Li bakurê Kordofanê ya Sudanê 27 sivîl hatin kuştin

Li gorî Tora Bijîşkên Sûdanê eyaleta bakurê Kordofanê rastî zêdebûna xeternak a êrîşên li ser gundan tê û krîza mirovî girantir dibe.

Navenda Nûçeyan – Li ser çend eyaletên Sudanê êrişên li ser sivîlan zêde dibe. Ev yek rewşa mirovan ber bi xeteriyê ve dibe. Ev krîza heyî bûye  sedema zêdebûna hejmara qurbaniyan û kesên ku bê cihûwar û giranbûna pêdiviyên bingehîn. Her wiha rêxistinên navneteweyî jî hişyariyê li ser berfirehbûna krîzê û têkçûna sektora ewlehiya civakê li Sûdanê didin.

’27 kes hatin kuştin’

Tora Bijîşkên Sûdanê ragihand ku 27 kes, di nav wan de kesên ku bi temen mezin jî hebûn di encama êrîşeke Hêzên Piştgiriya Lezgîn de li ser gundên herêma El-Merra yê rojavayê bajarê Bara li eyaleta Kordofana Bakur, hatine kuştin. Torên Bijîşkên Sûdanê destnîşan kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di dema êrîşa xwe de hejmarek gund hedef girtin, tevî ku di wan gundana de hêzeke leşkerî tu nebû.

‘Sivîlên bê parastin tên hedef girtin’

Tora Bijîşkan piştrast kir ku ev êrişane “sûcekî nû ye ku sivîlên bêparastin hedef digire”, hedefgirtina gund û deverên sivîl û tasfiyekirina sivîlan binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî, norm û peymanên navneteweyî ye ku êrîşên li ser sivîlan qedexe dikin.

‘Kûrbûna krîza mirovî’

Tora Bijîşkên Sûdanê hişayarî da ku ger êrîşên li ser gund û deverên niştecihbûnê yên ewle berdewam bikin wê bibin sedema kûrbûna krîza mirovî li welêt û sedema berfirehbûna pêla koçberiyê, firehbûna çembera êşa mirovan û windakirina debara jiyanê.

‘Bangên lezgîn ji bo rawestandina şer û aloziyê’

Her wiha Tora Bijîşkên Sûdanê ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan xwest ku “van binpêkirinan şermezar bikin, gavên lezgîn ji bo parastina sivîlan bavêjin û ji bo rawestandina êrîşên dubare li ser deverên niştecihbûnê yên bi qelebalix ên ku sivîlên bêçek lê hene, bi rêya fişarkirina serkirdeyên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî sivîlan bixebitin.”

‘Ji ber bikar anîna dronan hejmara kuştiyan zêdetir bûye’

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji Nîsana 2023’an û vir ve artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya lezgîn di nava şerekî de ne ku di encamê de bi milyonan sivîl hatine kuştin, birîndarkirin û koçber bûne. Di mehên dawî de, di navbera her du aliyan de bi karanîna dronan êrîşên hevbeş zêde bûne, ku bandor li hejmarek eyaletan kiriye û bûye sedem ku hejmara kesên ku tên herdefgiritn zêdetir bibe.