Nifşek ji ber şer bi koçberî tirs û bê peşeroj re rûbirû ye!
Pevçûnên leşkerî yên li Sûriyeyê didomin û ji ber ku dibistanan veguherandin stargehan, bi hezaran zarok, ji mafê perwerdeya di mercên bi ewle de bêpar man. Ev rewş, li ser pêşeroja wan xeterî çêdike û bandorên derûnî dihêle.
ESMA MUHAMMED
Qamişlo- Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, qada perwerdeyê ji ber êrîşên çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser binesaziya bajaran, her diçe rewş xirabtir dibe. Ev rewş li hinek herêman, dibe sedem ku xebatên perwerdeyê rawestin û dibistan ji bo koçberan bibin stargeh. Bi vê yekê bi hezaran zarok ji perwereya bi ewle û îstîqrar bêpar man. Pevçûnên leşkerî yên didomin li ser jiyan û psîkolojiya zarokan bandorên xirab çêdikin. Ev yek dibe sedem ku zarok ji perwerdeya bi ewle û îstîqrar bêpar bimînin. Êrîşên li ser saziyan û ji ber ku dibistan bûne stargeh ji bo koçberan, pêvajo zortir bûye.
Têkildarî mijarê alîkara Hevseroka Desteya Perwerdeye ya Herêma Cizirê Gulistan ÎsmaÎl, diyar kir ku ji sala 2011’an ve heta niha, li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê rewşa perwerdeyê, ji aliyê siyasî û ewlehî ve tevî mercên tevlîhev jî modeleke perwerdeya peşketî heye û wiha got: “Me pergaleke perwerdeyê jib o hemû civakên li herêmê ava kir. Mafê perwerdeyê ji bo hemû zimanan ket bin temînatê, me pergaleke perwerdeyê ku rêzê nîşanî pirçandî û pirzimaniyê dide bi pêş xist. Ev yek, di perwerdeyê de rêgeza edaletê ava dike û di navbera gelên li herêmê de nirxên jiyana hevpar bi hêz dike.”
Gulistan Îsmaîl, diyar kir ku ev peral, tenê bi şeklî nayê pêkanîn, dijberî wê, bi mufredatên ku bi zimanên cuda hatine amadekirin û ji bo her civakê perwerdekarên pispor hatine gihîştandin tê pêkanîn û wiha got: “Armanc ew e ku ji bo hemû zarokan perwerdeya wekhev hebe û bikaribin derfetên hînbûnê bibînin. Vê nêzikahiyê 14 salan berdewam kir û di gihîştandina nifşeke zana ya di nava hevgirtinê de roleke sereke lîst. Saziyên perwerdeyê tevî zoriyên ku bi çêbibûn, îsal jî xebatên xwe domand lê bi êrîşên dawî re rewşa perwerdeyê ket qonaxeke xirab.
Mercên zor
Gulistan Îsmaîl, diyar ku bi erîşên Ii ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re, bi bombebaran û tevgerên leşkerî, pêleke nû ya koçberiyê dest pê kiriye û got: “Bi hezaran malbatan li herêmên Şehbayê neçar man ji malên xwe derbikevin, berê xwe dan Qamişloyê. Vê rewşê bû sedem ku zarok bê perwerde bimînin.
Encamên bêparbûna ji perwerdeyê
Gulistan Îsmaîl, bal kişand ku ji ber girtina dibistanan û gelek zarok be perwerde mane û da zanîn ku li dibistanan kesên koçber dimînin, got ku ev yek mafê perwrdeya zarokan a ku di bin temînatê de ye û di peymana mafên mirovan de heye, binpê dike. Gulistan Îsmaîl wiha domand: “Dibistan ji bo pêşxistina kesayetiyê û hînbûnê ne divê bi ewle bin, ji ber şer veneguherin stargehan. Bêparhiştina zarokan ji mafê perwerdeyê, binpêkirina mafên çandî û mirovî ye. Tiştên ku îro tên jiyîn, tenê ji bo perwerdeyê bi xeter nîn in, pêşî li pêşeroja nifşek û avabûna civakê ya bi awayê îstîqrar digre. Li herêmê, ji ber xeterên şer û ji bo parastina malbatan, dibistan bûne stargeha koçberan. Ji ber xetera ku zêde dibe, gel neçar dimîne ji bo parastina herêmên xwe bikeve seferberiyê. Ev rewş, bi taybetî ji bo zarokan, rojane bêîstîqrarî û fikaran zêdetir dike. Rayedarên perwerde û hîndekariyê ji ber berdewamkirina koçberiyê, girtîmayîna dibistanan û dûrbûna gelek zarokan ji perwerdeyê, bi felaketa di warê perwerdeyê de rûbirû ne. Hinek zarok, neçar man alîkariyê ji malbatên xwe re bikin. Ev rewş dibe sedem ku dest ji dibistanan berdin û bixebitin. Bêparmayîna zarokan ji perwerdeyê û mayîna wan a di nava şer de bêmafî ye û nayê qebûlkirin. Pêşeroj ne bi çek û hilweşînê, bi perwerdeyê û mercên bi ewle tê avakirin.”
Hewldanên ji bo perwerdeya alternatîf didomin
Gulistan Îsmaîl, diyar kir ku mamste êrîşan şermezar dikin û ji ber vê rewşa ku bûye sedem zarok bê perwerde bimînin gelek xemgîn bûne û wiha bi dawî kir: “Tevî hemû zoriyan jî em hewl didin ji bo perwerdeyê çareseriyên alternatîf bibînin û zirarê kêm bikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan, aktorên navneteweyî dikin ku zarokan biparêzin, pêşî li binpekirinan bigrin û mercên perwerdeyê ava bikin.”