Nexweşa penceşêra memikê bi pirtûka xwe hêvî dide jinan
Xoşî Şivan a bi nexweşîna penceşêrê ket, tu car hêviya xwe winda nekir û piştî ku biser ket, pirtûka ‘Ji ezmûnê ber bi hêviyê ve’ nivîsand. Xoşî di pirtûkê de behsa ezmûna xwe ya serketina jinek dike.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di nava hemû hestên mirovan de hêvî, yek ji hestê herî bihêze. Hêvî ew hêza ku di taritiya herî dijwar de wek çirayekê derdikeve û rê nîşander e. Dema hemû derî tên girtin hêza berdewam û meşînê dide. Hêvî ne tenê hest e, stratejiya jiyanê ye ku dikare jiyana mirovan di bingeh de biguherîne jî. Ji ber wê di her girtina nexweşiya penceşêrê de, divê hêvî hebe, da ku bikaribin çareseriyên xwe werbigrin, da ku penceşêrê derbas bikin. Îrade û hêvî li gel çareseriya bijîşk dikare penceşêrê ji bedena girtî derxin.
Lê belê nebûna hêviyê li nexweşxaneyan tu deman rê nade çareseriya kîmyewî û bijîşk, ku rola derbaskirina nexweşiya penceşêrê hebe. Girtina penceşêrê her tim hewla ji bo derxistina hêviyê dide. Ji bo ku bikare li dijî penceşêrê biserkeve. Bi awayê gula nîluferê, penceşêrê mezin bikin û bipêş bixin.
Dema nexweş ket soz da ku biserkeve ewê binvîse
Xoşî Şivan jinek 32 salî ye, bi rêya hêviyê kariye penceşêrê derbas bike û ji bo jinên din ezmûnekê ava dike. Xoşî dayîka du zarokan e, di meha Nîsana 2024’an de piştî guherîna rewşa wê ya tenduristî, serdana bijîşk dike, di fehsên wê de derdikeve ku bi penceşêrê ketiye. Di 1’ê Hezîrana 2024’an de çareseriya yekem a kîmyewî digre. Tevî hebûna diltengiya xwe û malbata xwe, kariye êşa penceşêrê bi alîkariya xwe, malbat û nexweşxaneya Hîwa derbas bike. Ezmûna derbazkirina penceşêrê bi hêviyê ve girê dide.
Di heman roja salvegera yekem a çareseriya xwe ya kîmyewî de pirtûka bi navê ‘Ji ezmûnê berbi hêviyê ve’ ku geştek a penceşêrê ye, ji bo kesên peceşêr girtine, belav dike. Dema nexweş dibe, soz dide xwe, ger hêvî bibe sedemê serketina penceşêrê, dê pirtûkek tije ezmûn û hêvî pêşkêşî kesên bi penceşêrê ketine bike. Piştre di destpêka Cotmeha 2025’an de çareseriya dawî digre û penceşêrê derbas dike.
Bi hêviya başbûnê biser ket
Rizgarbûya ji penceşêrê Xoşî Şivan wiha tîne ziman: “Hêvî rizgarbûna ji penceşêrê ye. Peyva penceşêrê ji bo min û malbata min giran bû. Destpêkê bi tenê ji bo girtina encaman çûm, lê belê ji ber xirabbûna rewşa derûnî, bi neçarî min dayîk û birayê xwe agahdar kir ku serdana min bikin. Lê belê bi hêviya ku ezê baş bibim, ez çûm nexweşxaneya Hîwa. Min dest bi girtina çareseriyê kir. Her tim bijîşkan diyar dikirin ku ez ji nexweşên din cûda me. Ji ber hêz û hêviyek min a zêdetir hebû. Ji ber wê di penceşêrê de biser ketim. Dema malbata min an jî hevalek min peyvek xweş ji min re dikirin, bandorek erênî li min dikir. Malbata min her tim li gel min bû û hêvî dida min. Ji ber wê min karî li dijî vê nexweşiyê biserkevim.”
‘Bi hêvî serdana nexweşxaneya Hîwa dikim’
Xoşî Şivan da zanîn ku bi hêvî ber bi nexweşxaneya Hîwa ve bi rê ketiye û ew hêvî di çavê wê de reng dide. Xoşî wiha got: “Ew rojên ku min serdana nexweşxaneya Hîwa dikir, min soz da ku li wê derê bi tendurist vegerim nava malbata xwe. Wek wefayek ji bo nexweşxaneyê min pirtûka bi navê ‘Ji ezmûnê berbi hêviyê ve’ pêşkêşî nexweşên wê derê kir. Ez îrade û baweriya bi xwe, di jiyanê de bi xwendina pirtûkan ve girê didim. Ji ber ku xwendevanek baş im. Her wiha dema min serdana nexweşxaneyê dikir, tu deman diltengî di ruyê min de diyar nebû. Yek ji bîranînên min di nava nexweşxaneyê de ew bû ku destpêkê wergirtina çareseriya kîmyewî bû. Li ser kursiyên nexweşxaneyê li benda wergirtina çarseriyê bûm. Yek ji çavdêrên nexweş ji min re got rabe wê nexweşek li wir rûne, ne dizanî ku ez bi xwe nexweşim.”
‘Her destek ji bo nexweşên penceşêrê hêviyê dide’
Xoşî, di nexweşxaneyê de ji bo xwe heval çêkirin û gelek caran li gel zarokên ku nexweşên penceşêrê bûn, pêwendî danî. Bi riya birina diyariyên biçûk hewl dida dilê wan zarokan xweş bike. Xoşî sedema vê yekê wiha vegot: “ Ji ber du zarokên min jî hebûn. Ez her tim êşên wan difikirîm. Niha jî pêwendiya min li gel wan maye û beşek jê ber bi başbûnê ve diçin. Destekdayîna her kesekê, derûniya mirovan baş dike. Ji ber wê her destek bi peyvekê be jî, ji bo kesên penceşêr girtine hêviyê dide.”
‘Gula nîlufer bû hêmana serkeftina min’
Xoşî Şivan di pirtûka xwe de wiha behsa gula nîlufer kir: “Beriya pirtûka xwe binvîsim, min çend agahî li ser gula nîlufer xwend. Ev gul li Rojhilatê Kurdistanê şîn dibe, di nava hez û avê de çêdibe, dema rojê dibîne dibiriqe. Wek sembola ciwaniyê tê zanîn. Ji ber wê, her dema gula nîlufer tê bîra min, ez ji xwe re dibêjim divê wek gula nîlufer di nava heza êş û dermanên kîmyewî de derkevim û wek gulek xweşik geş û mezin bibim. Ji ber wê nivîsîna pirtûka min, ji bo min wek îfadeya mezinbûna gula nîluferê ye.”
‘Çareseriya destpêkê girîng e’
Xoşî Şivan di dawiya axaftina xwe di meha hişyariya penceşêrê de, peyamek da û got: “Ez di wê hêviyê de me ku kes bê hêvî nebin. Dema rastî êşên penceşêrê tên, bi hêz li pêşberî wê bisekînin. Malbat bila alîkar bin, bila wan bêhêvî nekin. Niha ji ber pêşketina zanistê dikarin çareseriyan zûtir bigrin. Her wiha jin bila zû herin serdana bijîşk. Kesên ku penceşêra memikê girtine, bila hewl bidin li malê fehsa destpêkê bikin. Di egera her guherînek biçûk de hewla çareseriyê bidin. Salane kontrolên Momografîk encam didin. Bila jin bê hêvî nebin û hêviya zû başbûnê ji bo tevahî nexweşên penceşêrê dixwazim.”