Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Silêmaniyê bazarek heftane vekir
Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ji bo piştgiriya hilberîna herêmî bi berhemên xwemalî û çandiniyê yên xwendekaran bazarek heftane li dar xist.
Silêmanî – Îro bi beşdariya rektorê zanîngehê, endamên mamosteyan, xwendekar û welatiyan bazareke hefteyî li Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin û tê de berhemên xwemalî yên xwendekar û mamosteyan û berhemên baxçê hatin pêşandan. Xwarinên Kurdî, pêdiviyên giyayan û nebat û hunerên destan ên ku ji aliyê xwendekaran ve hatine çêkirin hatin pêşandan.
Piştgirî dayîna xwendekaran
Mamosteya parastina nebatan li Fakulteya Endezyariya Çandiniyê Binar Cemal Celal bi du cureyên berhemên kivarkan beşdar bûye. Binar li ser çandiniyê wiha dibêje: “Em bi xwendekaran re li ser mijarên çandiniyê dixebitin. Wekî mamoste, em bi berdewamî ji bo hilberîna herêmî hewl didin û xwendekaran teşwîq dikin ku baweriya xwe bi şiyanên xwe bînin. Bi vî rengî, ew dikarin hilberîna herêmî li Herêma Kurdistanê zêde bikin. Xwendekar zanîna teorîk di pratîkê de bikar tînin. Armanca me ew e ku em piştgiriyê bidin xwendekaran.”
Binar Cemal di nava gotinên xwe de qala rol û mîsyonên memosteyan dike û got: "Wekî mamoste, em rêberiya xwendekarên xwe dikin ku li ser kalîteya berheman bisekinin, ne li ser mîqdarê. Destçêkirina xwendekaran û hilberîna herêmî dikare bibe alîkar ku berhemên hawirdekirî kêm bibin. Di warê kalîteyê de, madeyên zirardar nayên bikar anîn, ku ev ji bo tenduristiya giştî girîng e. Her çend dibe ku ew hemû hewcedariyan bicîh neyne jî, ew dikare berhemên bi tevahî xwezayî pêşkêş bike. Wekî mamosteyên beşa çandiniyê, em di her qonaxê de piştgiriyê didin xwendekarên xwe. Armanca me ew e ku em alîkariya wan bikin ku kar bibînin, dahata herêmî zêde bikin û berhemên saxlem bînin bazarê. Em her weha amade ne ku alavên di beşa xwe de ji bo xwendekarên xwe peyda bikin da ku bikar bînin.”
Xwendekar berhemên îtxalkirî red dikin
Asude Elî ku xwendekarê zanistên çandiniyê ye li ser berhemên ku hatine peşkeşkirin dibêje: “Îro, em gelek berhemên xwe yên herêmî di vê bazara heftane ya li zanîngeha xwe de nîşan didin. Her yek ji heft beşan bi berhemên xwe beşdar bûn. Beşa baxçevaniyê bi nebat û nebatên xemilandinê beşdar bû. Me her wiha bi dondurma û kekên malê beşdar bûn. Min kekên xwe bi ceh û berhemên herêmî çêkirin.”
Asude di dawiya gotinên xwe de balê dikşîne li ser kêm derfetiyê ji bo kar û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Derfetên kar ji bo mezûnan kêm in û pir caran rawestiyane. Lêbelê, em dikarin bi rêya beşa xwe ji bo xwe û xwendekarên din derfetên kar biafirînin. Her çend saziyên peywendîdar piştgiriyek têr peyda nakin jî, em hewl didin ku bi hewldanên xwe derfetên kar û hilberîna herêmî biafirînin.”