‘Nebûna hesabdayînê wê Sûriyeyê veguherîne çerxa tundiyê’

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), binpêkirinên di êrîşên Tîrmeha 2025’an de li Suweydayê eşkere kir û hişyarî da ku ger pergala hesabdayînê nebe, wê Sûriye bikeve nava çerxên dubare yên tundî û tolhildanê.

Navenda Nûçeyan – Bajarê Suweydayê yê li başûrê Sûriyeyê, di Tîrmeha 2025’an de rastî êrîşên bi xwîn ên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam û milîsên bedewî hat. Di encama êrîşan de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û darvekirinên qadê, wêrankirina malan û êrîşên li ser dêr û sembolên neteweyî pêk hatin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), di rapora xwe ya 15’ê Çileya 2026’an de eşkere kir ku di êrîşên Tîrmeha 2025’an de ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam û mîlîsên bedewî de gelek binpêkirin çêbûne lê kesên berpirsiyar hesab nedane.

Di nava binpêkirinên ku di raporê de hatin belgekirin de kuştinên kêfî, darvekirinên qadê, muameleya xirab a li ser cenazeyan, binçavkirinên kêfî, êrîşên li ser wesayîdên sivîlan, talankirin û wêrankirina mal û milkên gel hene. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber tundiyê nêzî 187 hezar kes koçber bûne û li gorî texmînên NY’ê ev ke bê xurek, derman û stargehê mane.

Tenê pejirandina sûcan têr nake divê hesab were xwestin

HRW’ê, bang li rayedarên Sûriyeyê kir ku divê hesab ji kesên berpirsyar bixwazin û diyar kir ku dema wisa bikin dê nîşan bidin hikûmeteke ji bo xizmetê ji hemû Sûriyeyê re dike hatiye avakirin. Cîgirê Rêvebirê Rojhilata Navîn ê rêxistinê, diyar kir ku tenê qebûlkirina fermî ya sûcan têrê nake, ji ber ku fermandarên berpirsiyar pir caran ji pêkanîna edaletê bêpar tên hiştin û hişyarî da ku nebûna berpirsiyariyê dê bibe sedema dubarebûna bûyerên tirsnak ên berê.

HRW’ê daxwaza vekirina lêpirsînên serbixwe û bêalî, beşdariya berpirsên payebilind ên sivîl û leşkerî û pêkanîna reformên berfireh êm di bazarra ewlehiyê de kir û destnîşan kir ku bêcezatî dê Sûriyeyê mehkûmî çerxên dubare yên tundî û tolhildanê bike.