Newaya Jin bi manşeta ‘Şoreşa sereke ya serdemê’ derket
Hejmara Tîrmehê ya Rojnameya Jinan a Newaya Jin bi sernavê ‘Şoreşa sereke ya serdemê’ derket.
Navenda Nûçeyan – Hejmara meha Tîrmehê ya Newaya Jin bi sernavê ‘Şoreşa sereke ya serdemê’ bi xwînerên re hat ba hev. Di vê hejmarê de yek ji nivîskarên rojnameyê Ruşen Samsat fikra ku çavkaniya xwe ji şoreşê girtiye û karakterê sedsala nû diyar dike û çawaniya wê bi dest xistiye tehlîl kir û destnîşan kir ku piştî şoreşê pergala azadiya jinê tevî hemû êrişên qirkirinê, hevsengiya hêzên navneteweyî û ambargoyê 12 salin li ber xwe dide.
Hevpeyvîna bi fermandara YPJ’ê Sarya Heleb re cih girt
Yek ji fermandarên YPJ’ê Sarya Helek ku pirsên Newaya Jin bersivand, qala piştî şoreşê qada parastinê çawa hatiye birêxistinkirin kir. Sarya Heleb amaje bi wê yekê kir ku YPJ ne rêxistineke peryodîk e, rêxistineke ji bo ewlekariya hebûna jinan e û got: “Di pergala konfederal a jinan de, beriya her tiştî xweparastin mijareke bîrdozî û felsefî ye. YPJ nasnameya jinên ku li xwe digerin û dibînin in.”
Bal li ser rola xebatên Jineolojiyê hat kişandin
Çîroka Semer Tabqa ya ku du xwişkên wê di nava refên YPJ’ê de ne ji aliyê Dîcle Demhat ve hatiye nivîsandin. Dîcle Demhat diyar kir ku jinên Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen, Suryan û Çerkez ku bi nasname, bawerî û motîfên xwe yên çandî beşdarî şoreşa Rojava bûne, xwe dîtine.
Yek ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya bal kişand ser rola xebatên Jineolojiyê di veguhertina civakî ya li Rojava de û got: “Jineolojî ku ji çanda berxwedanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûd werdigre, hêza xwe li şoreşa jin û gelan zêde dike.” Guler Yildiz jî bal kişand ser yek ji aliyên herî balkêş ên şoreşê, aliyê wê yê ekolojîk e. Di gotara bi sernavê “Ji dîstopyayê ber bi utopyayê: Ekotopyaya bi navê Rojava” de hate gotin ku Rojava mînakeke îlhamê ye ku ji cîhanê re nîşan dide ku di nava şer û wêraniyê de jî sîstem û jiyaneke ekolojîk pêkan e.
Sîstema konfederal a jin
Li ser rûpelên Kurdî Endama Koordînasyona Kongra Star a rêxistina sîwanê ya jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyê Hêvî Silêman, sîstema konfederal a jin, xebatên avakirinê û şoreşa civakî bi kurtasî nirxand. Şervîn Nûdem, bi gotinên ji Ivana Hoffmann heta Anna Cambell, ji Alina Sanchez heta Elefterya Hambi û Sarah Handelmann jinên cîhanê çawa hêvî ji jinên Rojava dîtine.
Di rûpela forumê de parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berhevkirin ku bal tê kişandina ser pirsgirêka nifûsê pirsgirêka sermaye û yekdestdariya mêr derxistiye.
‘Di girtîgehê de bûyîna jin’ nivîsand
Esra Çîftçî ya ku pirtûka wê ya bi navê ‘Di girtîgehê de bûyîna jin’ derket, di nivîsa xwe de anî ziman ku girtîgeh hem ji aliyê dîzayn û hem jî ji aliyê pêkanînên hundir ve berhema zîhniyeta mêr e û diyar kir ku hebûna jinan a li girtîgehan jî tê wateya serî rakirina li dijî pergalê. Merge Polat a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyanê jî gotarek bi navê “Serhildana Bêdeng” ji Newaya Jin re nivîsand.
Yek ji nivîskarên rojnameyê Roza Metîna li ser têkoşîna li dijî qeyûm û berxwedana Colemergê nivîsî. Roza Metîna, pêkanînên li dijî jin û civakê yên qeyûm bi bîr xist û diyar kir ku Colemêrg weke mînakeke girîng a berxwedanê ya li dijî pêkanînên xespê cihê xwe girt.
Mûzîsyen Meral Alkan jî li ser mîhrîcanên li Ewropayê tên lidarxistin nivîsî. Meral Alkan di gotara xwe ya bi sernavê “Mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” de dibêje: “Jina Kurd xwe û axa ku koka xwe tê de belav kiriye, baş nas dike. Kesê ku qest dike baş nas dike. Mîhrîcan êdî ji bo me hemûyan qadên têkoşînê ne. Têkoşîna ji bo derxistina wan kesên ku bi bivirê ber bi koka me ve diçin ji axa me derdixin.”
Yurdusev Ozsokmenler bi Berdevka Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer re ku di 6 meclîs, 5 komîn û 6 însiyatîfan de xebatên xwe dimeşîne, li ser asta rêxistinbûnê, pêşaniyên têkoşînê û pirsgirêkên jinên Kurd axivî. Sarîna Agirî berxwedana 14’ê Tîrmehê nivîsand. Di berdewamiya gotarên Elîf Ronahî de ku beşên ji dîroka Tevgera Jinên Kurd vedibêje, mijara çima pêwîstiya jinan bi rêxistinbûneke cuda heye, tê nîqaşkirin.
Portreya Nora Cortinas cih girt
Dema ku Fîdan Yildirim portreya Nora Cortinas a ku di têkoşîna ji bo windayên Arjantînî de meha borî jiyana xwe ji dest dabû û ji bo piştevaniya jinên Kurd navekî mînak e, nivîsand. Berjîn Têkoşer di rûpelên Kurdî de jiyana Tiye yek ji qralîçeyên Misrê nivîsandiye.
Di rûpela bîranînê de gotara Rûken Tolhildan a ku tê de danasîna Berçem Umut (Suzan Duman) a di 15’ê Mijdara 2023’an de bi çekên kîmyewî hat qetilkirin, hate weşandin.