‘Nifşê nû dê xaka xwe bi berxwedanê biparêze’
Pêşengiya nifşê nû di xwepêşandanên piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê e, encama asta serkeftina gelê Kurd nîşan dide û her wiha rola û misyona nefşê pêşrojê diyar dike.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Piştî ku seferberiya giştî li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin, tevahî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Rojava.
Her wiha li bajar û bajarokên herêmên Kurdistan û cîhanê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin û piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê roj bi roj mezin dibe. Niha jî zêdeyî 10 rojan e welatiyên başûrê Kurdistanê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê li qadan in. Xwendekar jî di van xwepêşandanan de amade ne. Xwendekaran bi riya çalakiyan, dengê nifşê nû yê Kurdistanê gihandine cîhanê û bi riya hûnandina keziyan peyam didin dijmin û dibêjin dê keziyên wan bibin sêdara dijminê Kurdan.
‘Nifşê nû xwe li ser fikrên Kurdewr perwerde dike’
Çavdêra perwerdeya taybet a dibistana seretayî ya Kurdistanê Çiro Cemal diyar kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Kurdan ve bi xwedîderketinek mezin dê were paratsin, Kurd li çar aliyan piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin û got: “Ev piştevanî erkek nîştîmanî û mirovîye. Kurdên Başûrê Kurdistanê weke herêmên din piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê didomînin. Şoreşa Rojava xebatek li seranserê Kurdistanê ye. Piştevaniya piştî seferberiyê ji bo Şoreşa Rojavayê Kurdiatan û bi taybetî bajarê Silêmanî deng vedaye. Her wiha gelek ciwan ji bo berxwedanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Di nava bajaran de jî ciwan û hemû beşên civakê daketine qadan û dengê berxwedanê bilind kirine. Îro jî daketine qadan û li dijî dewletên serdest berxwedanê raber dikin. Her dem dilê me bi gelê Rojavayê Kurdistanê re ye. Li vê derê em piştevaniya xwe tînin ziman û nifşê nû jî nîşan da ku çiqas Kurdperwer û welatparêz e. Her wiha xwendekarên dibistan û zanîngehê ji bo piştevaniya Kurdên Rojava hatine qadan. Ew nifşê Qazî Mihemed in. Wekî ku Qazî Mihemed dibêje: “Niştimanperwerî û azadîxwazî di dilê hemû kesên Kurd de ye. Tu caran dest jê bernadin.”
Çiro Cemal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez piştevaniya xwendekar û mamosteyan di xwepêşandanan de dikim. Em li benda xwepêşandanên mezintir ên xwendekaran in. Yên ku rojek di nava Kurdan de jiyabin, dizanin Kurd her dem di nava êrîş û şeran de ne. Her dem dagirkeran êrîşî herêmê kirine. Ji ber wê em qada perwerdeyê nifşên nû li ser fikrên Kurdperweriyê perwerde dikin.”
‘Keziyên jinên Kurd sêdara dijimin e’
Xwendekar Jîna Abdullah wiha got: “Em nifşê nû bi riya pênûsa xwe û hatine qadan piştevaniya Rojavayê Kurdistanê, jinan û welatiyan dikin da ku bikaribin xaka xwe biparêzin. Keziyên me ji dijmin re sêdar in.”
‘Em nifşên nû xaka xwe diparêzin’
Xwendekara dibistana Şoreş Avan Geylan wiha got: “Ji bo piştevaniya xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê, em bi hev re li qadan in, bi hêz û kerameta me wê xaka me were parastin. Em nifşê nû yê Kurd bi riya berxwedana xwe parastina xwe û xaka xwe dikin.”
Xwendekar Rojîna Biryar jî wiha got: “Em bi riya çalakiyên xwe piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin. Em û tevahî ciwanên bajarên Kurdistanê ji bo piştevaniyê hatine û em ê li qadan bin. Dijmin dixwaze bi birîna porê şervanan, jinên Kurd bitirsîne. Lê belê me bi keziyên xwe bersiv da dijmin. Me ji dijmin re got tu keziyek bibirî, em ê bi hezaran keziyan bihûnin.”
‘Em parêzvanên xaka xwe ne’
Xwendekara bi navê Lana Guran wiha got: “Em xwendekar û nifşê pêşerojê yê gelê Kurd in, ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê li qadan in. Heta mafên Kurdan neyên bidestxistin, em ê li kolanan li qadan her dem li ser piyan bin. Hatina xwendekaran ji bo beşdariya xwepêşandanan girîng e. Ji ber ku ev çend sal bûn nifşê nû weke ku li hemberî xaka xwe xemsar be dihat dîtin, niha em xaka xwe diparêzin û piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin.”