Nesrîn Abdullah: Têkoşîna me li her derê wê bibe wek Kobanê

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah got: “Têkoşîna me li her derê wê bibe wek Kobanê. Têkoşîna me parastina hemû civaka nawneteweyî ye jî. Bila her kes baş bizanibe ku serkeftin jî dê bibe serkeftina her kesî.”

JÎNDA AMARA

Navenda Nûçeyan – Bi desteserkirina Şamê ya ji aliyê HTŞ’ê ve, li Sûriyê qonaxek nû hat destpêkirin. Dewleta Tirk dixwaze bi destên çeteyên girêdayî xwe ji vê guhertinê sûdê bigre. Lewma jî hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê dîplomasî ve hewl dide dagirkeriya xwe ya li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bike. Anha krîza li Sûriyê ku hêzên nawneteweyî jî di nav de, bi hemû leza xwe berewam bike.

Ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Abdullah derbarê geşedanên li Sûriyê, hikûmeta demkî ku li Şamê hatiye avakirin, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, destkeftiyên jinên li heremê ku bi pêşengiya jinên Kurd hatiye qezenckirin û wekî din de, ji ajansa me re axivî. Nesrîn Abdullah diyar kir ku jinên Kurd amade ne  ji Sûriya nû re pêşengiyê bikin û got ku îro bi hezaran jin bi hemû pêkhateyan di nav refên YPJ’ê de parastina ax, civak û jinan dikin.

‘Her çend navê rizgariyê lê tê kirin jî ji niha ve alozî derketiye’

Nesrîn Abdullah di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya êrîşên HTŞ’ê ku bi rûxandina rejîma Baasê re bi encam bû. Fermandara YPJ’ê got ku bi van êrîşan re wêneyek nû li Sûriyê derketiye holê û wiha domand: “Bêguman di 27’ê Mijdarê de Sûriye ket pêvajoyeke nû. Wêneyek wisa derket holê ku Sûriye bû du perçe. Li aliyekî HTŞ gihîşt heta Şamê. Li aliyê din jî komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk -ku dewleta Tirk bi xwe jî di nav vê pêvajoyê de ye- bi armanca dagirkeriyê êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Em dikarin bêjin ku erdhejek hem siyasî, leşkerî hem jî civakî bû. Çima? Ji ber ku wisa xuya dike wê di nav xwe de aloziyek pir mezin bihewîne. Ji kaosek dikeve kaoseke nû. Her çend navê rizgariyê lê tê kirin jî, alozî ji niha ve di nav pêkhateyan de derketiye. Sedema vê jî, ketina van hêzan a nav Sûriyê bû. Em  dişopînin û dibînin ku aloziyek heye û hinek tişt li ser civaka Sûriyê tên ferzkirin.”

Metirsiyên heyî bi xwe re aramiyê naynin

Fermandara YPJ’ê diyar kir bêguman dizanin ku Sûriye welatek ji gelek pêkhatiyan pêk tê ye û wiha berdewam kir: “Gelek ol, ziman, çand tê de hene, xwedî dîrokek pir zengîn e û ev dîrok pênaseya hemû koman dike. Lê dema em li wêneyê niha dinhêrin, metirsiyên pir mezin derdikevin pêşiya me. Xuya ye ku ev metirsî bi xwe re aramî û demokrasiyê naynin. Jixwe em niha dibînin ku li Şamê hikûmetek çêdikin. Ji welatan gelek nûner tên. Bêguman ev trafîka dîplomasiya ku li Şamê çêdibe, dîplomasiya pergal û dewletan e. Ev dîplomasî ji bo gelan dê çiqas bikeve xizmeta jiyana bi aram? Ev pirs li gorî min cihê lêpirsînê ye, divê ev mijar pir baş were nirxandin. Ger ev trafîka dîplomasiyê alîkariyê bide armanca gelê Sûriyê, derfet bide ku ji nû ve xwe ava bike û demokrasiyek rast ava bike, dê tiştek baş be. Lê wisa tê xuyakirin ku hemû tişt li gorî berjewendiyên siyasî ne. Hemû alî wisa difikirin ku li Sûriyê cîhê xwe çêkin, li gor berjewendiyên xwe tevbigerin, lê ev tenê têra gelê Sûriyê nake. Ji bo gelê Sûriyê tiştê pêwîst ew e ku hikûmetek demokratîk bê avakirin û ev hikûmet bikaribe hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de bihewîne. Lazim e nasnameya herkesî serbest bike, azad bike. Ji ber ku têkoşîna ji 2011’an heya niha tê meşandin, têkoşîna ji bo nasnameya azad, hemwelatiyên azad û mirovên azad bû.”

‘Xuya dike ku hikûmeta niha xwe li ser esasên yek rengî ava dike’

Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku ger pirsgirêkên Sûriyê di hûndir de bihata çareserkirin pêwîstî  bi derve nînbû. Nesrîn Abdullah wiha got: “Bereketa ku li Sûriyê hebû û hîn jî heye, têra gelê Sûriyê dike ku xwe li ser lingan bigre. Lê hikûmeta niha xwe ava dike, wisa xuya dike ku xwe li ser esasê yek rengî ava dike û bi şeklekî pir bilez vêya dike. Lê ewê çiqas di bin xizmeta gelê Sûriyê de be? Em nikarin bi demê re bikevin pişbirkê û zûzûka pergalek bidin avakirin. Ger ev hikûmet bi hasasiyetek nêz nebe, bi aqilek demokratîk tevnegere, hesasiyeta gelê Sûriyê li berçav negire û pêdiviyên wê rast baş tesbît neke, dê nikaribe gelê Sûriyê temsîl bike. Ev metirsî hene. Bila em di pêşbirkê de bin, bes bi kîjan şêwazan û armancan? Divê pêşbirkek li ser esasê berjewendiyên gelê Sûriyê tevbigerin, bersiv bidin pirsgirêkên wan. Armancên gelê Sûriyeyê zelal in, bi salan bi dengek bilind daxwazên xwe anîn ziman û xwe îfade kirin.”  

Fermandara YPJ’ê pirsên “Niha hikûmeta nû kî temsîl dike, bi çi aqlî temsîliyetê dike? kir û wiha pê de çû: “Ev pirsên girîng in. Heqê gelê Sûriyê heye vê hişmendiyê bigre dest, lêpirsîn û analîz bike. Heqê gelê Sûriyê heye kî sûc û kêmasiyan bike li dijî wî/wê helwest deyne. Bi hezaran mirov di zindana Sîdnaya de jiyana xwe ji dest dan, ji bo wek mirov bijîn. Tevî hemû hovîtiyan jî ev gel dev ji armanca xwe berneda, her bi armanca xwe girêdayî bû. Hem gelê Kurd û gelê din jî vî tiştî dinirxîne. Dibêje pêwîstiya me bi welatek demokratîk, ekolojîk û mîsogeriya azadiya jinê heye. Hikûmeta ku li Şamê tê avakirin ji vê re amade ye?  Pêwîstiya me bi dewletek ku aqilê şerîetê mîna Efganistanê nîne û em ji vê jî bawer in ku kirasê derve li Sûriyê nayê.”

‘Ev hikûmeta ku hatiye avakirin gelo dê bikaribe nasnameya me temsîl bike?’

Nesrîn Abdullah di nav axaftina xwe de bersiva pirsa “Gelo gelê Sûriyê hikûmetek çawa dixwaze?” da û wiha pê de çû: “Ev der welatek Rojhilata Navîn e. Welatek ku di nav xwe de xweseriyê digre, pêwîst e çi gavê bê avêtin lê were, nexwe dê pêşeroja vê hikûmetê ne dirêj be. Em dibînin ku hemû ol, pêkhate, metirsiyên cidî dijîn. Ew hewaya sîvîl ku xwestin bidin avakirin bipêş neketiye, her kes di metirsiyê de ye. Ev hikûmeta ku hatiye avakirin, dê bikaribe nasnameya me temsîl bike? Dê bikaribe xweseriya me temsîl bike, dê karibe xwebûna me mîsoger bike? Dê bikaribe bibe dengê me, dê bikaribe li gorî berjewendiyên hemû gelan tevbigere? Pêwîstiya gelê Sûriyê bi hikûmetek wisa heye. Bi qasî ku xuya dike bi vî şeklî xuya nake. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî vî tiştî dinirxînin. Bi salan e em ji bo azadiya xwe, civaka xwe xwe têdikoşin, me sedan şehîd dan, kedên mezin hat dayîn.”

‘Pêwîstiya me bi welatekî ku em bikaribin temsîliyeta xwe bikin heye’

Fermandara YPJ’ê da zanîn ku ew jî ji bo civaka xwe xwedî maf in û wiha dom kir: “Di vê hikûmetê de ev daxwaz mîsoger be, em garantiya vêya dixwazin. Pêwîstiya me ne tenê bi dibistanek taybet a ku em tê zimanê xwe bixwînin heye, pêwîstiya me bi welatek ku em bikaribin temsîliya xwe bikin heye. Welatek ku xwebûn, parastin û nasnameya min teslîmî tu pergalek neyê kirin heye ku ez bikaribim bi xwe biryara xwe bidim. Bi salan em vê tekoşînê dimeşînin û divê di nav vê hikûmetê de wek jin em li herî pêş bin û em dikarin bi reng, aqil û xwebûna xwe pêşengtiya vêya jî bikin. Ji dervêyî van tiştan, em tu garantî nabînin. Têkoşîna me ji bo maf dê berdewam bike. Profîlek jin dane çêkirin û ji me re dibêjin hûn hemû lê binhêrin û wek wê bin, bes wisa nabe, em qebûl nakin hikûmetek ku bi aqilê dewleta Tirk were avakirin. Em dîroka dewleta Tirk baş dizanin, em dizanin dewleta Tirk çi anî serê gelê Sûriyê. Em baş dizanin ku dewleta Tirk çiqas krîza Sûriyê ava kir, kûr kir û di encamê de Sûriyê kir dojeh. Ji bo vê jî em pirsek wisa bikin, çiqas rast e bi aqilê derve welatek ava bikin? Gelo aqilê derve dê bibe çareserî?”

‘Dewleta Tirk dixwaze reng û aqilê xwe bide hikûmeta nû’

Nesrîn Abdullah diyar kir ku dewleta Tirk niha bi awayekî lezgîn hewl dide destên xwe tijî bike, di nava vê lezê de ye. Fermandara YPJ’ê wiha got: “Dixwaze reng û aqilê xwe bide vê hikûmetê. Lê em dibêjin aqilek Sûriyê pêwîst dike, ne aqilê dewleta Tirk. Aqilê dewleta Tirk çi anî serê gelê Sûriyê, em hemû jî dizanin. Me jî dîrok xwendiye. Em metirsiyên cidî dibînin di pêşiya xwe de, ji xwe em bi salan tekoşîn dikin, ji ber ku van metirsiyan ji holê rakin. Lê em li wêneyê li pêşiya xwe dinhêrin, ger bi vî awayî biçe dê welat krîzek nû bijî û azarên gelê Sûriyê zêdetir bike.”

‘Di oxirê vê armancê de me bi hezaran şehîd dan, em ê bi vê armanca xwe ve girêdayî bin’

Nesrîn Abdullah bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd ku bi salan li dijî rejîma Baasê meşand û amaje bi vê yekê kir ku di dîroka rejîma Baasê de yên êşên herî mezin kişandine û li dijî vê serî netewandin, Kurd bûn. Nesrîn Abdullah wiha pêl da gotinên xwe: “Em ne tenê rastî înkarê, rastî siyasetek wisa hatine ku em bibin xerîbên xwe. Tenê dixwestin tiştek ji me bibhîsin ku em bêjin ez ne Kurd im, ne tiştek im, tenê xizmetkarê te me. Rejîmek ku tenê dixwest vê bibhîse hebû. Ji bo vê yekê me şoreş da destpêkirin, ev ne mijarek nijadperestî ye, mafên hemû pêkhateyên Sûriyê heye ku bi nasnameya xwe bijîn. Dikarin mîsogeriya nasnameya xwe di vê pergalê de bibînin. Ger ku me ji bo vê armancê şoreş da çêkirin, em ê girêdayî vê armancê bin. Di oxira vê armancê de me bi hezaran şehîd dan û em ê bi vê armanca xwe ve girêdayî bin. Em ê xiyanetê li vê xwînê, li şehîdan nekin.”

‘Yan em ê bi nasnameya xwe bijîn an jî em vê jiyanê naxwazin’

Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku em di sedsala 21’emîn de dijîn, lê li gelek welatan hîn jî qirkirina nasname û hebûnê heye, qirkirina nasname ji ya fîzîkî gelekî xerabtir e. Nesrîn Abdullah wiha got: “Em jî vî tiştî qebûl nakin. Ger me şoreş kiribe, ji bo ku pêşiya vê qirkirinê bigrin, ger heman siyaset berdewam bike, dê şoreş jî berdewam bike. Em aşkera dibêjin ku an em ê bi nasname an bi xwebûna xwe bijîn, an em vê jiyanê naxwazin. Ev mafê me heye ku jiyana em dixwazin hilbijêrin. Wek gelê Sûriyê ev mafê me ye, divê neyê paşguhkirin. Êdî gelê Sûriyeyê nabe qurban, em bala xwe bidin serhildan bipêş dikevin, helwest tên nîşandan. Ger wek aqilê Baas bê meşandin, wek gelê Kurd em jî qebûl nakin.”

Nesrîn Abdullah diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakek pir şênber derketiye holê û wiha berdewam kir: “Bi çanda demokratîk, bi rêveberiyek xweser, îradeya hemû pêkhatiyan temsîl dike. Bi salan em bi vê sîstemê re dijîn û me dît ku ji bo me ya herî baş ev e. Ji bo Sûriyê jî pergala herî guncav ev e. Armanc ew e ku Sûriyeke ne merkezî bidin çêkirin, ne bi rengekî were meşandin, ne bi şeklî be divê cewherî be. Divê bi vê hişmendiyê em Sûriyeke nû bidin avakirin. Wek gelê Kurd û jinên Kurd em amade ne pêşengtiyê bikin, me kir jî. Bi salan e em hewl didin ku bibin pêşengek rast. Bi rastî jî gelê Kurd di pêvajoya şorêşê de dikaribû temsîliyeta Sûriyê bike. Bê ku ferq û cudabûn bike nav pêkhate, bû pêşengek dirûst, fedakar ku rihê Sûriyê bide jiyandin. Di vê heremê de gelê Ereb, Suryan, Asûrî û her wekî din hene. Bi serbestî û aramî jiyana xwe berdewam dikin.”

 ‘YPJ amade ye axê, civakê û jinan biparêze’

Nesrîn Abdullah bal kişand ser rola YPJ’ê ya di nav Sûriya nû de û diyar kir ku wek şervanên YPJ’ê ew xwe pêşeng dibînin. Fermandara YPJ’ê got ku ew ji bo Sûriya demokratîk û parastina wê jî amade ne û wiha pê de çû: “Niha di nav tevgerek de ne ku artêşek nû ava bikin, li gor min nîqaşek jê re pêwîst dike. Em li pişt xwe binhêrin, berê qaşo artêşa netewa Sûriyê hebû, bes ev artêş artêşa Baas bû. Destpêkê artêş da avakirin, vê artêşê wek darek li ser serê gel da bikaranîn. Aliyek jî kir artêşek teslîmkar, ji xwe rawşa dawîn li berçav e, nikaribû temsîliyeta artêşa xwe bike. Ji ber ku ne artêşek Sûriyê bû, ne artêşek parastina gelê Sûriyê bû. Anha bi rastî jî pêwîstiya gelê Sûriyê bi artêşek netewî heye, lê artêşek welatparêz, artêşek ku ji bo gelê xwe, xwe wek hêza cewherî bibîne pêwîst dike. Divê bi aqilê dewletê neyê avakirin, ne ji bo ku bibe hêzek dagirkeriyê, divê bibe hêza parastina gel. Ji derveyî vêya pêwîstî bi artêşê nîne.”

‘Divê di nav vê artêşê de hêza jinan jî hebe’

Nesrîn Abdullah da zanîn ku di encamê de pêvajoyek derbas kirine û wiha got: “Me dît ku ger jin bixwe hêza xwe ya cewherî ava neke, kes nîne wê biparêze. Ne artêş, ne bav, bira û hevjîn dikare vê biparêze, encax ew bi xwe xwe biparêze. Em bûn şahidê ezmûnên mezin, me li Sûriyê, Şengalê, li welatên din jî dît ku jin dikevin çi rewşê. Em jî qebûl nakin artêşek bi hişmendiya mêr bê avakirin. Di nav vê artêşê de ku ez jê re dibêjim hêza cewherî, divê mîsogeriya hêza jinê jî hebe. Ji ber ku em qedera xwe teslîmî tu kesî nakin. Em ê bi hêza xwe ya xweser parastina xwe û civaka xwe û welatê xwe bikin, ku heya niha me vî tiştî dikir. Pêwîstiya welat bi avakirina artêşek mêran nîne, em dixwazin balê bikşînin ser vêya jî. Em jinên Kurd amade ne pêşengtiyê ji vêya re bikin. Îro bi hezaran jin bi hemû pêkhateyan tekoşîna ax, civak û jinê dikin. Em wek YPJ, ji vê yekê re amade ne. Ger artêşek netewî bê avakirin, bê guman di hemû pêvajoya avakirinê de jin cîhê xwe bigre. Ev ne mijarek ku bi derûnî û biyolojiyê ve bê girêdan e. Gotinên bi vî awayî bên pêşxistin, tu wateya xwe nîne.  Hilweşiyane, kes pê bawer jî nabe, nayê xapandin jî. Têkoşîna ku em dimeşînin li ber çavan e,  hemû cîhan dibîne.”

‘Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûreşiya herî mezin e’

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah bi bîr xist ku dema rejîma Baas hatiye hilweşandin, gel li bendê bûye ku Sûriyeke demokratîk bê avakirin û gotinên xwe wiha domand: “Ji ber ku bi hezaran mirov di nav kedek mezin de bûn. Pir qurbanî dan, lê heviya xwe neşikandin ku ev roj were. Bê guman fikr û xeyalên rast bûn û ev diyalektîka gel e ku her di nav tevgerek azadbûnê de ye. Rejîma Baasê hat hilweşandin, lê em îro rastî êrîşên cuda tên. Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, rûreşiya herî mezin e. Êrîş li ser kî tê kirin û hûn dê çi rizgar bikin, çi azad bikin û çi xelas bikin? Ev mijarên bi pirsgirêk in. Beriya niha dihat gotin ku em ê rejîma Baas hilweşînin welat azad bikin. Anha tu behsa çi dikî û dixwazî çi bikî? Tu çima êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikî û navê xwe dikî artêşa netewî, tu kî temsîl diki? Û te pişta xwe daye dewleta Tirk û qetliaman li ser gelê Sûriyê pêk tînin.”

‘Em dizanin dabeşkirina xaka Sûriyê bi kîjan aqilî tê meşandin’

Nesrîn Abdullah pirsên wekî “Niha tu wek xançerek pişta li Sûriyê temsîl dikî, tu li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi digerî?” kir û wiha bersivand: “Li gor min diyar e, em dizanin dabeşkirina xaka Sûriyê bi kîjan aqlî tê meşandin. Madem te xwe kiriye artêşa netewî, îcar erka xwe pêk bîne, ne ku tu êrîşan biki, qetlîaman pêk bînî. Divê tu bikevî xizmeta vî gelî. Divê were zanîn ku dewleta Tirk te ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, dixwaze axa te dagir bike. Ew kesên ji Sûriyê, divê baş bifikirin û bêjin em çi dikin. Gelê Sûriyê vî tiştî dibîne û şahidî jê re dike. Gelê Sûriyê êdî ne wek berê ye, dê ji axaftina we ku hûn di bin navê şoreşgertiyê de dikin, bawer neke.” 

‘Em hêza xwe li Sûriyê bikin yek’

Fermandara YPJ’ê balkişand ser rewşa herêmê û wiha got: “Dema em li rastiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinhêrin, ji bo hemû gelan bi salan cîhê herî bi aram ev herêm bû. Bi dehan kampên koçberan hebûn ku ji desthilatdariya rejîma Baasê reviyan û xwe sipartin vê herêmê. Ji ber ku ev gel dizane dê mafê wan li vir were mîsogerkirin. Lê dema em dinhêrin, êrîş li ser vê aramiyê tê kirin. Ez bang li aliyan dikim ku em xwe zû ji wan kemînan xelas bikin. Dewleta Tirk kemîn danîne, nekevin van kemînan. Di vî şerê ku bi destê we dide meşandin de, tu berjewendiyên we tunin. Em hêza xwe li Sûriyê bikin yek. Êdî gelê me ji êşên nû re ne amade ye. Gelê me êdî pêwîstiya xwe bi azadiyê dibîne. Em tekoşînê ji bo vêya dikin. Em nebin qurbanên siyasetên derve.”

‘Em bi biryar in bibin hêza parastina gel û jinan’

Nesrîn Abdullah êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jî nirxand û got ku ger êrîş berdewam bikin, ew bi biryar in parastina xwe bikin. Fermandara YPJ’ê helwesta xwe bi van gotinan anî ziman: “Em xiyanetê li gelê xwe nakin. Em parêzvanên neteweya xwe ne. Rêgezên ku ji destpêka şoreşê ve em li ser meşiyane, heya dawiyê em ê berdewam bikin. Em bi biryar in ji bo avakirina welatekî azad, bibin hêza parastina gelan û jinan. Pêkhateyên ku li vê herêmê ne, êdî helwestên xwe zelal kirine. Li vir parastina rûmetê tê meşandin, cîhan jî jê re bû şahid. Hinek hevalên me dîl ketin, çi anîn serê van hevalan, tenê tiştek anî bîra me, ev kiryarên DAIŞ’ê ne. Bi hişmendî û armanca DAIŞ’ê nêzikatî li hemberî hevalên esîr nîşan dan. Bê hurmet nêzî cenazeyan bûn, ev nêzîkatî ji derveyî hişmendiya DAIŞ’ê temsîliyeta hişmendiya çi dike? Me alên DAIŞ’ê li ser wesayîtan jî dîtin, me li ser milên wan jî dîtin û qaşo navê xwe dikin artêşa neteweyî. Nêzikatiyên li hemberî esîr û şehîdên me, li ser me bandorek neyînî  nake berovajî, biryara me xurtir dike. Dê nikaribin bi me gav paş ve bidin avêtin.”

‘Divê civaka navneteweyî jî nebe şirîkê wan binpêkirinan’

Nesrîn Abdullah bang li civaka navneteweyî jî kir û wiha domand: “Ger ku dibêjin em li gotinan dinhêrin li pratîkê dinhêrin, vaye pratîk li holê ye. Civaka navneteweyî jî divê nebe şirîkê wan binpêkirinan. Em vê jî bêjin, ger piştgirî tê dayîn û ev kiryar tê kirin, tê wê wateyê ku hêzên nawneteweyî jî şirîkên van kiryaran in. Ev jî nayê qebûlkirin. Ger em têgeha terorîzmê pênase bikin, terorîzm çiye? Pênaseya wê em jî dikin. Ger nasnameya gelekî bê tunekirin, pêşiya wê were girtin, azadbûna wê bê tunekirin, ev jî terorîzm e. Komkujî li ser gelan tê kirin, ev ne terorîzm e? Ger mafên jinê hemû bên tunekirin, ev ne terorîzm e? Êrîşên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin, ne terorîzm e?”

Banga li jin û ciwanan

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah di dawî de bang li tevahî jin û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destkeftiyên bi pêşengiya jin û ciwanan hatine bidestxistin biparêzin. Nesrîn Abdullah got ku divê her kes li derdora QSD’ê kom bibe û wiha domand: “Ez bang li hemû gel û jinan dikim ku bibin xwedî helwest. Li hemberî vê terorîzma ku tê pêşxistin, dengê xwe bilind bikin. Îro dixwazin Kobanê jî bikin hedef. Kobanê ji bo hemû gelan nasnameyek e, di asta cîhanê de, ne tenê di Rojhilata Navîn de. Têkoşîna me li her derê wê bibe wek Kobanê. Em di vir de xwedî helwestek zelal in. Em ji vê jî bawer in ku têkoşîna me ya li dijî terorîzmê parastina hemû civaka nawneteweyî ye jî, ji bo parastina hemû civak û jinan e. Bila her kes baş bizanibe ku serkeftin jî dê bibe serkeftina her kesî, binketin jî dê bibe binketina her kesî. Em di serkeftinê de bi îsrar bin, ji bo vê divê her kes erka xwe ya demê pêk bîne. Ez bang li ciwanên Sûriyê dikim ku divê ji vê rewşê re hişyar bin. Divê pêl bi pêl tevli hêza cewherî bibin. Tevli QSD’ê bibin. Em herêmên xwe biparêzin, gelê xwe biparêzin. Dem ev dem e ku ciwan ji bo welat û civaka xwe erka xwe ya parastinê pêk bînin. Werin hûn jî tevli vê bibin da ku em bikaribin bersiva vê pêvajoyê bidin.”