Nergîs Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang kir: Yek deng bin
Nergîs Mihemedî derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî bang li hemû welatiyên Îranê, azadîxwazan, rêxistinên naveteweyî kir ku beramberî vê siyaseta darvekirinê yek deng bin û dijî wê rawestin.
Navenda Nûçeyan – Roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Bertekên li dijî êrêkirina cezayê darvekirinê herku diçe zêde dibe. Girtiya siyasî ya li girtîgeha Evîn Nergîs Mihemedî derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo rojnamevan Pexşan Ezîzî de, li ser tora xwe ya medya dijîtal peyamek parve kir.
‘Rejîma Îranê hewl dide tola xwe hilîne’
Nergîs Mihemedî di peyama xwe de ev tişt gotin; “Rejîma Îranê dixwaze bi despêkirina cezayên darvekirinê ji bo jinên girtiyên siyasî, tola xwe nîşanî welatiyan bide. Pejirandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî, bi armanca bêdengkirina jinan û tolhildana ji rumeta şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ez bang li hemû welatiyên Îranê, azadîxwazan, rêxistinên naveteweyî dikim ku beramberî vê siyaseta darvekirinê yek deng bin û dijî wê rawestin.”