Navenda çandî ya keçan a Sûdanî Xelata Zimanê Erebî ya Mohammed bin Raşîd girt

Navenda Çandî ya Sûdanî "Al-Fal" ku girîngiyê dide perwerdekirina keçan, li Dubaiyê Xelata Zimanê Erebî ya Mohammed bin Raşîd a sala 2026’an girt.

Sûdan –Navenda Çandî ya Sûdanî "Al-Fal", di destpêkê de wekî ramaneke îlhamdar ji nav atolyeyên nivîsandinê yên înteraktîf ên serhêl derket holê. Ev atolye, di dema pandemiya COVID-19 de hatibûn lidarxistin. Bi demê re, ev navend veguherî platformeke dînamîk û qadeke ku ji bo pêşxistina wêjeyê, belavkirina çanda xwendinê û bihêzkirina kesên afirîner a li Sûdanê hatiye veqetandin.

Zêdetirî 2 hezar û 600 proje û însiyatîfên ji 52 welatan beşdar bûn

Di çarçoveya 10’emîn xelata Zimanê Erebî ya Mohammed bin Raşîd de, Navenda Çandî ya "Al-Fal" di kategoriya "Baştirîn Însiyatîfa ji bo Pêşxistina Çanda Xwendinê û Avakirina Civakeke li ser Bingeha Zanînê" de, bi taybetî ji bo projeya xwe ya bi navê "Pirtûkxaneyên Al-Fal ji bo Keçan", ev xelat girt. Desteya Rêveber a xelatê duh, di merasîmeke ku bi armanca 12’emîn Konferansa Navneteweyî ya Zimanê Erebî li Dubaiyê hat lidarxistin de, ragihand ku navend bûye xwediyê xelatê. Di vê bernameya xelatê ku ji aliyê Pirtûkxaneya Mihemed Bîn Raşîd -beşek ji Însiyatîfên Cîhanî yên Mihemed Bîn Raşîd El Mektûm- ve hatiye organîzekirin de, zêdetirî 2 hezar û 600 proje û însiyatîfên ji 52 welatan beşdar bûn.

Ev xelat di kategoriya "Çand, Raman û Civaka li ser Bingeha Zanînê" de hat dayîn. Tê de hewldanên vê însiyatîfê yên ji bo berfirehkirina derfetên gihîştina pirtûk û zanînê ji bo keçan, hatin naskirin. Ev destkeftî di demekê de xwedî girîngiyeke mezin e ku saziyên çandî yên li Sûdanê, ji ber pevçûnên berdewam, bi gefên li ser hebûna xwe re rûbirû ne.

‘Nivîsandin, kiryareke berxwedan û avakirinê ye’

Sarah Al-Jack ku romanivîs, mîmar û seroka navendê ye, xelat wergirt û ev rûmet diyariyî "hemû kesên ku bawer dikin xwendin û nivîsandin kiryarên berxwedan û avakirinê ne" kir. Her wiha diyariyî tîma navendê jî kir, yên ku tevî şert û mercên herî dijwar jî xebata xwe berdewam kirine. Sarah Al-Jack anî ziman ku ev serkeftin, berpirsyariya wan a ji bo pêşxistina çanda xwendinê, bihêzkirina jin û mêrên ciwan -bi taybetî jinên afirîner- û misogerkirina wê yekê ku zimanê Erebî wekî amûreke zindî û şiyana hilberîna zanînê heye bimîne, xurttir dike. Ev xelatgirtin, encama dawî ya rêwîtiyeke heft salî ye. Rêwîtiyek ku navend wê wekî "heft salên tijî destpêkên bi xêr" bi nav dike. Navenda ku destpêkê bi formata atolyeyên biçûk ên nivîsandinê di bin siya şer de derketibû holê, niha veguheriye saziyeke çandî ya girîng. Îro, balê dikişîne ser avakirina qadên domdar ji bo fêrbûnê û parastina bîra kolektîf a Sûdanê.

Ji projeyên girîng ên navendê, dikare behsa vana bê kirin:

Projeya "Jiyan" ku li ser belgekirin û parastina romanên jinên Sûdanî disekine.

Bernameya "Aynat al-Turfa" ku rêzê li kesên ku şopeke kûr hiştine digire.

Klûbeke xwendinê; însiyatîfa "Dawiyat Mazad"

Rêze-weşanên "Mutun Istiwaiya" (Metnên Tropîkal)

Her wiha gelek atolyeyên perwerdeyî yên di warên nivîsandina afirîner, çîrokên kurt, roman, rojnamegerî, nivîsandina senaryoyan, rexneya wêjeyî û hunerê de.