Navê kesê beşdarî Heyeta Îmraliyê bibe diyar bû

Li cihê endamê Heyeta Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku ji ber krîza dil derbas kir li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar wê di Heyeta Îmraliyê de cih bigre.

Navenda Nûçeyan- Li cihê endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ê ku ji ber krîza dil derbas kir li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar beşdarî Heyeta Îmraliyê bû.

Êdî Mîthat Sancar bi parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan di serdanên li Greva Îmraliyê de dê cih bigre.