Nivîskar Hura Nîkbext: Ji ber Pexşan Ezîzî nikarim Tahranê biterikînim
Nivîskar û girtiya siyasî ya berê Hura Nîkbext nameyek ji bo Pexşan Ezîzî nivîsand û diyarkir ku ew nikare Tahranê biterikîne, ji ber ku jiyana bi nirx a Pexşan Ezîzî di bin metirsiyek mezin de ye.

Navenda Nûçeyan – Nivîskar û girtiya berê ya siyasî Hura Nîkbext nameyek ji girtiya siyasî rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî re nivîsand. Hura Nîkbext behsa rojên xweyên di girtîgehê de bi rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî re kir.
Hura Nîkbext ragihand ku ger kêmek jî edalet hebûya, wê dê Pexşan Ezîzî ne di girtîgehê de, di kolanên Mahabadê de naskiriba. HuraNîkbext got ku ew divî şerî de nikare Tahranê biterikîne, ji ber ku jiyana Pexşan Ezîzî di bin metirsiyek mezin de ye.
Nameya Hura Nîkbext ya ji bo Pexşan Ezîzî nivîsî wiha ye:
“Pexşana Hêja
Ez dixwazim ji dawiyê destpê bikim.
Dema ez li girtîgehê bûm, dema behsa edalet û wekheviyê dihate kirin, te digot edalet nîne. Tu rast bû. dinya tijeye ji bê edaletî û ne wekheviyê. Eger kêmek edalet hebûya, minê te li kolanên Mahabadê naskiriba, neku di beşek jinan ya di girtîgeha Evînê de. Wek mînak ezê bi te re geriyabam û emê lihev keniyaban.
‘Efsane rast in’
Ezê piştre vegeriyabam Tahranê û minê bi coş ji hevalên xwe re qala jina Kurd ya ku min dîtibû, bikim.
Piştre min her difikirî ku efsane raste, heman efsane ku dibêje, parçeyên herrî ku beriya werin çêkirin, li kêleka hev bûn û bi hestekê hev nasdikirin.
Xwezî min tenê ev yek li ser te bizanîbûya, pêwîst nedikir ez ewqas te bibînim. Pêwîst nedikir ez ewqas li tenişta te bijîm, diviyabû min ev qas bê edaletî nedîtiba.
Di nava girtîgehê de min çend caran ji hevalên xwe bihîst, yên ku ji dervene çima evqas di derbarê Pexşan Ezîzî de dinivîsin. Ji bo çi tu ewqas israr dikî li ser wê binivîsî?
Min hertim di besîvan de digot, nivîsandina Pexşan ji hêla biyaniyan ve, ji ya girtiyên hevalên wî cûdaye. Me bi mezinbûna Pexşanê re jiyankiriye, belê yên ku bi te re jiyan kirine, ji biyanin gelek cûda ne.
‘Çima min te li kolenek Mihabadê nedît?’
Ev ji bo me ne tişteke, ji bo çi Floransî te binasin? Pêwîst bû tu bibûya welatiya yekem yê dilê, bav, xwişk û birayên xwe. Ji bo çi ez fêm bikim ku Pexşan, di zimanê Kurdî de tê wateya helbestê û jinek heye helbestê temsîl dike?
Em niha di nava şer dene, pêwîst bû min bi neçarî Tahranê biterikandiba û xwe rizgarkiriba. Lê ji bo çi ez nikarim? Ji ber ku ez dizanim jiyana te ya binirx di metirsiyek mezin deye. Çima min te li cîhaneke wekhev, li kolanek Mahabadê nedît?”
Pexşan Ezîzî
Çalakvana civaka sivîl û rojnamevan Pexşan Ezîzî yek ji wan jinane ku piştî êrîşên çeteyên hov û dirinde yên DAIŞ’ê li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê, ji bo alîkariya jinên Êzidî û malbatên koçber çûye wan deveran. Lê piştî vegerîna wê bo Rojhilatê Kurdistanê, li şûna qîmet û pesnê wê werin dayîn, rastî girtin, îşkence û zilmeke bêhempa ya rejîma Îranê hatiye. Heta ku doza wê gihişt wê astê dadgehan nekarîn dadmendiya xwe îspat bikin, lewra di 8’ê Çileya 2025’an de bi neheqî cezayê darvekirinê li çalakvana Kurd Pexşan Ezîzî birîn.