Nivîskar Hamîde Rencûs: Cîhan li dijî komkujiya jinên Elewî bêdeng ma

Lêkolîner û nivîskar Hamîde Rencûs bêdengiya li hember komkujiya Erebên Elewî rexne kir û got, "Tevgerên jinan ên ku ji bo jinên Xezayê derdikevin kolanan, dikarîbûn li ser zilm û zordariya li ser jinên Elewî ya li peravên Sûriyeyê jî biqîrin.”

BINEVŞ STÊRK

Hatay – Jineke Ereb a Elewî ji Antakyayê, perwerdekar, mamosteya koma felsefeyê û endama tevgera mafên sendîkayan e. Wê tundûtûjiya li Rojhilata Navîn li Lîbyayê bi çavên xwe dîtiye û hewl dide ku wê, ango rastiyê, bi awayê heyî vebêje. Ew nivîskareke bêtirs e ku piştî qedandina pirtûka li ser zilma DAIŞ’ê nivîsandiye û lêkolîn kiriye, kabûsan jiyaye. Dema ku wê li ser mafên xebatkarên perwerdeyê û mafê perwerdeyê dinivîsî û bi rastî jî nedifikirî ku bibe nivîskar, bûyerên ku wê li Rojhilata Navîn dîtibûn, bi rastî wê neçar kirin ku bibe nivîskar.

‘Tiştên ku min dît ez kirim nivîskar’

Dibêje ku “Tiştên ku min dît ez neçar kirim ku binivîsim. Ji ber ku rastî ewqas dihat manîpulekirin, dîrokeke nû li ser bingeha ewqas derewan dihat nivîsandin, min nekarî li kêlekê bisekinim û temaşe bikim” û rêwîtiya xwe ya ber bi nivîsandinê ve rave dike. Em bi nivîskara lêkolîner Hamide Rencûs re li ser rêwîtiya wê ya nivîsandinê, hovîtiya DAIŞ’ê ya berdewam a li Rojhilata Navîn û berxwedana dîrokî ya ku jinan li dijî wê nîşan dane, axivîn. Hamide Rencûs, li navçeya Samandag a Hatayê jidayîk bûye. Nivîskara "Jin di Lepên Cîhadê de", "Bihara Xwînî ya li Lîbyayê", "Barbarîzma Stratejîk" û "Hemû di Carekê de DAIŞ e" ye. Xelata Azadiya Raman û Derbirînê ya 2018’an ji Komeleya Weşangerên Tirkiyeyê wergirtiye. Hamide ji me re li ser rêwîtiya xwe ya nivîsandinê û Rojhilata Navîn axivî.

‘Hatay bûye navenda dorpêça li dijî Sûriyeyê’

Hamîde destnîşan kir ku bajarê wê yê jidayîkbûnê Hatay, di dorpêça li dijî Sûriyeyê de bûye yekem baregeha cîhadîst û rewşa niha ya Hatayê bi van gotinan bi kurtasî got: "Dema ku Artêşa Azad a Sûriyeyê, artêşeke opozîsyonê ya sexte hat damezrandin, an jî rasttir, damezrandina wê hat ragihandin, ew li Hatayê hat ragihandin. Navnîşana Ofîsa wê li Hatayê hatibû diyarkirin. Ji ber vê yekê, Hatay bû navenda dorpêça li dijî Sûriyeyê. Kampên penaberan ên yekem li wir hatibûn damezrandin. Wekî xelkê Hatayê, di serdema destpêkê de têkoşînek hebû ku min şahidî kir û bi xwe beşdarî wê bûm. Ev bû: Em ê bajarê xwe nekin bajarekî cîhadîst. Ez di nav yên pêşîn de bûm ku ji bo Hatayê rabûm, da ku nehêlim bibe bajarekî cîhadîst. Bi gotineke din, li ser sînorê Hatayê têkiliyeke sînorî ya me ya nêzîk bi Sûriyeyê re tunebû. Aliyê Tirkiyeyê ew dever mayîn kiribû."

‘Me nizanibû ku em jî bi heman çarenûsê re rû bi rû ne’

Hamide da zanîn ku aliyê Tirkî her tim Hatay ji Sûriyeyê veqetandiye û îzole kiriye û got, "Meseleya paqijkirina mayînan derket holê. Piştre, wekî niştecihên Hatayê, em hemû bi rastî jî bi fikar bûn. Çi diqewime? Ma mayînên li ser sînor niha tên paqijkirin? Çi diqewime? Dê çi bi Sûriyeyê were kirin? Her çend ewqas fikar hebû jî, plan û xeyalên mezin ji bo Îsraîlê, di derbarê vê projeyê de jî hebûn. Me bihîstibû ku Îsraîl dê mayînan paqij bike. Piştî ku ev hate ragihandin, bertekek mezin çêbû. Piştre hate betalkirin. Hat gotin ku îhaleyê nedaye Îsraîlê. Bê guman, em nizanin. Lê wekî efsaneyekê gotegotek belav dibe ku dibêje Îsraîl çav berdaye Hatayê û bi taybetî jî perava Samandagê. Ev fikar e. Lê me berê dizanibû ku Hatay bi rastî jî wekî xwişk û birayên me yên xizm û xizmên me yên li herêma peravê Sûriyeyê, ber bi heman çarenûsê ve dihat kişandin."

‘Şamê li ser tepsiya zêrîn pêşkêşî serokekî terorîst kirin’

Hamîde dema ku behsa radestkirina Sûriyeyê ji HTS’ya cîhadîst re kir, got: "Ji nişka ve wan tiştek bidest xistin ku wan di 12-13 salan de li Sûriyeyê bidest nexistibû. Lê tiştê ku wan bidest xist ne tiştek bû ku wan bi şer bi dest xist. Şam li ser tepsiyeke zêrîn radestî serokê terorîstan hat kirin. Ew Şama li ser tepsiyeke zêrîn tê wateya wêrankirina Sûriyeyê. Di heman demê de, Tirkiyeyê erdhejê wekî derfetek bikar anî, dest pê kir ku heman tiştî bi Elewiyên li Hatayê bike, wekî ku bi Elewiyên li herêma xwe dike. Em dizanin ku van komên cîhadîst ku HTS jê re dibêje ewlehiya giştî, li wir êrîşî milkên Elewiyan kirin. Em dizanin ku wan ew ji malên wan derxistin û li malên wan bi cih bûn. Em dizanin ku wan erdên wan ên qeydkirî desteser kirin."

‘Gaza xwezayî li Behraspî ya Rojhilat meydaneke şer e ku her kes dixwaze’

Hamîde, destnîşan dike ku AKP’ya îro erdên qeydkirî desteser dike, heman tiştî dike û bi vê çavdêriya balkêş balê dikişîne ser şerê parvekirinê: "Li Hatayê, bi taybetî jî li Samandagê, siyaseta bêmilkkirina gelê Ereb ê Elewî li aliyê din ê sînor, li vî alî jî yek e. Ji ber vê yekê, ew bi rastî di navenda şer de ye. Du herêmên ku li ber Behraspî ya Rojhilat rû bi rû ne - perava Sûriyeyê, Hatayê Tirkiyeyê û gaza xwezayî ya li Behraspî - qadên şer in ku her kes dixwaze bidest bixe. Em vê dizanin. Û ev bi rastî jî fikara me ye. Sedemên bingehîn ên vê dabeşkirina Rojhilata Navîn çi ne? Di vê şerê parvekirinê de nîqaş hene. Nirxa epistemolojîk a van nîqaşan çi ye? Min li wê nihêrt."

‘Stratejiyên wan hem paşverû, hem barbar û hem jî hov in’

Hamîde behsa pirtûka xwe ya bi navê "Barbariya Stratejîk" kir û girîngiya wê anî ziman û wiha domand: "Bi rastî jî ev çavdêriyek pir girîng e û sernavê pirtûka me ya hevbeş e. Ev pirtûk bi awayekî kolektîf hatiye amadekirin. Nivîskarên wê gelek in. Bi sernavê "Barbariya Stratejîk" hatiye weşandin. Me di wê pirtûkê de li ser hevpeymaniyên stratejîk ên barbar û emperyalîstan nivîsand. Lê bi şerê Sûriyeyê re, ku bi rastî dorpêça emperyalîst dijwartir kiriye, ez dikarim bi hêsanî bêjim ku emperyalîstan rêbazên herî barbar bikar anîne da ku di projeya Rojhilata Navîn a Mezin a berfireh de bighîjin armancên takekesî. Bi gotineke din, stratejiyên wan bi rastî jî paşverû, barbar û hov in. Em behsa herêmekê dikin ku El Qaîde wekî şervanekî azad tê pêşkêşkirin. Di şerekî wisa de, rêxistineke xwînxwar û paşverû ya mîna DAIŞ’ê ku ji endamên El Qaîdeyê derdikeve û wekî rêxistina herî xeternak a cîhanê tê hesibandin, derketiye holê."

‘Ji nû ve avakirina Selefîzmê şêweyekî stratejîk ê dijminatiya jinan e’

Hamide diyar kir ku van hêzan ji bo bidestxistina armancên xwe rêxistinek wisa afirandine û diyar kir ku hemû amûrên ku wan ji bo bidestxistina armancên xwe bikar anîne, paşverûtiya stratejîk, barbartiya stratejîk bûne. Hamîde tekez kir ku ew komeke paşverû ya ku dixwaze xwîna gel bixwe, bi taybetî yên ku azadî û laşê jinan hedef digirin, bipêş dixin û got, "Ji nû ve avakirina zihniyeta Emewiyan şêweyekî stratejîk ê paşverû ye. Ji nû ve avakirina Selefîzmê şêweyekî stratejîk ê dijminatiya jinan e. Ew dijminatiyek stratejîk a li hember gel û azadiyên wan e."

‘Wan jin veguherandin koleyên seksê yên cîhadîstan’

Hamide destnîşan kir ku jin di destpêkê de di Şerê Sûriyeyê de rastî dorpêçek cidî ya paşverû hatine û diyar kir ku ev bi rêya fetwayan hatiye bidestxistin û jin di nav lepên cîhadê de asê mane. Hamîde anî ziman ku jin bi awayekî berfireh hatine hedef girtin û got: "Bi rastî jî felaketên giran çêbûn. Wekî ku ev ne bes be, dît ku jin ji bo dabînkirina pêdiviyên cinsî yên cîhadîstan ber bi Sûriyeyê ve diherikin. Bi gotineke din, dorpêçeke pir cidî ya paşverû hebû. Li dijî jinan şîdeta cinsî ya cidî hebû û ev yek bi rêya fetwayên ku ji hêla Îslamiyên siyasî ve bi navê olê hatine çêkirin dihat belavkirin."

‘Jin dibin hedefa yekem a axên tên desteserkirin’

Hamide balkişand ku jinên Mezopotamyayê xwedî taybetmendiyek cihêreng in û wiha got: "Ew pir baş dizanin ku hemû şer bedenên jinan hedef digrin. Jinan ji bo parastina laş û axa xwe bi awayekî pir cidî berxwedanek pir zû dan destpêkirin." Hamîde rave kir ku serdestiya ku Îslama siyasî bi gelemperî hewl dide li ser jinan ava bike pir eşkere ye û mînaka jêrîn nîşan da: "Di zimanê Erebî de gotinek heye. Ew dibe ku ji bo hemû zimanên li vê herêmê têne axaftin hevpar be, lê min ew wekî mînak bikar anî ji ber ku zimanê min ê dayîkê Erebî ye. 'Ard û ird.' Du peyv bi heman tîpan, lê bilêvkirinên cûda. Erd û beden. Di her cûre dagirkirinê de, bêyî ku sedem çi be, çi dagirkirina Îslamîstên radîkal be an xaçperestan be, di hemû şeran de, jin dibin hedefa yekem da ku axên ku dibin hedef, dagir bikin. Ji ber ku dema bedena jinek tê desteserkirin, erd tê desteserkirin."

‘Bersiva herî baş ji bo Îslama paşverû berxwedana jinên bedew e’

Hamide, diyar kir ku ew bi têgihîştina ku hemî şervanên ku dixwazin wê axê dagir bikin dê pêşî bedena jinekê qirêj bikin û paşê jî pê lê bidin tevgeriyane û wiha got: "Ev şerên qirêj in. Û ji ber vê yekê, li Sûriyeyê, peyvên jin, beden û erd yek in. Ew dibêjin em bedenên xwe ji bo axa xwe diparêzin. Ji ber ku em dizanin ku ew ê hewl bidin ku bedenên me bigirin da ku li ser axa me pê lê bidin. Ew bi têgihîştina bedena min axa min e tevgeriyane û bi rastî, pir zû komîteyên berxwedanê di serî de organîze kirin. Komîteyên Taxan hatin organîzekirin. Jinên Elewî, nemaze li deverên peravê, li ber taxan barîkatan danîn û nobedar bûn. Ez pir baş dizanim ku dema ku min vê pirtûkê dinvîsand, min bi xwişkan re hevdîtin kir. Yek ji wan di êrîşeke bombeyî de mir. Şahidiyên min ên wisa hene û di pêvajoya nivîsandina vê pirtûkê de êşek wisa dikşînim. Wê ji min re got ‘Ez çeka snayper nagirim, heta ku çavên xwe kil nekim, naçim xeta parastinê. Ji ber ku ez ji bo bedewiya xwe şer dikim. Ez jin im, ez xweşik im, ez ji bo xweşikiya xwe heme.’ Ez şer dikim. Ez ji bo jiyaneke xweşik şer dikim. Bersiva herî baş a li hember Îslama paşverû, berxwedana jinên xweşik e. Min bi rastî ev yek dîtiye."

'Bangek ji bo rabûna ji bo parastina ax, beden, rûmeta xwe'

Hamide Rencûs li ser dîroka berxwedana jinan a li vê herêmê lêkolîn kir, bi taybetî jî dema ku pirtûka xwe ya bi navê "Jin di bin lepên Cîhadê de" dinvîsand. Wê bi vegotina bûyerek dawî ku bandorek kûr li ser wê kir, wiha berdewam kir: “Ez ji xwendinên dîrokî, ji bûyerekê pir bandor bûm. Yek ji wan ew bû ku jin, li hember vê dorpêça cîhadîst, derketin kolanan û porê xwe kur kirin. Hemû rewşenbîr, jin, parêzer, akademîsyen û zanyar li Qada Emewî kom bûn û çalakiyek rûniştinê li dar xistin. Ji bo ku ji gelên cîhanê re bêjin ‘Em ê li vir bi dîktatorê xwe re mijûl bibin. Ev pirsgirêka me ye. Lê dorpêçek Îslamîst a radîkal heye ku me hedef digre.’ Wan çalakiyek rûniştinê li dar xistin, bi bangek ‘ji kerema xwe bi me re bisekinin’. Di dawiya çalakiya rûniştinê de, wan porê xwe kur kirin, danîn erdê ser laçikên xwe. Paşê kom kirin, danîn hundirê zerfan û çûn ku wan li malên jinan belav bikin. Li vir ji bo jinek kurkirina por, bangek ji bo serhildanê ye. Ev bangek ji bo mêran e, ji bo hemû mêran. Min porê xwe xistiye xeterê, rûmeta min e. Rakirina wê bi we ve girêdayî ye. Ev bangek e ku ez ji bo parastina axa xwe, bedena xwe, rûmeta xwe rabim ser piyan. Bi gotineke din, ev kevneşopiyeke vê herêmê ye. Jinên Lubnanî bersiva vê bangê dan. Wan porê xwe kur kirin, danîn hundirê zerfek û li malan belav kirin.”

‘Banga jinan ji bo şewitandina keştiyan’

Hemîde ragihand ku piştî vê bangê, komîteyên berxwedanê hatine avakirin, ku ji jin û mêran pêk dihatin û wiha pê de çû: "Komîteyên taxan ên ku min berê behs kir. Piştre Komîteyên Berxwedana Gel a Neteweyî veguherin Yekîneyên Parastina Neteweyî. Piştre YPG ku li herêma Efrînê hat damezrandin, hat biçekkirin. YPG hat damezrandin. Yekîneyên Parastina Gel hatin damezrandin û paşê Yekîtiya Jinan YPJ jî hat damezrandin. Bi gotineke din, ev bi rastî bangek ji bo berxwedana jinan e ji bo tevahiya civakê û bi taybetî ji bo mêran û şewitandina keştiyan. Gava ku hûn porê xwe kur bikin û li wê derê bixin, veger tuneye."

Mînaka 'Destmalên Spî'

Hemîde, diyar kir ku jin jî ew kes bûn ku fitîla têkoşîna rizgariya Sûriyeyê ji dagirkeriya Fransayê pêxistin, axaftina xwe bi vegotina çîroka 70 jinên Şamî ya wek mînak domand: "Navên din ên efsanewî 'Destmalên Spî' ne. Di serdema girtinê de, dema ku hemû rewşenbîr, rojnamevan û hemû kesên ku daxuyaniyên çapemeniyê didan û kesayetên navdar dihatin girtin, 70 jinên Şamî li hev civiyan, xwe bi bêdengî li malên xwe birêxistin kirin û ber bi Meydana Emewiyê ya li Şamê ve meşiyan. Meydana Emewiyê cihê Konsolosxaneya Fransayê û konsulxaneyên din e. Ew bêdeng ketin Meydana Emewiyê, ji nişka ve destmalên spî yên ku li ser singên xwe veşartibûn bilind kirin û dest bi meşa ber bi Konsolosxaneya Fransayê ve kirin. Bi dengekî bilind wan dihejandin, dirûşmeyên azadî û serxwebûnê diqîriyan. Tam salek piştî vê çalakiyê, Fransa neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Îştar jinek efsanewî ye, xwedawendek e. Zennubiye şervanek jin a efsanewî ye. Ji Îştarê heta Zennubiye, navê min Sûriye ye. Sûriye navê jinê ye. Nasnameya jinan e bi rastî ji Îştarê heta Zennubiyê hatiye tomarkirin.”

Bandora Jin Jiyan Azadî

Hemîde da zanîn ku berxwedana jinên bi destmalên spî, jinên bi serpoşên spî û Dayikên Aştiyê yên vê herêmê yek e û wiha domand: "Ez dikarim bêjim ku motîvasyona xwe ji heman berxwedana jinan a efsanewî digre." Hamîde behsa bandora dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" kir û wiha got: "Bi ya min, berxwedana jinan a vê herêmê di vê serdemê de bi rastî jî cûrbecûr bûye, di heman demê de bi jiyan, beden, azadî, jin, jiyan, azadî. Beden, erd, azadî, jin, jiyan, azadî yeksan e beden, erd, azadî ye. Bi vî rengî ew bû dirûşme. Bi vî rengî, berxwedana jinan bi rastî xwe li vê herêmê îspat kiriye. Û efsaneya berxwedanek ku li parzemîna Afrîkayê belav bûye bi rastî jî di bin vê dirûşmeyê de kom dibe. Ez dikarim ji vê yekê bi tevahî bawer bikim. Bi rastî jî demên ku tevgera jinan li Tirkiyeyê û li çaraliyê cîhanê pir bi bandor bû hebûn. Lê mixabin, em dikarin bibêjin ku bandora wê di vê serdemê de kêm bûye."

‘DYA’yê zexta HTŞ’ê ya li ser jinên elewî ya li Sûriyeyê paşguh dike’

Hamide, destnîşan kir ku heman tiştê ku li Sûriyeyê ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser jinên Êzidî hatiye kirin, di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser jinên Êzidî hatiye kirin û bêxemiya raya giştî ya cîhanî bi van gotinan rexne kir: "Lê ji ber ku ew DYA bû ku DAIŞ’ê wekî rêxistina herî xeternak a cîhanê, ji bo tevahiya cîhanê îlan kir, di sala 2014’an de, bertekek cîhanî li dijî DAIŞ’ê çêbû. Û tevgera jinan ku bi vê yekê bihêz bû, bi tundî li kêleka jinên Êzidî li dijî DAIŞ’ê rawestiya. Mixabin, binhêrin, ev yek ji ber ku DYA ev înîsiyatîf da destpêkirin qewimî. Mixabin. Îro, DYA zexta HTŞ’ê ya li ser jinên elewî ya li Sûriyeyê paşguh dike. HTŞ li peravên Sûriyeyê, ji ya ku DAIŞ’ê li ser jinên Êzidî kiriye bêtir li jinên elewî dike. Ew tên revandin, tecawizkirin, dibin koleyên seksê, tên kirîn û firotin. Peyman bi eşkereyî li ser înternetê têne kirin. Her tişt aşkera ye û kes berpirsyar nîne. Ew yek sûcdar nas nakin. Kes nabêje ku ev zilm heye, ku jin rastî vê zilmê tên. Ji ber vê yekê, ew vê yekê bi rihetî didomînin. Rêxistinên jinan jî di vê pêvajoyê de pir bêdeng mane."

‘Jinên ku ji bo Xezayê daketin kolanan ji zilma li ser jinên Elewî re bêdeng man’

Hamide destnîşan kir ku di demekê ku li Sûriyeyê qirkirina Elewiyan pêk dihat û êrîşên cinsî yên barbar ên li ser jinên Elewî ji hêla Îslamîstan ve berdewam dikirin de, ji nişka ve seferberiyek cîhanî ji bo jinên Xezayê destpê kiriye û wiha got: "Rêxistinên jinan jî ji bo jinên Xezayê derketin kolanan. Her du rojev nehatin cem hev: tevgerên jinan ên ku ji bo jinên Xezayê derketin kolanan. Lê dîsa jî, Xeza qediya. Zêdetirî du salan, meydan ji Îslamiyan re hat hiştin. Dema ku Xeza qirkirin dikişand û jinên Xezayê dihatin tepeserkirin, meydan ji Îslamiyan re hat hiştin. Meydan ji Hamasê re hat hiştin. Niha Xeza qediya. Xeza wêran bû. Bi gotineke din, zêdetirî 50 hezar kes hatin qirkirin. Qetlîam hîn jî berdewam dike, lê Xeza tê tasfiyekirin. Hamas û Îsraîl li hev kirin. Niha, ew ji bo Xezayê derketin kolanan. Bi gotineke din, nayê fêmkirin. Înîsiyatîf ji ku hat? Ew her du rojev dikarîbûn bihatana cem hev. Tevgerên jinan ên ku ji bo jinên Xezayê, Sûriyeyê derketin kolanan." Ew dikaribû biaxive û zilma li ser jinên Elewî yên li peravê tê kirin, bi nav bike. Lê ev qet di rojeva wan de nîne. Mixabin, ew êdî nikarin bi azadî rojeva xwe diyar bikin."

Bedêla eşkerekirina hovîtiyê

Hamide Rencûs, ku diyar kir ku rojnamevan giraniya tiştên ku ew li qadê dibînin û dijîn hildigirin, lewma pirtûkek li ser DAIŞ’ê nivîsandiye. Heta ku ev pirtûka DAIŞ’ê qediya, wê bi êşek mezin hemû vîdyoyên hovîtiyên DAIŞ’ê, hemû wêne, belge û vegotinên ku ji wê re hatine şandin temaşe kir. Wê hemû şîrove wergirtin, li pey wan çûn, pirs pirsîn, lêkolîn li ser wan kirin û li gorî wê nivîsand. Hamide, da zanîn piştî ku pirtûka wê ya li ser DAIŞ’ê ji destê wê derketiye, wê dest bi kabûsa xwe kiriye û wiha got: "Piştî ku pirtûka min hate weşandin, min dest bi ceribandina kabûsên hovîtîya DAIŞ’ê kir. Pir dijwar e. Bê guman, nîşandana hovaneyekê, tomarkirina wê û weşandina wê di pirtûkekê de barekî mezin e. Her çend ez nikarim tundûtûjiya psîkolojîk bi qasî wan hîs bikim jî, ji ber ku min bi wan re hevxemiya xwe nîşan da û di pirtûkekê de nivîsand, min ew bi qasî birayên xwe û xwişkên xwe yên li Sûrîyê yên ku rastî vê tundûtûjîyê hatine hîs kir. Ev yek min êşand."

Pirtûka Yekem a Lîbyayê

Hamide Rencûs jî pirtûkek li ser Lîbyayê nivîsand. Wê got, "Min pêvajoyek manîpulasyonê dît ku bi tevahî hişê me dagir kir," û wiha lê zêde kir: "Bi kurtasî, 50 rojnamevan û peyamnêr ji 50 dezgehên medyayê li odeyek li Otêla Rixos a li Lîbyayê rûniştibûn. Her tişt - xerca mayîna otêlê, her cûre luks - li ber wan bû. Wan nûçeyên ku ji wan re dihatin dayîn, an jî nûçeyên ku ji wan re dihatin fermankirin, pêşkêş kirin. Mîna ku wan ew ji kolanên Lîbyayê dîtibin nîşan dan. Min ev yek dît. Ji ber vê yekê, rastî pir cûda bû. Wan hewl da ku guhertoya xwe ya rastiyê binivîsin û pêşkêşî raya giştî bikin. Di bersivê de, min dest bi nivîsandina notan kir û bi vî rengî pirtûka min a yekem a Lîbyayê derket holê."

Pirtûka Jinên di bin Lepên Cîhadê de

Hamide diyar kir ku neçar maye dema nivîsandina Jinên di bin Lepên Cîhadê de, hem dema berhevkirin û hem jî dema nivîsandina li ser tundûtûjiya li dijî jinan, empatî bipêş bixe. Hamide anî ziman ku wê mekanîzmayên parastinê yên wekhev ji bo mirovên ku rastî hovîtiya DAIŞ’ê hatine, bipêş xistiye.

‘Zilma zordaran qet mayînde nîne’

Hamîde bawer dike ku heta ku mirov hebin, heta ku têkoşîn hebin, heta ku şoreşger hebin, her tim hêvî heye. Hamide gotinên xwe bi van nêrînan domand: "Û çi qas wêranî hebe jî, ez ji vê yekê bawer dikim. Wekî ku Marks di materyalîzma diyalektîk de gotiye, her tezek xwedî antîtezek e. Û ew tez qet nikare li cihê xwe bimîne; antîteza wê biser dikeve, bipêş dikeve û diçe qonaxek nû, sentezek nû. Bi gotineke din, roj dîsa hiltê, hêvî dîsa hiltê. Ev ji ber diyalektîka xwezayê rast e. Zilma zordaran qet mayînde nine. Yên ku zilmê dikin dê rojekê winda bibin. Yên ku ji bo azadiyê radibin bê guman dê biser bikevin. Ev hêvî her tim bi min re ye, ne ji ber sedemek giyanî an metafizîkî, ji ber îlhama ku ez ji materyalîzma diyalektîk digirim. Û ez bi heman hêviyê dibêjim ku aştî li Rojhilata Navîn mimkun e."

‘Bi HTŞ’ê re aştî ne mumkin e’

Hemîdeyê, diyar kir ku Sûriye ji ber xiyanetê radestî endamên El Qaîdeyê hatiye kirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Wekî ku em dizanin, ev xiyanet e. Ji ber vê yekê, ew ne daîmî ye. Ew endamê terorîst ê El Qaîdeyê Colanî, qet, qet ne xwediyê şiyana avakirina dewletekê bû. Em dizanin ku ew ne xwedî şiyana wî ye. Ew tenê bi otomobîlên bombekirî dizane. Ew qet fêm nake ka meriv çawa rejîmek ava dike. Mîsyonek demkurt jê re hatiye dayîn. Benên wî di destên yên din de ne. Em vê dizanin. Ev ne daîmî ye. Ez bawer dikim ku gelên Rojhilata Navîn, gelên vê herêmê, yên ku li vir têdikoşin, yên ku her cûre berxwedanê nîşan didin, jin û mêr, li dijî vê dorpêça paşverû, dê bi tevahî vê yekê derbas bikin. Aştî bi HTŞ’ê re ne mumkin e. Em ê bê guman gavên ku di pêşerojê de ji bo avakirina Sûriyeyek azad û demokratîk bi têkoşîna yekgirtî ya gelan têne avêtin, bibînin."