‘Neşopandina bûyerên qetilkirinan bûyeran kêm nake’

Rojnamevan Ala Ehmed der barê biryara veşartina bûyerên qetilkirinan de wiha got: “Veşartina sûcan nabe sedema çareseriyê, rê ji bo lihevhatina eşîrê vedike û ev jî nabe çareseriyek baş.”

HÊRÛ ELÎ

Silêmanî – Wezareta rewşenbîrî û ciwanên herêma Kurdistanê di nivîsek de wiha got; “Agahdarî ji bo hemû medyayên, dîtbarî, bihîstin, xwendin û dîjîtal, xwe ji parvekirin û şopandina nûçeyên sûc, bi taybetî sûcên li dijî qetilkirinan û hevdîtinên bi kesûkarên kesên hatine qetilkirin û lêkolîn û şêwazê encamnedana sûc ku berovajî zagon û rênimayên karkirina Hêrêma Kurdistanê ne dûr bikevin.”

Ev ragihandina ji bo qedexekirina şopanadina bûyerên qetilkirinan, ji aliyê rojnamevan û çalakvanan ve rastî nerîzûban hat û hat diyarkirin ku ev biryar ji bo veşartina daneyên qetilkirina jinan û azadkirina sûcdaran e.

‘Qetilkirina jinan di astek metirsîdar de ye’

Rojnamevan Ala Ehmed der barê qetilkirina jinan de wiha got: “Qetilkirina jinan heta niha di civakan de bi taybetî di civaka paşverû de kêm nebûye, di asteke metirsîdar de ye. Di çend rojên borî de me dît li herêma Kurdistanê du jin li herêmên cuda yên Kurdistanê ji aliyê kesûkarên xwe ve hatin qetilkirin. Gelek caran bi navê nemûsê ev sûcan e tên kirin, ev jî metirsîdar e. Ji ber gelek caran dema ev sûc tên kirin bi her navek û sedemê, her sedemê sûc di veşêrin, hem jî bi temamî pirsan paşguh dikin û bikuj jî azad di berdin.”

Ala Ehmed bal kişand ser sedemên vê biryarê û wiha got: “Gelek caran hinek rojnamevan hene dûrî hemû etîk û nirxên rojnamegeriyê kar dikin, ev jî ji derveyî rojnamegeriyê, dûrî hemû nirxên mirovan e. Dema rûdawek diqewime, mikrofonê dibin ber jêre dibêjin hestên we çi ne. Divê hesetên çawa bin, tu li bendî kesek çi bêje. Ji ber wê li gorî min ev rêgirî baş e. Bes bila neyê qedexekirin. Divê rêgirî bi awayekî wisan bûya zêdetir girîngî bi çawaniya karkirinê li ser bûyerên qetilikirinê bihata dayîn. Divê em wisan kar li ser kar bikin bigihînin civakê divê neyê paşguhkirin.  Şopandina van hemû nûçeyên qetilkirinan derûniya xelkê têk dide. Sibehan dema ku li telefonê temaşe dikin van hemû nûçeyên qetilkirinan dibînin. Em dizanin em di kijan civakê de dijîn, bêyî ku vê bizanin bandor li ser derûniya me dike.  Destwerdana kesayetî û partî li dadgehê û serwernebûna yasa, sedemên zêdebûna qetilkirinên jinane. Dema dozek diçe dadgehê, kar li ser nakin û nizanin piştre encam bi kuve diçe. Çend dozên me hene ji wan dozên qetilkirinên jinane. Nizanin piştre çi rûdaye. Tenê tişta rû daye dibînin. Ev jî divir de kêm xemiya medyayê û rojnamevanên me nîşan didin. Ji ber dema li pey dozê dikevin, nebe dest jê berdin divê ji destpêkê çawa gihaye rewşa dawiyê nîşan  xelkê bidin ku çi rûdaye û gihîştiye ku derê.”

‘Rê nedana şopandina bûyeran ji bo zêdebûna sûcan rê xweş dikin’

Ala Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa aliyên xirab ên veşartina bûyerên qetilkirinan kir û wiha got: “Tiştek xirab e dema jinek yan mêrek tên qetilkirin û sûcek tên encamdan, dema ku rê nadin şopandina bûyerê, tê wê wateyê ku  tu jê re rê xweş dikî ku ev sûc werin encamdan û bi asanî winda bibin. Ev jî wisa dike ku kesek din heman bûyerên encam bide. Ji ber pirsgirêkên civaka me Kurdan ên weke bicihneanîna zagonan heye. Me lihevhatina eşîran heye, gelek caran ji ber silha eşîran sûcên gelek mezin tên veşartin û windakirin, carna bi riya dayîn pere yan jî kuştinan, rê nedin ev bûyer bên nîşandan û  rê ji bo encamdana van sûcan xweş dikin.”

‘Ne şopandina bûyerên kuştinan bûyeran kêm nake’

Ala Ehmed wiha got: “Ne şopandina bûyerên qetilkirinan, bûyeran kêm nake, tenê ew di veşêre û  paşguh dike. Salan e dema panaroma ji bo bûyerên kuştinan tên çêkirin, daneyên diyar li ber dest nîn e. Tenê divê bikevin nava arşîvê, yan jî dezgehên ku berhev kirine. Ew jî nabe daneyên fermî, ev bi xwe keresat e. Ji ber tenê veşartina sûcan nabe sedema çareseriyê, rê ji bo silha eşîrê xweş kiriye ev jî çareseriyek ne bi tendurist e. Di demên borî de hatiye ditîn ku jin li nexweşxaneyê beriya jiyana xwe ji dest bide bi xwe gotiye kesê beramber tundî li dijî bi kar aniye. Lê belê me dît hevjîn û kesûkar red dikin, jin dema jiyana xwe ji dest dide, kesûkar herêçan diparêzin lê belê dadgeh gotinên wan digrin. Ji ber wê nîşandana bûyeran gelek girîng e, ji ber civaka me civakek dînî û pirçandî ye. Dema jinek rastî tundiyê tê, ji ber gotinên xelkê dozê winda dikin. Sûc her sûc e, di her rewşê de encam bide. Ji ber wê divê dadgeh kar li ser zagonan bikin divê em civakê hişyar bikin, ji ber dema ku rastî her metirseyê tên ku gef li ser jiyanê ye, zagon heye û netirsin. Ji ber dema neçarî kuştin û cureyên tundiyê tên jin dibin qurban.”

‘Armanca beşek ji medyayan zêdekirin û komkirina bîneran e’

Ala Ehmed destnîşan kir ku armanca sereke ya beşek ji medyayan zêdekirin û komkirina bîneran e û wiha got: “Guh nadin çi didin civakê û çi dişînin, niha wisa lê hatiye hemû ketina nava pêşbaziya zêdekirina bîneran. Rojnameger jî weke her kesê din ji bo karkirinê rêkariya zagonî heye, mînak nabe bibêjin medyakar çi bixwazin çi bi kêfa wan be belav bikin. Divê civakê di ayînî û çandî de civakê hişyar bike. Karek wisa bike ku di xizmeta gel de be.”

‘Dema li ser bûyerên kuştinan kar bê kirin divê sedema wê jî were lêkolînkirin’

Ala Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Di wê dezgaha ku tê de dixebitim de, me gelek caran nîqaş kir ku bi şopandina nûçeyên kuştinê, dema kesek tê kuştin, bibêjin kesek hat kuştin an biçin mîkrofonê dirêjî kesûkarê wan bikin û bibêjin çi qewimiye û çawa qewimiye û hestên te çi ne. Belkî ji şopandinê cuda sedema kuştinê bê zanîn. Dema ez li ser bûyerek kuştinê kar bikim divê li ser sedema kuştinê jî kar bikim. Yek ji sedemên sereke tevî hebûna zagonan çek bi awayekî vekirî tê kirîn di destên xelkê de ye. Bazarên wan hene, bazirganiya çekan bi awayê eşkere dikin. Ev jî pirsgirêkên gelek mezin in û dibe sedem ku xelk bi asanî çekan bigre. Rast e weke zagon rê nayê dayîn fermanber, hêzên leşkerî çekan bibin malên xwe lê belê ev heta kîjan astê tê bicihanîn nayê zanîn. Divê kar li ser van mijaran bên kirin, ne tenê bûyeran bişopînin. Ger ez karekî li ser bûyerek kuştinê bikim divê li sedem û çareseriyan bigerim.”