Nêrgiz Mihemedî du caran rakirine nexweşxaneyê

Malbata xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Nêrgiz Mihemedî piştî ji aliyê hêzê Îranê ve hate binçavkirin, ji ber derbkirinê du caran rakirine beşa lezgîn a nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Nêrgiz Mihemedî ku yek ji navên di tevgera parastina mafê mirovan a li Îranê derketî pêş e. Ev nêzî 30 salane di qadên parastina mafê jinan û li dijî cezayê darvekirinê xebat dide meşandin. Di sala 2023’an de dema li girtîgehê bû layîqî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin. Tevî sînordariyên ku rastî hatî û girtinan hewldanên wê teqdîra navnetewî qezenc kir.

Malbata Parêzvana Mafê Jinan û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, bi rêya weqfa ku navê wê dihilgire, daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Nêrgiz Mihemedî di 12’ê Kanûnê de bi hinceta beşdarî merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî bûye hate binçavkirin û piştî derbkirina di dema binçavkirinê de du caran rakirine başa lezgîn û nexweşxaneyê.

‘Weqfa Nêrgiz Mihemedî’ ku malbata wê rêve dibe, da zanîn ku Nêrgiz Mihemedî di hevdîtina bi telefonê ya roja Yekşemê bi malbata xwe re, darba tund a di dema binçavkirinê de rastî hatî, rewşa wê ya tenduristiyê xirab bûye piştrast kir.

Ji aliyê rayedarên Îranê ve gefa mirinê lê hatiye xwarin

Nêrgiz Mihemedî di hevdîtina telefonê de da zanîn ku sûcên ‘hevkariya bi Îsraîlê re’ lê tê barkirin û ji aliyê rayedarên Îranê ve gefa mirinê lê hatiye xwarin. Da zanîn ku ji ber vê yekê yekîneya ku ewlehiyê ku wê digre û ji ber tundiya ku di pêvajoya binçavkirinê de lê hatî kirin, ji tîma hiqûqê xwest ku giliyê fermî bike.

Negîz Mihemedî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, di çarçoveya sekinandinan înfaza cezayê wê de, di meha Kanûna sala bûrî de ji girtîgeha Evînê ya li Tahranê hatibû berdan. Rayedarên Îranê jî heta niha têkildarî binçavkirina dawî û rewşa wêya niha ti daxuyaniyek fermî nedaye. 

Hêjayî bi bîrxistinê ye roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.