Nêzî 16 hezar welatiyên Iraqê ji Kampa Holê vegeriyan

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas, diyar kir ku heta niha nêzî 16 hezar welatiyên Iraqê ji Kampa Holê bi riya 28 karwanan vegerandine Iraqê û hê jî nêzî 15 hezar welatiyên din ên Iraqê li wê kampê mane

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas, der barê hejmara vegerandina welatiyên Iraqê yên li Kampa Holê de agahiyên nû bi medyaya Iraqê re parve kir û diyar kir ku heta niha nêzî 16 hezar welatiyên Iraqê ji Kampa Holê bi riya 28 karwanan vegerandine Iraqê.

‘Hê jî nêzî 15 hezar hemwelatiyên Iraqê li Kampa Holê dimînin’

Her wiha Elî Ebas, eşkere kir ku hê nêzî 15 hezar hemwelatiyên Iraqê li Kampa Holê dimînin û biryar heye ku di demek nêz de karwanek din ê vegerandina wan ji bo Iraqê pêk were.

Kampa Holê dikeve başûrê bajaroka Hol a ser bi bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê. Nêzî sînorê Iraqê ye, di kampê de 30 hezar hemwelatiyên Iraqê ku ji heft hezar malbatan pêk tên hene.