Navnîşanên ‘Meşa Şevê ya Feminîst’ diyar bû
Îsal wê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran ‘Meşa Şevê ya Feminîst’ were lidarxistin.
Navenda Nûçeyan – Li gelek bajarên Tirkiyeyê îsal jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, wê Meşên Şevê yên Femînst werin lidarxistin. Rêxistinên jinan û femînîst, bi banga piştevanî û têkoşîna li dijî şer, mêrsalar û kapîtalîzmê li qadan dê li hev kom bibin.
Îsal wê li Antalya, Enqere, Bodrum, Çanakkale, Datça, Fethiye, Hopa, Stanbol, Îzmîr û Mêrsênê meş werin lidarxistin. Rêxistinên femînîst diyar kirin ku rizgarî bi têkoşîna femînîst gengaz e. Banga beşdariya meşan li jin û LGBTÎ+ yan kirin.
Adana
Li Adanayê îsal wê 3’yemîn Meşa Şevê ya Femînîst were lidarxistin. Beşdar wê bi banga li dijî kapîtalîzma mêr, mezinkirina têkoşîna femînîst û kolanan bi rengê mor boyax bikin dê li hev kom bibin.
Cihê kombûnê: 19.00 – parka zarokan a Gazîpaşa (Li kêleka dibistana seretayî ya Celalettîn Seyhan)
Enqere
Meşa li Enqereyê, ji Filistînê heta Rojava, ji Îranê heta Enqereyê wê balê bikşînin ser piştevaniya bi jinên ji cihên cuda yên dinyayê re.
Cihê kombûnê: 19.30 – Kolana Yukselê
Antalya
Li Antalyayê jin û lubunya, bi daxwaza jiyana wekhev, azad, laîk û di nava aştiyê de wê di 13’emîn Meşa Şevê ya Femînst de li hev kom bin.
Cihê kombûnê: 19.00 – Uçkapılar
Bodrum
Meşa li Bodrumê jî wê bi banga têkoşîna li dijî mêtingeriya beden û nasname, ked û ji nedîtî ve hatinê were lidarxistin.
Cihê kombûnê: 17.30 – Qada Mizgefta Tepecîk
Çanakkale
Meşa ku li Çanakkaleyê were lidarxistin, jin ji bo îsyana xwe di 8’ê Adarê de bînin ziman wê li hev kom bibin.
Cihê kombûnê: 20.30 – Bexçeyê Çay Golf
Datça
Li Datçayê, bi destnîşankirina ji bo azadiya jinên têkoşîna li dijî şer, tundî, mêrê serdet dê meş were lidarxistin.
Cihê kombûnê: 19.30 – Mala Demokrasiyê
Fethiye
Li Fethiyeyê jin, wê bal bikşînin ku ew dev ji jiyan, ked û gotinên xwe bernadin, li dijî xizanî û newekheviyê wê li hev kom bibin.
Cihê kombûnê: 19.30 – Ocaxa Tendirustiyê ya bi Hejmar 1
Hopa
Li Hopayê, li dijî xizanî û paşverûtiyê, bi daxwaza jiyana wekhev, azad Meşa Şevê ya Femînîst dê were lidarxistin.
Stenbol
Wê di meşa li Stenbolê de, balê bikşînin ser piştevanî û têkoşîna femînîst li dijî şer, kapîtalîst, heteroseksizme û mêrsalariyê.
Cihê kombûnê: 19.30 – Siraselviler / Taksîm
Îzmîr
Li Îzmîrê femînîst li dijî mêrê serdest, banga ‘îsyana me xilas nabe, bi kêfxweşî û hêrsê’ kolanan bi mor boyax bikin.
Cihê kombûnê: 19.00 – Navenda Çanda Leman (Li ber Pirtûkxaneya Penguen)
Mêrsîn
Di 12’emîn Meşa Şevê ya Femînîst ku li Mêrsînê were lidarxistin de, bi daxwaza jiyana wekhev û azad, bang hat kirin ku werin ba hev.
Cihê kombûnê: 19.30 – Kolana Kushimoto