Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîd e
Di dîdara ‘Piştî salekê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?’ de Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal got: “Astengiya herî mezin a li pêş pêvajoyê berdewamiya tecrîda li Îmraliyê ye.”
Silêmanî – Li salona Ramada ya li Silêmaniyê ji aliyê Navenda Lêkolînên Şar a ser bi dezgeha medyayî ya Şarpress ve, dîdara ‘Piştî salekê pêvajoya aştî ya li Tirkiyeyê ber bi ku ve diçe?’ dest pê kir. Di panela yekem a dîdarê de Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal, Wesiyê Rêber Apo û Parêzerê Buroya Sedsalê Mazlum Dînç û Endamê Rêxistina CPT Kameran Osman amade bûn. Panel ji aliyê nivîskar û çavdêrê siyasî Dr. Cehfer Elî ve hate birêvebirin.
Di panela yekem de destpêkê Parlementer Newroz Uysal axivî. Newroz Uysal behsa girîngiya pêvajoya aştî kir û got: “Her çiqas piştî banga Bahçelî yekem pêngav ji aliyê Rêber Apo ve dest pê kir, lê tecrîd hîn didome. Ya ku dikare zemîna siyasî û yasayî pêş bixe jî komîsyon û parlemento ye. Dewletê li gorî ya tê xwestin pêngav neavêtiye. Astengiya herî mezin li pêş vê pêvajoyê jî berdewamiya tecrîda li Îmraliyê ye. Ji ber ku muxatebê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo ye, ger tecrîd berdewam bike, wê çawa pêvajoyê birêve biçe?”
Newroz Uysal da zanîn ku bi destpêkirina pêvajoyê re kampanya azadiya Rêber Apo jî hate ragihandin û got: “Niha jî carek din em dubare dikin ku pêwîste Rêber Apo azad bibe. Ji ber ku ev qonax ne tenê ji bo Kurd û Tirkan e, di heman demê de ji bo hemû Rojhilata Navîn û gelên herêmê ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Parlementer Newroz Uysal destnîşan kir ku ew bi hêvîne ku pêvajoya aştî û qonaxa demokratîkbûnê bi ser bikeve û hemû bi azadî bikarin di bin sîwana civaka demokratîk de bi azadî bijîn.
‘Divê mafê hêviyê were bicihanîn’
Pişt re Wesiyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û Parêzerê Buroya Sedsalê Mazlum Dînç jî axivî, diyar kir ku tişta girîng a were kirin bicihanîna mafê hêviyê ya ji bo Rêber Apo ye û got: “Pêwîste Yekîtiya Ewropayê vî mafî bicih bîne. Wekî tê zanîn tecrîd berdewam e û tu bingeheke wê ya yasayî tune ye. Pêwîste pêngavên ku Rêber Apo avêtin baş bên dîtin. Ji ber ku pêngaveke sedsalî ye û ji bo bidestxistina mafên gelên herêmê girîng e. Pêngava yekem jî ew e ku parlemento wan yasayên ku li pêş pêvajoyê dibin asteng biguherîne. Wê ev pêvajoyê ne tenê bandorê li ser Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bike, di heman demê de bandorê li ser Rojhilata Navîn û cîhanê jî bike.”
‘Tirkiyeyê heta niha tu gav neavêtiye’
Mazlum Dînç herî dawî wiha got: “Bêdengiya li hemberî tecrîdê qonaxê zehmet dike, lewma pêwîstî bi têkoşîneke mezin a civakê heye da ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad pêngavên pêvajoyê bicih bîne. Ji ber ku heya niha ji bo birêz Ocalan gaveke erênî nehatiye avêtin, tevî tecrîdê birêz Ocalan baldikişîne ser bicihanîna pêngavên pêvajoyê û 27 sal in têdikoşe. Lê Tirkiyeyê heya niha tu gav neavêtiye. Eger em ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bi israr bin û pêngavên xwe bileztir bavêjin, dibe ku demek nêzîk de birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.”
‘183 gund bi temamî vale bûn ji ber êrîşên dewleta Tirk’
Di beşek din ya panelê de endamê Tîma CPT ya Amerîkayê Kameran Osman, derbarê pêvajoya aştî de axivî û got: “Pêvajoya aştî ne pêvajoyek ku were redkirin e, xwedî gelek xalên erênî û bandor in. Tenê di sala 2023’an de 12 welatî û di sala 2024’an de jî 35 welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Îsal 6 welatî bûn qurbanê êrîşên dronên Tirkiyeyê. Salên borî 62 gund ji ber êrîşên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê vale bûn. Bi giştî ji hezar û 190 gundan ku bandora êrîşan li ser heye, 183 gund bi temamî vale bûne. Xelkê 504 gundan jî nikarin biçin nav zeviyên xwe. Lê bandora erênî ya pêvajoya aştî bûye sedem ku rêjeya geştiyaran zêde bibe û liv û tevgera aborî li cihên geştiyaran dest pê bike.”
‘Herî zêde îsal dar hatine birîn’
Kameran Osman di dewama axaftina xwe de got: “Beriya pêvajoya aştî hezar û 548 êrîş hatin tomarkirin. Lê piştî pêvajoya aştî hezar û 696 êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêk hatin. Yanî li gorî salên borî 150 êrîş zêdetir bûn. Ji sala 2017’an ve dewleta Tirk nekariye cihê helîkopteran ava bike, lê piştî pêvajoya aştî hewl dide vê bike. Herwiha dest bi birîna darên xwezayê yên Kurdistanê kiriye û bi wesayîtên traktoran daran dibe Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Herî zêde îsal dar hatine birîn. Li gorî min ger pêvajoya aştî bi ser nekeve, wê dewleta Tirk hemû sînorên Başûrê Kurdistanê kontrol bike, ji xwe niha bi kûrahiya 30 heya 40 kîlometre ketiye nav xaka Başûr û di nav sînor de sînorek din ya xwe danîye. Herêma Kurdistanê ji pêvajoyê ne qut e, lê weke pêwîst nekariye erkê xwe yê sereke pêk bîne. Ji bo Tirkiye hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne, Herêma Kurdistanê tu kar nehatiye kirin.”
Kameran Osman herî dawî wiha got: “Heta niha gelek kesên ku xwestine leşkerên Tirk ji nav xaka Başûr derbikevin, ji aliyê konsolosxaneyê ve hatine cezakirin.”
Piştî axaftvanên panelê, pirs hatin kirin û panelîstan bersiv dan pirsan.