Gulnaz Karataş li Kobanê û Hesekê hat bibîranîn
Têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî di salvegera xwe ya 35’emîn de hat bibîranîn. Her wiha li bajarê Hesekê jî bi civîneke girseyî hat bibîranîn û çalakî bi belavkirina şirînahiyan bi dawî bû.
Navenda Nûçeyan – Têkoşer Bêrîtan Hêvî di 25’ê Cotmeha 1992’an de li Girê Lêlikan ê navçeya Sîdekana Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên pêşmergeyan û Tirkiyeyê ku teslîmiyetê li ser ferz kirin, piştî çeka xwe şikand xwe ji zinaran avêt.
Kongra Star a bajarê Kobanê merasîmeke bîranînê ya girseyî di bin dirûşma “Têkoşîna li ser xeta Bêrîtanê, têkoşîna li dijî îxanetê ye” li hola navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) birêxistin kir. Di bîranînê de bi sedan ji şêniyên Kobanê, sazî û rêxistinên wê amade bûn.
Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre endama Kongra Star Zozan Gul axivî.
Zozan Gul wiha got: “Xeta şehîd Bêrîtan nûnertiya fedakarî, qehremanî, dilsozî, azadî û serhildanê ye. Ji bo vê jî helwesta şehîd Bêrîtan ku digot; ‘Ezê romana rêber Apo binîvîsînim’ di dîroka gel û jinên Kurd e weke destan cih digre. Weke jin jî mîrateya ku em van rojan dijîn û têkoşîna xwe li ser mezin dikin, xwe dispêre şehîd Bêrîtan. Ji bo vê jî weke gelê Kobanê, di vê bîranînê de em soza xwe nû dikin. Çawa ku me di gelek pêvajoyan de pêşengiya gava yekem kiriye, em ê li ser xeta şehîd Bêrîtan pêşengiya guhertin û veguhertinê jî bikin.”
Piştre bi vêxistina findan li dora wêneyên têkoşer Bêrîtan, sînevîzyonek li ser artêşbûna jinên Kurd ku piştî şehadeta Gulnaz Karataş hat ragihadin, hat pêşandan.
Çalakiya bîranînê bi belavkirina helawê ku yek ji kevneşopiyên jinan e bi dawî bû.
Hesekê
Kongra Star a bajarê Hesekê bi civîneke berfireh 34 emîn salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan li Akademiya Şehîd Bêrîtan bi bîr anî. Di civînê de bal hat kişandin ku Bêrîtan di dîroka têkoşîna jinên Kurd de bûye sembola îradeya azad a jinan
Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanan dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevka Kongra Star a Hesekê, Nahîd Silêman, axivî û destnîşan kir ku îradeya azad a jinan ku ji raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hêzê digre, dikare li hemberî hemû astengî û zehmetiyên di qadên cuda yên jiyanê de bisekine.
Berîtan bû sembola îradeya azad a jinan
Nahid Silêman wiha behsa şehîd Bêrîtan kir: “Şehîd Berîtan, bi navê xwe yê rastîn Gulnaz Karatş, di nava tevgera azadiya Kurdistanê de bi navê Bêrîtan hat nasîn. Ew di dîroka têkoşîna jinên Kurd de sembola wêrekî, fedakarî û berxwedanê tê bibîranîn. Di 25ê Cotmeha 1992’yan de, li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê, di dema dorpêça leşkerên Tirk û pêşmergeyan de piştî ku çeka xwe şikan xwe ji zinaran avêt.
Nahid Silêman da zanîn ku çalakiya şehîd Bêrîtan di dîroka têkoşîna jinên Kurd de bûye semboleke girîng û Berîtanê xeta îradeya azad a jinên Kurd ku ji dîrokê ve heta niha li hemberî teslîmiyetê raber kirine domandiye.
Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hat pêşandan û civîn bi belavkirina şirînahiyê bi dawî bû.