest da.
Xeza – Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê bê navber didome. Hat ragihandin ku di êrişa 24’ê Kanûnê ya li ser kampa Nuseyratê de di nav de zarok gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Nivîskar û wênexêz Walaa Juma El Îfrencî di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da.
Walaa Juma El-Îfrencî nivîskar û hunermenda dîtbarî ya ji Xezayê bû. Walaa Juma El-Ifrencî a 35 salî, bi taybetî bi sêwirandin û tabloyên xwe yên afirîner dihat naskirin. Her wiha nivîskara pirtûka “Mîzaj Mursal” e. Ev pirtûk berhemek e ku wê bi hevala xwe Nada Ebû Medîn re nivîsandiye û li Zîvala Xezayê gihîştiye gelek xwendevanan.
Walaa Juma El-Îfrencî a galeriya hunerê vekiribû, hunermendek bû ku jiyana xwe bi afirînerî û tekoşîn derbas kiribû.